03 maj 2014

Bira gorra min li welatê min be!


Aso Zagrosî ji kurdperwerê mezin Hejar Mukriyanî neqil kiriye:

”Zana û felsefevanê kurd Beşîr Mûşîr 40 sal berê li Bexdayê dima. Rojekê nexweş dikeve û dibêje, ”Dema ez mirim min bibin Kurdistanê.”
Hevalên wî jê ra dibêjin, ”Niha şer e, em nikanin te bibin.”
Beşîr Mûşîr dibêje,
”Bi yezdanê mezin ez nikanim li gorrstana Bexayê li gel erebên segbab bijîm.
Hejar Mukriyanî"

Weleh ez bi xwe jî ne saxî û ne jî mirî naxwazim bibim cîranê tirkan û bi wan ra bijîm. Heger ne mecbûr bim naxwazim ruyê wan jî bibînim.
Loma jî min temî li malî û zarokên xwe kiriye, min gotiye heger rojekê bêhemdî li Swêd bimrim, dibê hûn min bibin Kurdistanê, bajarê min Wêranşarê.
Dixwazim li welatê xwe bimrim û di gorra xwe da bibim cîranê kurdan.
Bi cîrantiya kurdan ewê bîna min baştir derkeve, ezê rehet bikim. Ji ber ku em ji yek qewmî ne, zimanê me yek e, emê baştir ji hev fêm bikin.
Ez di saxiya xwe da di nava xelkê da rehet nakim, loma jî ne mimkûn e ku di gorra xwe da rehet bikim.

XXX
Ev 5 sal in TRT6 heye, belkî 4 sal in jî rêzefîlma Cîran Cîranê dom dike, lî hîn jî di reqlamê da nikanin gotinekê rast bibêjin. Hîn jî di reqlamê da dibêjin:
”Dem dema kenê ye”!
Yanî dem dema ken e !
Hema meriv piçekî jî bi kurmancî zanibe, meriv nabêje ”dem dema kenê ye”(!)
Dema ez dibînim kurmancî wiha rezîl dikin ez dîn dibim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar