29 oktober 2014

Îro ez ji kêfê serxweş im…


Ji deriyê Xêbûr heta Surûcê, bi sedhezaran kurd daketine ser rê û dirban û bi zilxit, bi lîrandin û bi dilşadiyeke mezin pêşwaziyê li pêşmergeyên diherin hawara birayên xwe dikin.
 

Ji Silopiyê heta Surûcê hemû rê bi rengên kesk, sor û zer, bi alên rengîn xemilî ne. Kurd şervanên xwe, yekîtiya xwe, biratiya xwe pîroz dikin.
Her cara ku kurd li karê û tirk li zirarê derdikevin, her cara ku tirk wenda dikin û kurd bi ser dikevein, her cara ku hesabê tirkan yê mal û bajêr li hev dernakeve, xanima min dibêje, “erê weleh, Xwedê li heqiyê ye !”

Wa ye îcar jî Xwedê li heqiyê derket û îcar jî zaliman zirar kir, îcar jî hesabê wan pûç derket û kurd li karê derketin.

Erdogan û zilamên wî, bi şandina çeteyên Daîşê ser kurdan wisa bawer dikirin ku kurd ewê birevin û ewê tavilê Kobanê bigrin û dû ra jî efrîn û Cizîrê.

Bi vî hawî ewê destkeftiyên kurdên Sûriyê têk bibin, hersê kantonan jî ji ortê rakin.
Lê wisa nebû. Kurd nereviyan û Koban neket.

Di ser da Koban û Şengal him bû gorra çeteyan û him jî bû çîmentoya yekîtiya kurdan.
Vê êrîşa hovane miletê kurd li her çar perçên Kurdistanê rakir pêdarê û li hemberî vî neyarê dirinde û dewletên li pişt wan hêzên xwe kirin yek.

Nuha kurd li gorî du meh berê di her warî da gelkî xurttir in. Moralê wan gelkî bilindtir e.
Li gorî du meh berê, nuha dostên kurdan gelkî zêdetir in.

Yanî bi kinî bi van êrîşên neyarên me li zirarê û em li karê derketin.
Û bi piranî tim jî wiha dibe. Ew gorra me dikolin, lê ew tê werdibin.
Qey wek xanim tim dibêje, “Xwedê li heqiyê ye” lema wiha dibe…

Hêvî dikim ku Xwedê tim wiha li heqiyê be û planên zaliman bi ser ne

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar