Kurdekî bi navê Ahmet Yildiz, bi qasî ku min jê fêm kir bi kêmanî dilxwazekî Daîşê ye, di minaqeşeyeke di Twitterê da şûrê Daîşê dikşan û êrîşî Emerîka dikir, digot heger ne Emerîka bûya pêşmergeyan nikanîbû Daîş bisekinanda.
Daîşê ewê Kerkûk
bigirta. Û di ser da jî ji yê hemberî xwe ra digot ”ez ji te kurdtir im”(!)
Min jî jê ra got, ”Madem tu kurdî û xêra kurdan
dixwazî, çima tu ji alîkariya kurdan aciz dibî?
Çima tu jî wek misilmanekî tirk, ereb û faris bi zimanê xwe nizanî? Çima tu bi min ra tirkî dipeyivî?
Ma ne dibê
tu jî wek misilmanên ereb, tirk û faris ji bo qewmê xwe bixebitî. Tu jî bixwazî
bibî xedî dewlet.”
Li ser van pirs û gotinên min Yildiz ev bersîva jêr da min:
”Ez berî kurdayetiyê misilman im xalo. Dînê min ji nîjada min muhîmtir e… ”
Dû ra jî me dirêj nekir. Ji ber ku tiştekî me têxista serê hev tunebû, dilê wî
bi têkçûna neyarê wî dişewitî, dixwest qatilên Daîşê bi ser kevin. Û li dij bû
ku Emerîka alîkariya gelê wî yê mazlûm bike.
Rewşeke trajîk e. Dîndarên me ji rêberiya miletê xwe bûne neyarên qewmê xwe û
rêberên neyarên xwe.
Îslamiyetê tirk, ereb û faris bêtir kirine neteweperest û dilxwazên milet û
dewleta xwe, yên me jî ji qewmiyeta wan derxistiye û kirine neyarên miletê xwe…
Dîndar û alimên kurd yên wek Şêx Ahmedê Xanî, Seyid Ebdilqadir, Şêx Seîd, Şêx
Abdulselam, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, Şêx Izeddînê Husênî , Şêx
Meşûqê Xeznewî û bi sedan dîndar û alimên wek wan ji bo zadî û serxwebûna gelê
xwe dixebitîn û gelekên wan di vê riyê da canên xwe feda kirin.
Lê dîndarên me yên îro, yên wek Ahmet Yildiz û Huda-Parê, Huzullahê neyartiya
gelê xwe û hevalbendiya qatilên Daîşê dikin. Ji kurdbûnê bêtir, xwe misilman û
hevalên dijminên kurdan dibînin.
Misilmanên tirk, ereb û faris dîn dikin xizmeta netew û dewleta xwe, lê yên me
dev ji qewmiyeta xwe berdidin û li ser navê dîn dikevin xwîna gelê xwe, dibin
rêberên neyarên xwe.
Bi kurtî li ser navê dîn him dev ji qewmiyeta xwe berdane û him jî bûne çete û
qatilên neyarên xwe….
Çi dîn, çi îdeolojî her tiştê kurdayetiyê pûç û red bike şaş e, pîlaneke dijmin
e, siyseteke bindesthîştin û heta wendakirina miletê kurd e. Loma jî dibê meriv
li dij vê ”îslamiyeta siyasî”, vê îdeolojiya antî-kurd derkeve û di warê
îdeolojîk da şerê wê bike…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar