18 april 2015

Daxwaza herî mezin ya sûcdarên jenosîdê jibîrkirine

Rojnamevaneka bi navê Elmas Topçu, Li ser jenosîda eremeniyan û rûbirûbûna bi maziyê(rabirdû)ra bi Dr. Mihran Dabag ra hevpeyvîneke pir xweş kiriye. Min ji hevpeyvînê qismekî pir kin kir kurmancî. Ji bo naskirina tirkan û fêmkirina înkara wan ya jenosîdê û psîkolojiya wan ya êrîşkar Mihran Dabag tiştên gelkî pir hêja gotine. Nivîseke hêjayî xwendinê ye.
Li ser rûbirûbûna bi maziyê ra Dabag gotiye:
”Dibê meriv ji rabirdû(maziyê) were îro, ji ber ku gava ji nuhada li maziyê tênêrîn tim hesabê pêşerojê tê kirin. Baş e pêşeroj ya kê ye? Pêşeroj daim ya ê xurt e. Xurt jî ancax bi têkbirina yê kevn pêşeroja xwe dinivîse. Û daxwaza xalibê şerekî, mesûlê jenosîdekê ya herî mezin bêguman jibîrkirine, dana jibîrkirinê ye. Tekane tiştê di destê yê mexdûr da jî xatira ye. Ji ber ku jenosîd dawiyê dide her tiştî, her tiştî diqedîne, tekane tiştê li pey maye jenosîd bi xwe ye û bêyî vê jî tu mîrateke din ji yê bûye qurban û mexdûr ra nemaye.”
Belê, dibê meriv nehhêle zulma tirkan û jenosîda wan were jibîrkirin.
Erdogan çendakî berê gotibû, ”Hey dîaspora ermenî, belgeyên me vane li vir in. Çiqas belgeyên te hene, derxe belgeyên xwe”.
Ji bo vê resta Erdogan û ji bo çi ew jî bi şîdet jenosîdê înkar dike, Demag gotiye:
”Ev ne siyaseteke AKPê ye, siyaseteke ji sala 1923a û virda ye dom dike. Çimkî di nabêna jenosîda ermeniyan û nasnameya tirk da girêdaneke ji hev qut nabe heye. Komara Tirkiyê ya nuha, bi qirkirina ermeniyan û xeyrî muslîmên din ava bûye.
Tirkiye pirrengiyên dînî, etnîkî, sosyal û kulturî ji berêûberda ye wek tehdîdê dibîne. Sebebê vê çi ye?
”Tirkiye welatekî ku hîn merheleya miletbûna xwe neqedandiye. Tehdîtdîtina yê xerîb, çaresernekirina mesela kurd, qebûlnekirina jenosîda ermeniyan hemû ji ber vê sebebê ye. Tirkiye hîn xwe wek welatekî ku nasnameya xwe li ser bingehên saxlem înşakirî nabîne. Dema dîrokeke muhteşem li ser jenosîdekê were avakirin dibe sebebê ku ermeniyan ji bo xwe wek reşkirina vê dîrokê bibînin.
Qebûlkirina vê dîrokê ji bo sîstemê ewê hin netîceyan bixuliqîne. Netîceya herî muhîm mesela kurd e. Ji ber ku gava Tirkiye jenosîdê qebûl bike, qebûlkirina siyaseteke nuh ya etnîsîteyan e jî. Ditirsin hin nasnameyên din derkevin ortê, loma jî jenosîdê qebûl nakin.
Tirkiye herçiqas xwe mezin û xurt nîşan dide jî lê xwe wek welatekî gelşên xwe yên hundir çareser nekiriye û hertim dikane perçe bibe dibîne. Hîn homojen nebûye. Hbi darê zorê în asîmîlasyona kurdan temam nekirine. Loma jî newêre jenosîdê qebûl bike….”


Ev tespîteke rast e, tirk dibêjin heger ew mafên kurdan yên netewî bidin û kurd li Kurdistanê bibin xwedî desthilatdar Tirkiye dikane perçe perçeyî bibe û biqede. Ji ber ku heta nuha bi darê zorê miletên din bêdeng kiribûn, bi azadiya kurdan ra ewê jî doza mafê xwe bikin. Loma jî Erdogan û hemû tirk li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî derdikevin. Li gorî wan, ev yek ewê bibe destpêka azadiya kurdan û miletên din.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar