Piştî 134 rojên berxwedaneke bêhempa û bi sedan şehîd, şervanên
kurd bajarê Kobanê do bi tevayî ji qatil û terorîstên DAÎŞê paqij kirin û
efsaneya ku kes nikane zora DAÎŞ bi keleşa xwe bibe pûç kirin.
Dinyayê dît ku yên naşikiyên gerîlla û pêşmergeyên kurd in.
Bêguman kurdan ji bo rizgarkirina Kobanê bedelekî pir mezin dan. Kaban wêran bû, kevir li ser kevir nema. Bi dehhezaran kurd ji bajar û gundên xwe koçber bûn û nuha li vê kampê û li wê kampê di halekî pir xerab da dijîn.
Di şerê Kobanê da kurdan bi sedan şehîd dan, bi sedan keç û xortên kurd
birîndar bûn. Vana hemû bedelên pir mezin in û zaliman kurd mecbûrî dana vê
bedelê kirin.
Lê li alî din Koban ji bo kurdan û ji bo cîhanê demokrat û azadîxwaz yên cîhanî
bû sembola liberxwedan û gernasiyê, bû sembola egîdiya keç û xortên kurd yên
ziravpilind.
Li Kobanê libexwedana şervanên YPGê, YPJê û pêşmergeyan li cîhanê olan da,
sempatî û hurmetek mezin qezenc kir. Li cîhanê ji miletê kurd ra îmajeke baş
çêkir.
Dîsa şer û berxwedana Kobanê bû mîknatîza hevkarî û yekîtiya kurdan, hemû hêz,
hemû kurdên welatparêz nêzî hev kir.
Kurdên herçar perçeyan, partiyên nabêna wan ne xweş cûn
hawara hev, destê biratiyê dirêjî hev kirin.
Û ev hewa pozîtîf hîn jî berdewam e, gel naxwaze ev dostî, hevakrî û yekîtiya
nabêna hêzên başûr, bakur û rojava û rojhilat xera bibe.
Gel dixwaze ev hevkarî, ev yekîtî mayinde be. Ji ber ku gel feydeya wê dît.
Gel bi çavê serê xwe dît, heger ne hevakrî û yekîtî bûya,
heger ne alîkariya Kurdistana Federe û çûna hêzên pêşmerge û alîkariya çekên
giran bûya Koban ji ketinê xelas nedibû, terorîst nedihatin şikandin. Koban ewê
bi bedelekî hîn mezintir biketa.
Di dîroka kurdan da ez dibêjim ev cara pêşî ye kurdên herçar perçeyên
Kurdistanê bi vê berfirehiyê û xurtiyê diçin hawara hev û bi hev ra mil bi mil
di yek sengerê da li hemberî neyarê xwe şer dikin.
Tesîr û netîceyên vê hevkariya nabêna hêzan li ser miletê
kurd pir mezin e û dîrokî ye.
Li alî din bêguman Emerîka û koalîsyona navnetewî jî di şerê Kobanê da alîkariya
me kir û rola vê alîkariya wan jî di vê serketinê pir e, dibê em wê jî bibêjin
û teqdîr bikin, spasî wan hêzan bikin.
Lê li gel vê jî şerefa herî mezin ya şêr û şepalên kurd, ya egîdên kurd bû, ne
qehremanî û berxwedana wan bûya alîkarî jî nedihat, koalîsyon jî
çênedibû.
Ne liberxwedana du sê hefteyên destpêkê ya şervanên YPG û YPJê bûya, heger wan
ji bo parastina Kobanê bi comerdî xwîna xwe neherikandana zafera îro me
nedidît, Koban îro ewê di bin destê terorîstên Daîşê da bûya.
Rizgargirina Kobanê helbet gelkî muhîm e, bi vê yekê hemû kurd kêfxweş û
serbilind in. Lê dibê em ji bîr nekin ku gelek gundên Kobanê hîn di bin îşxala
terorîstên ereb û tirk da ye.
Yanî li pêş me hîn gelek rojên zahmet hene, şer hîn bi
temamî neqediya ye.
”Silava” Davutoglu ya li Kobanê…
Çennd roj berê serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu, li Diyarbekrê ji Kobanê ra
”silav” şanda û gelek kurdên bêşiûr ji vê derewa Davutoglu ra li çepikan
xistin.
