05 januari 2015

Li hemberî şaşiyeke hewqasî mezin bêdengî ne rast e


Do di vî quncikî da min hevpeyvîna telewîzyona Tîşkê ya bi Dr.Mahmûd Osman ra parve kir. 
Di hevpeyvîna xwe da Dr.Mahmûd Osman, hukûmeta Kurdistanê û Celal Talabanî ji ber ku di heyeta Îranê da qatilê Dr. Qasemlo Cafer Sehrarudî qebûl kirine rexne dike. 
Li gel rastdîtina rexneya Dr. Mahmûd Osman, min got dibê Mam Celal, Nêçîrvan Barzanî û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bi bo ku qatilê Qasemlo di heyeta Îranê da qebûl kirine dibê ji PDK-Îranê û ji gelê kurd uzrên xwe bixwazin.
Heta nuha tenê 7 kesan wêrîbûne rexneyên Dr. Mahmûd Osman û ya min biecibînin. Herkes rexneyê ras dibîne, lê newêre bibêje rast e.
Bi baweriya min tu kurdekî qebûlkirin û hevdîtina bi Cafer Sehrarudî ra rast bibîne û bibêje hevdîtina bi Sehrarudî ne şaş e tuneye. Di heyetê da bi hebûna qatilekî wek Sehrarudî hemû kurd gelkî aciz bûne. Lê li gel vê jî zêde kes newêre ji vê şaşiyê ra vekirî bibêje şaş e û rexne bike. Lê bêdengiya li hemberî şaşiyeke hewqasî mezin ne rast e û bêwefayiya li hemberî şehîd Dr. Qasemlo ye.
Heger Sehrarudî ji dêlî hevdîtina bi Mam Celal û serok Barzanî ra di heyetekê da  Qendîlê û bi berpirsiyarên PKKê ra rûnişta û bi wan ra hevûdu maç bikirana û diyarî bidana hev, a wê çaxê ewê qiyamet rabûya. A wê çaxê ev kurdên îro bêdeng in ewê qiyamet rakirana. 
Ji ber ku piraniya siyasetmedar û ronakbîrên kurd ji şêleke netewî bêtir, êdî li gorî nêzîkiya bi partiyan û li gorî berjewendiyên şexsî li meselan dinêrin. Heger ne ev yek bûya ewê bi sedan kesî Mam Celal û serokwezîr û serokkomarê Kurdistanê rexne bikirana. 
Lê gava meriv li hemberî şaşiyên wiha cidî bêdeng bimîne dubarekirina wan jî mimkûn dibe. 
Sibe li beşekî din yê Kurdistanê îcar hin kurdên din jî dikanin bi hukûmeta Îraqê ra tiştekî wiha bêdilê kurdên başûr bikin. Wê demê kes nikane ji wan ra jî bibêje şaş e û rexne bike.
Çawa ku ji bo neyarên me hin ”xetên sor” hene, tu çi bikî jî ew wan ”xetên sor” derbas nakin, dibê ji bo me kurdan jî eynî tişt hebe, dibê em kurd jî têkiliyên ku zirarê didin tevgera kurd ya netewî û yekîtiya miletê kurd red bikin. 
Her têkilî û tiştê îro ji bo kurdên başûr, ji bo YNKê û PDKê baş e, rast û mubah were dîtin ne rast e.
Li başûr kurd bûne nîvdewlet, mecbûr in bi dewletên cîran ra (li gel ku dijmin in)têkevin têkiliyên aborî, dîplamatîk û siyasî. Kes îtîrazî van têkiliyan nake. 
Lê kurdên başûr jî ne mecbûr in her daxwazên van dewletên dijmin qebûl bikin. Hukûmeta Kurdistanê û YNKê dikanîbûn di heyetê da ji hebûna Sehrarudî ra îtîraz bikirana, bigotana em nikanin qatilê serokekî kurd qebûl bikin. Heger Îranê ev daxwaza wan qebûl dikir, nedikir em nizanin. Lê gava qebûl nekira, dibê wan jî ya Îranê qebûl nekira. 
Dibê nîşanî Îranê bidana ku ew ne amadene her daxwazên Îranê qebûl bikin.
Yanî tiştê tê rexnekirin ne têkiliyên kurdên başûr bi Îranê û Tirkiyê ra ye, sînorên van têkiliyan e. Têkilî temam, lê dibê ev têkilî zirarê nedin kurdên wî beşî û bi giştî jî zirarê nedin yekîtiya miletê kurd, kurdan neyne hemberî hev.
Bi qebûlkirina qatilê serokekî kurd yê wek Dr. Qasemlo, PDKa Îranê, kurdên rojhilat û heta kurdên beşên din jî ji serok Mesûd Barzanî, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Talabanî û YNKê pir nerehet û dilşikestî bûne. Ev yek ji bo yekîtiya miletê kurd zirareke pir mezin e.
Û li alî din jî Îran gihîştiye armanca xwe. Jixwe armanca hebûna Cafer Sehrarudî di heyetê ev e; kurdên rojhilat û başûr bîne hemberî hev, dilê wan ji hev sar bike, bike dijminên hev.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar