01 mars 2014

Kurdên ne kurd


Li Tirkiyê hin nîjadperest û faşîstên tirk, ew bi xwe kurdayetiyê nekin û nebêjin em kurd in jî, lê ji ber ku ji Kurdistanê ne û belkê hinên wan bi kurmancî jî dizanin, loma jî di nava civatê da wek kurd tên qebûlkirin. Û ew bi xwe jî carnan kurdbûna qebûl dikin û carnan jî bêdeng dimînin.

Xusûsiyeteke van kesan ya mişterek heye, hemû jî gelkî, gelkî neyarên kurdan e.
Ez bi xwe gelek carî fikirî me, min ji xwe ra gotiye, yaho heger van kesan bi rastî jî bi eslê xwe kurd bin, wê demê çima hewqasî neyartiya qewmê xwe dikin?

Lê gavali ser secereya wan lêkolînek baş tê kirin, meriv dibîne ku ew ne kurd in, bi piranî ermenî ne, ji bo ku koka xwe veşêrin xwe wek kurd nîşan didin.

Tê gotin li Kurdistanê û Tirkiyê bi sedhezaran ermeniyên ”Krîpto” yanî yên bi dizî, veşartî hene, lê newêrin xwe eşkere bikin. Mesle gelek dêrsimî jî bi eslê xwe ermenî ne lê xwe wek ”zaza” û ne kurd nîşan didin. Di rojnameya Agosê da li ser van ermeniyên dêrsimî nivîsek jî heye.

Serokê Komela ermeniyên dêrsimî Mîran Pirgîç, gotiye li Tirkiyê 550 hezar ermeniyên veşartî dijîn. Gava meriv hevpeyvîna bi Pirgîç ra dixwîne, meriv sebebê dêrsimiyên xwe kurd qebûl nakin jî fêr dibe.

Ez nuha li ser vê meselê li nivîseke Îbrahîm Aksoy rast hatim. Nivîseke pir balkêş e.
Di nivîsê da Aksoy dibêje, Sabiha Gokçen, diya Turgut Ozal Hafize Ozal, Recaî Kutan, Oguzhan Asîlturk, Devlet Bahçelî, Hasan Celal Guzel(keftarekî devbixwîn e, gelkî neyarê miletê kurd e), Mehmet Agar, Mehmet Keçecîler, Mesût Yilmaz, Murat Karayalçin û gelek kesên ku wek neyarên kurdan tên nasîn, ne kurd in, ermenî ne. Gava meriv viya fêr dibe, meriv fêm dike ku sebebê neyrtiyê van kesan ji bo çi ye.

Lê ev nayê wê maneyê hemû ermeniyên bûne tirk wiha ne, helbet yên nebûne nîjadperest û faşîst jî hene. Bes ev yek, vê rastiyê ji ortê ranake.
Fermo hûn jî vê nivîsa Îbrahîm Aksoy bixwînin.

XXX
Mucahît Bilîcî, kurdekî akademîsyen yê pir hêja ye, tespît û analîzên pir balkêş dike.
Ev nivîsa vî ya li ser hukûmeta AKPê û Cimaeta Gulen pir muhîm e. Min ji vê nivîsa Mucahît Bîlîcî çend pragrafên pir muhîm wergerand kurmancî.

"Cimaetê kurd ne weka xwediyê(ozneyeksubje, kirde) dewleta tirkek, wek tiştekî (nesneya) wê ya atomîze dît. Cimaetê bi çavê zarokên dibê bi perwerdê û bi şefqetê bibin mirov li kurdan dinêre.

Dîtina Cimaetê ewe ku dibê mesela kurd bêyî ku qalikê hêka tirkiyê were şikandin, di nava qalikê mewcûd da, bi fethkirina dilan û bi hemleyên demokratîkbûnê were çareserkirin.

Di mesela kurd da handîkapa Cimaetê ya herî mezin dîtina wê ya îmhakirina PKKê ye, ya jî bi kêmanî dibê wek aktor neyê muhatap girtin. Ev jî bi dîtina Cimaetê ya demokrasiyê ve li hev nake.

Heta ku kurd bi nasnameyeka kolektîf nebin xwediyê dewletê di warê ferdî da bi tirkan ra wekheviya wan tu maneyekê îfade nake."

Lê hin kurd hîn jî di telewîzyonan da dibêjin Gulen dixwaze mafê kurdan were dayin û pesnê telewîzyona wî didin....

XXX
Li gorî malpera Avestakurdê dinivîse, telewîzyona TRT6ê ji ber şerê hukûmetê û Gulen programa xeberên soranî rawestandiye. Çend roj berê qala rawestandina programên kurmancî û zazakî jî hat kirin. Xwedêgiravî bernameyên nûçeyan ji alî şîrketeke Cemaeta Gulen ve dihat çêkirin, loma TRT6ê peymana wan îptal kiriye.

Yanî programên kurdî tiştekî ne di cidî ye, tiştekî qeşmerî ye. Garantiya berdewamiyawan tuneye. Heger cidî bûya program nedihat rakirin. Sibe dikanin bi bahaneyeke din programeke din û dû ra yeka din û dû ra TRT6ê bi tevayî bigrin.
Merivên Gulen di kanalên TRTê yên din da jî hene, çima wan jî nadin rawestandin.
Ev jî nîşan dide ku garantiya berdewamiya TRT6ê tuneye, hertim dikanin ji bin da bigrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar