14 februari 2015

Li ba me çima gotina ”cahş” tuneye?


Li Kurdistana başûr di nabêna salên 1960-1980î da ji bo kurdên bûbûn hevalbendên hukûmeta Bexdayê û rejîma Seddam li herçar beşên Kurdistanê jî kurdan ji wan ra digotin “cahş”. “Cahş”, gotineke erebî ye û maneya wê ker e. Yanî kesê bûye kerê neyar, yanî “xayin.”!
Ji ber ku li ba kurdên başûr hevalbendiya dewleta Îraqê û Seddam şermeke pir mezin bû, loma jî sifetê “cahşîtiyê” li wan kiribûn.
Kurdên din jî ev sifetê xerab ji bo kesên hevalbendên dijmin bikar dianîn. Ji wê demê da ye gotina “cahş” di lîteratura kurd ya siyasî da heye.
Lê li ba kurdên Tirkiyê hevalbendiya dewleta tirk û endametiya partiyên tirk, ketina parlamentoyê, wezîrtiya di hukûmetan da, parastina yekîtiya axa Tirkiyê û dijayetiya hêzên kurd tu carî wek şermekê û cahştiyê nehat dîtin.
Li Tirkiyê meqam û rutbeya kurdekî di dewletê da, di brokrasiyê da çi dibe bila bibe qet ferq nake, dixwaze bira wezîrê parastinê, wezîrê karûberê hundur be ya jî serokwezîr be, kes jê ra wek eyb û kêmasiyekê nabîne, kes jê ra nabêje “cahş” ya jî xayin. Di dewletê da rutbeya wî, wezîfeya wî çi be jî ne xem e, ew dikane di nava kurdan da bi serbilindî bigere.
Ji ber ku li Kurdistana bakur asîmîlasyon û hevkariya bi neyar ra hewwqasî bi pêssda ccûye ku exlaq û normên kurdan yê siyasî û civakî dejenere û laçqa kiriye.
Yekî kurd xwe înkar jî bike, li dijî gelê xwe jî be, dijminatiya partiyên kurd û kurdên azadîxwaz jî bike normal e, înssan ruyên xwe jê naguherîne, bi çavekî xerab lê nanêre, di civatê da bêîtîbar nabe.
Heta meriv dikane bibêje ku li gorî hevakriya wî ya bi dijmin ra, li gorî bilindiya meqam û rutbeya wî ya di nava dewletê da îtîbara wî li ba kurdan zêde dibe.
Li Tirkiyê di nava kurdan da tenê ajantiya dewletê wek karekî qirêt û pîs tê dîtin. Lê gelek kurd bi wezîfe û meqamên xwe wî karî eşkere dikin. Li gorî walî, Qeymeqam û wezîrê karûbarê hundur, wezîrê karûbarê derve ajantiya kurdekî belengaz çi ye ku!
Jixwe heger wek Kurdistana başûr li ba me jî hevalbendî û hevakriya bi dewletê ra, bi partiyên dijmin ra şerm bihata dîtin, bi “cahşîtiyê” bihata binavkirin kurd hewqasî rehet û serbest nedibûn hevkarên dewleta tirk û neyarên qewmên xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar