07 januari 2015

Bîranîneke vegera ji surgûnê


Min nuha hestên Emer Farûk Baran yên derbarê ziyareta wî ya Surûcê da xwend, ji rewşa kambax, ji şer û dengê gulan û topan gelkî muteesîr bûye û gotiye wî Surûca xwe, bajarê zaroktiya xwe nas nekir.
Ev te gotinên Emer, piştî 30 sal surgûn çûna min a Wêranşar anî bîra min. Piştî 30 sal surgûn dema ez çûm Wêranşarê, ne min ew nas kir û ne jî wê ez. Em bûbûn xerîbên hev.
Ne dilê min li wê rûnişt û ne jî dilê wê li min…
Di van çar salên borî da min sê çar caran çû xwe avêt bextê wê, xwest ew min bi bîr bîne, dîsa himêza xwe ji min ra veke.
Lê nekir, ya jî nikanîbû bikira.
Dûrketina demeke gelkî dirêj ya 30 salî em ji hev sar kirine. Belkî jî şûşa dil şikestî ye, cebarkirin zor e.
Her cara ez diherim, ez li Wêranşara kevn digerim, li heval û dostên kevn digerim.
Lê yekî jî nabînim.
Kuçe û kolan fîzîkî mabin jî lê dîsa jî ne kuçe û kolanên berê ne.
Heval jî ne ew halên berê ne, erê ew kes in, lê ne ew kesên ku min 34 sal berê li pey xwe hîştin. Bûbûn şexsiyetên din.
Hesreta min ne ew kolan û ew kes in, ez li li kuçe û kolanên berê, hevalên xwe yên berê digerim, lê ew êdî tune ne, ezê wan qet nebînim…

XXX


Bawer nekin ku evîn karê aqil e. Gul ku murşîda her dilî ye. Hinekan bi bîhna xwe şad û hinekan jî bi striyê xwe îrşad dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar