30 januari 2014

Li ser vegera welêt sohbetek bi dil ra


Sîh(30)salên jiyana min li Kurdistanê, li Wêranşarê û sîhûçar(34)salên wê jî li Swêd derbas bûn.
Yanî ji nîvê jiyana min bêtir li Swêd derbas bûye, lê ez hîn jî Swêd wek welatê xwe û Stockholmê jî wek bajarê xwe nabînim. Tu carî hisekî wiha bi min ra çênebû.

Min li Swêd tim xwe biyanî û mîvan dît. Mîvanekî mîvantiya wî dirêj ajotibe jî lê dizane ku rojekê miheqeq ewê vegere welatê xwe, mala xwe, cî û warê xwe yê zaroktiyê…

Dilê min tu carî li Swêd bi cî û war nebû, tu carî xwe malê Swêd nehesiband û tu carî dev ji xewn û xeyala vegerê berneda. Dema veger ne mimkûn bû jî ev daxwaz û his tu carî bi min ra jar nebû.

Dema ez wiha dibêjim ne ji ber Swêd xerabî bi min kiriye, ya jî zirar gihîndiye min. Ya jî Swêd ne welatekî meriv lê bijî.

Na, belovacî wê, Swêd welatekî pir xweş e. Swêd pir tişt da min, di her warî da jiyana min rehet, xweş û dewlemend kir. Gelek tiştên baş fêrî min kir. Heger ne Swêd bûya belkî îro ez ne ev Zinarê Xamo bûma, belkî min nikanîbû ev rêzan bi kurdî binivîsanda.

Loma jî ez sipasdarê Swêd im. Çêya Swêd û demokrasiya Swêd ezê tu carî ji bîr nekim. Ezê çêyiya Swêd tim û tim binitirînim.

Dîaspora kurd li Swêd tesîreke pir mezin li tevgera kurd ya netewî kir û ev tesîr jî bi xêra îmkanên demokrasiya Swêd bû. Ev rastiyeke dîrokî ye û dibê lêkolînên ilmî li ser were kirin.

Lê belê dîsa jî têrê nake ku ez xwe malê Swêd his bikim û bixwazim heta dawiya jiyana xwe li vir bijîm û li vir bimrim…

Wek min got, li gel ku ev 34 sal in ez li vir dijîm, mala min, xanima min û çar zarokên min li vir in, lê ez dîsa jî xwe wek karkirekî biyanî his dikim, ji bo demekê hatime xebatê û ezê vegerim.

Fena mala min ne li Stockholmê, li Wêranşarê ye, çavên zarokên min li rê ne û loma jî dibê ez vegerim ba wan.

Sîûçar salên jiyana min çima nikanin zora 30 salên jiyana min a pêşî bibin ez fêm nakim. Girêdana min a bi Kurdistanê û Wêranşarê ra bi kindir û zincîran e, pir saxlem e, dikim nakim naqete, lê ya bi Swêd û Stockholmê ra bi benekî xav e, ez carê xwe kil bikim ewê biqete…

Mesela xanima min zêde naxwaze vegere, dibêje em herin û werin. Bira maleke me li vir jî hebe, lê ez dibêjim na, dibê em xatir ji Stockholmê bixwazin…

Ez dikim û nakim, nikanim hestên xwe, dilê xwe ji bo mayina li Swêd îqna bikim. Bi kêmanî heta nuha jî ez wiha his dikim, dilê min tim ji bo vegera bi temamî lêdide.

Ji ber ku sal derbas dibin û teqawitî nêz dibe, loma jî fikir û xeyalên wegerê gav û saetê di serê min da li bin guhên ev dikevin. Dil û mejî gav û saetê bi hev ra di xirecirê da ne….

Hela ka ez binêrim heta du salên din halê me, rewşa me çawa dibe û dilê jî wek nuha dîsa tim bibêje vegere, vegere, vegere…

XXX
Dostî jî, dijminatî jî eşkere be xweş e, qenekê meriv zane kî dost e, kî dijmin e.
Yê min bi xwe heta ji min tê ez vê yekê nîşan didim, qet venaşêrim, nahêlim însan di heqê dostî û ”dijminatiya” min da, di heqê hezkirin û nefreta min da têkevin dudilê ye…
Lê hin kes wek rûviyan e, meriv ne zane dost e, ne zane dijmin e. Ji ber ku dostî û dijminatiya rûvî tu carî ne eşkere ye.

XXX
-Gul, lale, hemû çîçek diçilmisin, pola û hesin dişkê, lê belê dostanî ne diçilmise û ne jî dişkê…
/// Nietzsche

XXX
-Gayê pîs tim golik e, mêrê pîs tim lawik e...



2 kommentarer:

  1. Xalo,

    Guhdariya xanime bike, e ku vegeriyane hemiyan wek ku ew dibeje kirine.

    SvaraRadera
  2. Rast e, xanim biaqil e, nigê xwe nade ciyê şil...

    SvaraRadera