Lê belê serokkomar Erdogan, bi beyana xwe ya îro ya derbarê rizgarkirina Kobanê
da him ew ”silava” Davutoglu derew derxist û him jî careke din jî naîşanî me
kurdan da bê ew û hukûmeta wî çiqasî neyarê miletê kurd e.
Di eynî wextê da ev beyana Erdogan teyida hevaltiya Tirkiyê
bi Daîşê ra ye.
Erdogan gotiye:
”Li vir(yanî li Kurdistana rojava)çi dibe?
Eynî tiştê li Îraqê hat meydanê ewê bibe. Em naxwazin
Iraqeke nuh çê bibe. Çi ye ev? Iraqa bakur…
Nuha jî bira Sûriya bakur çê bibe!
Ne mimkûn e em viya qebûl bikin. Wek Tirkiye ez dizanim barê
me giran e.
Lê em mecbûr in vê sekna xwe bidomînin. Eksê wê piştî Iraqa
bakur li vir jî ewê Sûriya bakur çê bibe…
Cêbûna tiştekî wiha di pêşerojê da ji bo me ewê gelek gelşan
peyda bike…”
Piştî van gotinan ez bawer dikim zêde hewce nake meriv şiroveyên dûr û dirêj
bike.
Erdogan pir vekirî dibêje, ”Iraqa bakur” yanî Kurdistana
Federe bi zor bi me dan qebûlkirin. Lê îcar emê avabûna ”Sûriya bakur” qebûl
nekin.
Yanî Tirkiye ewê qebûl neke kurd li Sûriyê wek kurdên Îraqê bibin xwedî maf û
desthilat.
Heta ji serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û ji Nêçîrvan Barzanî tê bira spasiya
Erdogan û Tirkiyê bikin, lê ew çi bikin jî Erdogan nabe dostê kurdan û dev ji
neyartiya kurdan bernade.
Erdogan ne netenê wek siyasetmedar û serokkomar, wek însan jî neyarê kurda ye,
bi fikir û îdeolojiya xwe ya panturkîst nikane rizgarbûna kurdan li tu beşekî
Kurdistanê qebûl bike.
Baş e Erdogan dikane çi bike, çi zirarê bide kurdan?
Bi dîtina min tu giraniyeke Erdogan û Tirkiyê li ba Emerîka û li Yekîtiya
Ewrûpayê nemaye. Di saha navnetewî da nikanin tu jahrê jî belav bikin.
Tiştê dikanin bikin, dikanin bi Îranê ra li dijî kurdan hin tiştan bi hev ra
bikin, hin hêzên ereb bera kurdan bidin. Dikanin alîkariya xwe ya bi Daîşê ra
bidomînin û kurdan tim nerehet bikin.
Lê heger PKK û PYD bi PDKê û bi hukûmeta Kurdistanê ra nabêna xwe xera nekin, hevvkarî
û tifaqa xwe xurttir bikin, xerabî û provakasyonên Tirkiyê ewê pere neke.
Ya muhîm yekîtiya kurd aye, yekîtî hebe alîkariya deve jî
ewê berdewam be. Û ji bo me jî ya muhîm ev e.
Ka nuha jî em werin ser hevdîtinên bi Ocalan ra û mesela ”pêvajoya çareseriyê…”
Kesê qebûl neke ku kurd li Sûriyê wek kurdên başûr bibin xwedî statuyeke
siyasî, xwedî otonomî ya jî federasyon, li Tirkiyê tu mafî nade kurdan.
Loma jî ev gotinên Erdogan ne ji bo Kurdên rojava tenê, ji bo me kurdên
Kurdistana bakur jî, ji bo PKKê jî muhîm e.
Ew kurdên ji bo Erdogan gewriya xwe diçirînin, di gerên wî yên Kurdistanê da jê
ra dibin paşmêr û dibêjin ewê mesela kurd hel bike, dibê li ser van gotinên wî
jî tiştekî bibêjin.
Heger ev kurdên AKPê pir mêr in bira li hemberî van gotinên Erdogan devê xwe
vekin, biwêribin du gotinan jê ra bibêjin.
Heger diwêrin, bira ji Erdogan ra bibêjin, lawo, ma nuha çi
ji te ra li welatekî din kî çi dike, çi nake?
Sûriye ne welatê te ye, ne erdê bavê te ye, çima tu qebûl
nakî wek ”Îraqa bakur”, li wir jî ”Sûriya bakur çê bibe?”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar