17 februari 2015

Li gorî mele dinya sekinî ye


Îmamê Suûdî Şêx Bender El Hayberî, di civînekê da ji telebeyên xwe ra gotiye ”dinya sabit e, hereket nake.” 
Û dû ra jî ji ber xwe qedeha avê ya naylon rakiriye û nîşanî telebeyan daye û gotiye, ”Heger dinya bizîviriya gava balafirek li hewa disekine dibê Çîn berbî balafirê bihata. Na heger dinya bi alî ters ve biziviriya wê demê jî balafir tu carî nikanîbû bigihîje Çînê. Ji ber ku Çîn jî wek balafirê doş dibe…”
Gava însan ji ilim û irfan bêpar be û bi zanînên dînî û di çarçeveya kitêbên semawî da bifikire netîce ev e. Fêmkirina tiştên wiha bi ilmên dînî ne mimkûn e, bi ilmên pozîtîf(musbet)mimkûn e. Heta ku kesên wek Şêx Bender El Hayberî dersdarên zarokên misilmanan bin, miletên misilman ewê wiha tim paşdamayî bin.
Heta ku alema îslam, merivên misilman xwe bi ilmên dînî sînor bikin û bi referensên dînî li dinyayê û li bûyeran binêrin bersîva wan ewê tim ev e, ewê tim bibêjin ”dinya sekînî ye” û gava ”balafir li hewa disekine….”
Balafir çawa dikane wek erebeyekê li hewa park bike ez nizanim!
Lê di normalê da dîn nikane bersîva van pirsan bide. Çimkî dîn ne ilmekî musbet e, ew ne matamatîk, fîzîk û kîmya ye. Dîn, baweriyeke şexsî ye, baweriya bi Xwedê, bi hêzeke xwediyê hertiştî ye, baweriya bi hêzeke serxwezayî ye.
Ewrûpiyan di dîn da reform kirin, dîn û karên dewletê ji hev cuda kirin, dîn kirin baweriyeke sexsî. Û loma jî bi pêş ketin û bûn xwediyên hewqas keşif û îcad.
Lê ev reform hîn di alema îslamê da nebûye. Loma jî hîn bi milyonan mamosteyên wek El Hayberî dersên didin zarokên misilmanan. Bi zanîna kesên wek Şêx Bender El Hayberî miletên misilman ne mimkûn e bigihîjin ewrûpiyan.



Bersîva Adem Ogan

 Ademê hêja, bi minaqeşeyên wiha ne mimkûn e em hevûdu îqna bikin. Loma jî di bersîveke dirêj da ez tu feydeyê nabînim. Ya baştir ew e ku herkes li ser baweriya xwe, li ser rastiya xwe bimîne.
Tu armanceke min ku ez însanan ji ”îslamiyetê sar bikim” tuneye. Min tenê gotiye bi referensên dînî, bi îdeolojiya dînî meriv nikane bersîva hewecedariyên însanên îro bide û gelşên cîhana îro çareser bike.
Her rexneyek, beyankirina her fikrê dibê wek neyartiyê û reşkrin neyê dîtin. Ger wiha be tenê pesindan dimêne, her rexne dibe reşkirin.
Birayê ezîz, tu tiştek ne wek hezarûçarsed sal berê ye. Te gotiye wek xwe ye lê ne wisa ye. Hertişt pir hindik guheyrîye, tu tişt wek xwe nemaye. Ne dinya ew dinya berê ye, ne xweza ew xweza berê ye û ne jî însan bi hertiştê xwe însanên berê ne. Di xwezayê da gelek tişt serobinî hev bûne. Av, çem, kanî, daristan, çiya û banî guherîne, hinek wenda bûne û hinek jî ne wek duhezar sal berê ne. Yanî tebîet wek xwe nemaye û namîne.
Wext, hertiştî diguhere, heta keviran jî, tu tiştê ebedî tuneye. Lê hinek zû û hinek jî dereng.
Însan jî bi kultura xwe, bi toleransa xwe, bi norm û exlaqê xwe û bi hin mefhûmên din ne însanê hezar, duhezar sal berê ye.
Di nav vî hezarûçarsed salî da li dinyayê guhertinên wisa çêbûne ku aqilê her însanî nagre û bi zanînên dînî ne mimkûn e ku meriv kanibe wan fêm û îzah bike.
Îro însan wek teyran difirin. Yek li çîn û yek jî li maçîn li mala xwe rûdine û bi aletekî bi qasî pakêta çixrê him dengê hev û him jî rismê hev dibînin.
Ez li Stockholmê li mala xwe tilîkên xwe li klaviyeyê diximû tu jî li Rihayê li mala xwe tilîkên xwe li klaviyeyê dixî û ez nivîsên te û tu jî nivîsên min dixwînî. Em dikanin risimê hev bibînin û dengê hev jî bibihîzin.
Însanan, dinya xiritiyan bi hezaran îcadên wiha kirine.
Lê ji van îcadan yek jî bi nêrîneke dînî, bi riya Tewretê, Încîlê û Quranê nehatiye kirin.
Ji van milyonên îcad û kişfan yek jî ji alî şêxekî, melayekî, muftiyekî û alimekî misilman ve nehatiye kirin.
Hemû îcadên dinyayê, hema çi tê bîra te hemû jî ji alî dinya xiristiyan ve, ji alî lêkolîner û alimên ne misilman, ya jî kesên ku çembera dînî şikandine, kesên ku baweriya wan bi ilmên musbet hene ve hatine kirin.
Heger bersîva hertiştî di Quranê da heye, çima ev welat û miletên misliman hewqasî paşdamayî ne?
Dibê meriv hinekî realîst be û carê bala xwe bide dinyayê, welatên misilman di çi halî da ne û yên xiristiyan di çi halî da ne?
Tê gotin ku li dinyayê 63 welatên misilman hene. Yek ji yekî xerabtir e, hemû feqîr û di warê ilim û teknîkê da paşdamayî ne.
Îran, Afganîstan, Suûdî, Yemen welhasil meriv kîjan welatî numûne nîşan dide, nayê qebûlkirin, dibêjin ev ne îslama rastî ye!
Baş e, îslama rastî kîjan e û ewê çawa çê bibe?
”Îslama rastî” dikane bersîva hewcedariyên û gelşên mirovên vê sedsalê bide?
Mirovên îro dikanin jiyaneke îslamî, li gorî Quranê qebûl bikin?
Tiştekî wiha mimkûn e?.
Problem ne ku merivên misilman hebû pîs in, qêmaqil in. Mesele sîstem e, demokrasî ye, azadî ye, wekhevî ye.
Xerb hezar sal berê ji misilmanan paşdatir bûn. Lê wan bi demê ra xwe guhertin û loma jî bi pêş ketin.
Wek Xerbê kiriye, dibê misilman jî dîn û dewletê ji hev cuda bikin. Dîn baweriyeke şexsî ye. Bi îdeolojiyeke dînî bersîvên cîhana îro nayê dayin. Xumeynî, Usama bin Ladîn û kesên weke wan nikanin tiştekî bidin însaniyetê û civata îro pêşda bibin, azadiyê geş bikin, civatê modern bikin.
Min got ezê dirêj nekim, lê hinekî dirêj bû.
Di dawiya nivîsa xwe da te gotiye, ”xalê mine Zinar jî, bi nezanî, him misilmane û him jî li hember wî dînî derdikeve. ”
Te bi vê gotina xwe pir eyb kiriye, ez pê êşiyam. Ez ne mervekî nezanim û bi nezanî nebûme ”misilman” jî.
Ez ewladê û dê û bavekî kurd û misilman im. Yanî kurd û misilman hatime dinê, nebûme misilman. Min dê û bavê xwe, kurdayetiya xwe û ”misilmantiya” xwe bi xwe hilnebijartiye. Ez wisa hatime dinê.
Lê ji roja ku ez kamil(aqilbulux) bûme û virda ye, li gel ku min Quran û Mewlûda Kurmancî jî xwendiye, baweriya min bi tu dînî û bi ”axretê” tuneye. Û gava hewce bûye jî min gotiye ez merivekî ”ataîst” im.
Min di vî warî da tu carî durrûtî nekiriye. Çima ez ”bi nezanî bûme misilman” min fêm nekir?
Ya din ji ”dijayetiyê” bêtir ez hin aliyên îslamê rexne dikim, rast, çewt fikrê xwe dibêjim. Dibêjim gerek di îslamê da jî reformek bibe. Dibê meriv vî mafî li însanan qedexe neke.
Lê li alî din hurmeta min ji hemû dîndar û misilmanê ku xwe kurd dibînin û ji bo gelê xwe micadelê didin pir e. Û ez viya jî tim dibêjim.
Ji bo min baweriya dînî zêde ne muhîm e, ya muhîm kurdperwerî ye, welatparêzî ye.
Em miletek in, helbet di nava me da jî ewê gelek firkir û bawerî hebin. Ewê dîndar jî, çep jî, ataîst jî û komunîst jî hebin.
Demokrasî ne yek dîtin û yek bawerî ye, pluralîzm e, tolerans e, qebûlkirina fikir û îdeolojiyên cuda ye.
Ez gelkî qîmetê didim bawermend û dîndarên ku kurdayetiyê dikin, ji bo Kurdistnê dixebitin. Loma jî hurmeta min ji dîndarên Tevgera Azadî ra, ji alimekî we mamoste Kadrî Yildirim û ji her kesê wek wî ra pir e.
Lê ez bi xwe ne merivekî dîndar û bawermend im û loma jî ne mimkûn e ku bi çavê te li dîn û li îslamiyetê binêrim. Ev ne dijminatî ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar