05 februari 2014

Di ”Ansîklopediya Îslamê” ya tirkî da li cîhanê ne kurd hene, ne zimanê kurdî û ne jî Kurdistan


Serokatiya Karên Diyanetê, di bin serokatiya Weqfa Diyanetê ya Tirkiyê(TDV) û Merkeza Lêkolînên Îslamî(ÎSAM)da Ansîklopediya Îslamê hazir kiriye. Xebata amadekirina ansîklopediyê di sala 1983a da dest pê kiriye û di dawiya sala 2013a da temam bûye. Yanî xebata ansîklopediyê tam 30 salî ajotiye.

Sed(100)lêkolîner beşdarî xebata ansîklopediyê bûne. Di netîceya vê xebata dûr û dirêj da ”Ansîklopediya Îslamê” ya 44 cildan hatiye amadekirin.

Mizgîna qedandina ansîklopediyê çend roj berê li Stenbolê bi merasimeke resmî ya pir mezin û bi îhtîşam ji alî serokwezîr Erdogan ve hat ragîhandin.

Dû ra jî di telewîzyona Haberturkê da dîroknas Mûrad Bardakçi jî bi serokê Merkeza Lîkolînên Îslamî û berpirsiyarê kitêbxaneya Lêkolînên Îslamî ra programek dûr û dirêj çêkir û ansîklopedî da nasîn.

Li gorî agahdariyên di programê da dan, meriv dikane di înternetê da jî xwe bigihihîne ansîklopediyê.
Min program heta dawî temaşe nekir, ji ber ku derengê şevê bû, lê di qismê min lê temaşe kir da qet qala madeya”kurdran û Kurdistanê” nekirin. Min pir meraq dikir, gelo bi çi hawî û çiqasî qala kurdan û Kurdistanê kirine?
Û heta nuha jî wexta mi çê nebû ez di înternetê da li madeya kurd û Kurdistanê binêrim.

Lê do ez ji nivîsa Îbrahîm Sediyanî fêr bûm ku, hûn dev ji çawa û çiqasî berdin, mêrkan bi yek gotinê jî qala kurdan û Kurdistanê nekirne, yanî navê kurd û Kurdistanê di Ansîklopediya Îslamê ya dewleta tirk ya 44 cild da derabs nabe.

Îbrahîm Sediyanî, di nivîsa xwe ya rojnameya Tarafê da li ser Ansîklopediya Îslamê nivîsek pir baş nivîsîye. Sediyanî dibêje:


”Di vê xebata dêwîn ya 44 cildên Ansîklopediya Îslamê da di heqê ”kurd”, ”kurdî” û ”Kurdistanê” da bi yek gotinê jî zanînek tuneye! Tirk heye, fars heye, ereb heye lê belê kurd tuneye.
Tirkî heye, farisî heye, erebeî heye, lê belê kurdî tuneye!
Tikriye heye, heta bigîje Tirkîstana Rojhilat jî heye, lê belê Kurdistan tuneye!
Di tu derake 44 cildên ansîklopediyê da navê ”kurd”, ”kurdî” û ”Kurdistanê” derbas nabe…
Wê demê li gorî serokatiya Dîyanetê li ser ruyê erdê ne qewmekî bi nave kurd dijî, ne bi zimanekî bi navê kurdî tê peyivîn û ne jî erdnîgariyek(coxrafiyek)bi navê Kurdistanê heye…
Di 44 cildên Ansîklopediya Îslamê ya Dîyanetê da li ser kurdan, kurdî û Kurdistanê tunebûna yek gotinê, di dîroka îslamê ya 1500 salî da li ser kurdan, li ser zimanê kurdî û Kurdistanê tunebûna agahdariyekê, zanînekê heger ne cehalet be(hey ne cehalet e)nîjadperestî ye, şovenîzm e.Tinaziya(pêkenîna) bi ilim, bi dîrokê, bi însên e…”

Li gorî dîroka Îslamê, piştî ereban kurdan îslamiyet qebul kirin. Miletê pişî bûye misilman kurd in. Lê tirk dîsa jî navê kurdan naxin Ansîklopediya Îslamê. Ji bo dewleta tirk û hukûmeta AKPê 40 milyon kurd li vê cîhanê tunene.

Tirk her roj bi devkî dibêjin kurd misilman in û em birayên hev ê dînî ne. Erdogan, serokê Diyanetê di telewizyonan da her roj qala vê biratiya kurd û tirkan dikin.

Lê li gel vê jî di tu dereke 44 cildên Ansîklopeediya Îslamê ya Diyanetê da gotinek jî li ser kurdan, li ser zimanê kurdî û li ser Kurdistanê tuneye. Fena ku li vê cîhanê miletekî bi navê kurd tunebe, zimanekî bi navê kurdî tunebe, Kurdistana Federe tuneye.

Bi dîtina min, tunebûna navê kurdan Û Kurdistanê di Ansîklopedya Îslamê ya tirkî da nîşan dide ku dewleta tirk û hukûmeta AKPê ne tenê hebûna kurdên bakur, li dinyayê hebûna kurdan qebûl nake. Li gorî dewleta tirk û hukûmeta AKPê, ji bo wan li ruyê dinyayê kurd tunene, ew hebûna kurdan û hebûna zimanê kurdî qebûl nakin.

Loma jî beyanên devkî, TRT6 û di hin zanîngehan da hebûna beşên kurdî qet pênc peran jî nake, vale ye û ne tiştên ebedî ne. Ev ansîklopedî siyaseta dewletê û hukûmetê nîşanî me dide.

Loma jî dibê parlamenterên BDP-ê vê meselê miheqeq bibin meclîsê û vê yekê ji serokwezîr û Serokê Diyanetê bipirsin.
Dibê hemû alim û dîndarên kurd bi meşên girseyî, bi cîvîn û konferansan vê şêla diyanetê protesto bikin û dezgeheke wiha nîjadperest bi gelê xwe bidin naskirin.

Li dinyayê tu dewleteke din, tu miletekî din ne mimkûn e ku irqçîtî û barbariyke wiha bike.
Di ansîklopediyekê da înkarkirina hebûna miletekî 40 milyonî, zimanekî, coxrafyakê dûrî aqilan e, tiştekî wiha nehatibû bîra naziyan û faşîstan jî.

Diyaneta ku hebûn kurdan qebûl neke, dibê kurd jî li pey îmamên vê diyanetê û vê dewletê nimêjê nekin.
Dezgeha ku hebûna me, zimanê me û welatê me qebûl neke, dezgeheke nîjadperest û faşîst e. Dibê hemû kurd û cîhan û bi vê nîjadperstiya diyanetê û ya dewleta tirk bihesin.

Dibê ev nîjadperestiya diyanetê û dewletê ji 75 parlamenterên AKPê yên kurd jî were pirsîn, bê gelo ew jî difikirin ku li dinyayê kurd, zimanê kurdî û Kurdistan tuneye?

Dewleta, hukûmeta û musilmanên ku hebûna me di ansîklopediyekê da jî qebûl nekin, maneya xwe ew e ku ewme wek neyar dibînin û li dijî hebûna me ne.

Loma jî dibê hemû kurd û bi taybetî jî kurdên dîndar vê rastiyê bibînin û dev ji hevalbendiya vî neyarê nîjadperst û faşîst berdin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar