04 mars 2015

Şevên tenêtiyê dirêj in


Bi Xwedê dibê meriv zû bi zû teslîm nebe, teslîmiyet mirin e, liberxwedan û înat serketine.
Piştî liberxwedana bi saetekê û du caran û çûn û hatina resepsiyonê, dawiya dawî xanima resepsîyonîst kompîtora min li hev ragirt û nuha wek ku ez li malê bim dîsa hertişt hat wezna berê.
Lê hawîrdor û hestê min ne yê malê ye…
Heyra bi kinî, ciyê karê min ji bo alîkariyê ji bo sê rojan ez şandim vir. 
Îro min bi sivikî hin tişt prova kirin û piçekî der û dora xwe û xanimên ezê bi wan ra bixebitim nas kir.
Ciyekî pir xweş e, li dora 300 kesî ye û piranî jinan. Ji ber ku erdê bînayê cil e û hundur jî pir germ e, piraniya xaniman bi kincên tenik û xwasî digerin. Li korîdorên dirêj û heywanên mezin ji xwe ra didin lotika. Kêf kêfa wan e.
Helbet em jî bi wan ra kêf dikin.
Saet li dora 17.00 ez hatim otêle, min bîstekê bîna xwe girt û dû ra daketim aşxaneya otêlê, li wir min bi qedehek şerab ra xwarineke pir xweş xwar. Him bi şikil û şema û him jî bi tahm û lezet bêqusûr bû…
Li derên wiha luks, ji xwarinê bigre heta bi, meze û fera û folan û serwîsê, yanî hertişt xweşik e, nazik û û nazenîne. Yanî bi tu tiştê xwe naşibe aşxaneyeke kebabê...
Şevên tenêtiyê dirêj in, naqedin. Ez fêr nebûme. Meriv bawer nake bibe sibe.
Nuha gava van rêzan di oda xwe ya tenê da dinivîsim, gelkî dixwazim kokima Hêvî xatûnê jî li vir bûya û me sebra xwe bi hev bianiya…
Tenêtî ne hêsa ye, jê ra sebir lazim e. Hogirbûna wê wextê dixwaze.
Dilzîzekî gotiye, ”tenêtî wek êşa dirana ye, jana wê nîvê şevê destpê dike…”
Çiqasî rast gotiye…
De nuha bi xatirê we…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar