06 januari 2014

Edebiyat bi çi dibe edebiyrata miletekî?


Hamîd Omerî, di nivîsa xwe ya malpera Îlke Haberê da li ser mijareke balkêş disekine. Li gorî agahdariya Omerî, Hesenê Dewrêş û Ferzan Şêr, ji bo Words Without Bordersa ku li ser înternetê weşanê dike ji bo amadekirina Dosya Edebiyata Kurdî xebatek kirine. Û ji bo vê yekê jî nav amade kirine û ji wan navan dest bi wergerê kirine.


Lê berpirsiyar û edîtorê xabatê, ji dêlî navên Ferzan Şêr û Hesenê Dewrêş, kesên wek Murathan Mungan, Yavuz Ekîncî û Mûrad Ozyaşar girtine dosyayê. Yanî ev hersê kes jî wek nivîskarên kurd qebûlkirine.

Li gorî agahdariya Omerî, Yavuz Ekincî û Mûrad Ozyaşar kurd in, lê di heqê eslê Mûngan da ew ne xwedî zanîn e.

Bi qasî ez zanim Murathan Mungan ne kurd e û tu carî jî negotiye ew bi eslê xwe kurd e. Erê ji Mêrdînê ye, lê ev nayê wê maneyê kurd e. Û tiştê min ji devê wî xwendiye ew xwe wek mirovekî bi eslê xwe tevlihev, ne tam ereb, ne tam tirk û ne jî kurd dibîne.

Lê min nedîtiye gotibe ez kurd im. Lê bibêje ez kurd im jî netîceyê naguhere, ew dîsa nabe nivîskarekî kurd û berhemên wî jî bi riya wergerê ji edebiyata tirkî nayên stendin û nabe edebiyata kurdî.

Omerî, di nivîsa xwe da vê hilbijartinê rast nabîne û dibêje, ”Wergerandina berhemên Mungan, Ekîncî û Ozyaşar ya kurdî wan nake nûnerên edebiyata kurdî.”

Bi dîtina min jî ev tespîtek rast e. Nivîskar ne bi nîjada xwe, bi zimanê pê dinivîsîne dibe nivîskarê vî ya jî wî miletî, vê ya jî wê edebiyatê…

Nivîskar bi kîjan zimanî nivîsîbe berhema wî malê edebiyata wî zimanî û wî miletî ye.

Werger, nasnameya nivîskar ya netewî jê nastîne, lê berhema wî jî ji wî zimanî nastîne û nake milkê ziman û edebiyateke din.

Ji ber ku di edebiyatê ne nîjad, esil û koka nivîskar, zimanê wî esas e û diyar dike bê berhem ya kîjan zimanî û kîjan miletî ye...

Edebiyat hinekî jî dişibe futbolê, lîstikvanên taximekî ji gelek nîjad û welatên cihê ne, lê serkeftin ya taxim e, di sicîla taxim da tê nivîsîn.

Dema Barcelona bi golên Messî qezenc dike û dibe şampiyon, ev serketin dibe ya Barcelona û Îspanyayê, kes viya nake serketina Arjantînê.

Ji ber ku Messî di taximekî îspanî da dilîze, loma jî hemû gol û serkeftinên wî wek yên futbola îspanya tê hesêb.

Ev yek ji bo Zlatan jî wiha ye, Zlatan jî ji Bosnayê ye. Lê di kîjan taximî da dilîze golên wî ji bo wî taximî tê hesêb, kes ne dike serketinên Bosnayê û ne jî dike malê Swêd.

Yanî lîstikvan bi eslê xwe ji kîjan miletî be jî ferq nake, di kîjan taximî da bilîze serkeftina wî ya futbola wî taximî û wî welatî ye.
Ev yek di muzîkê da jî wiha ye.

Ma kî dikane bibêje muzîka Aramê Dîkran û Gerabêtê Xaço, ji ber ku ew ne kurd in, êrmenî ne, muzîka wan jî ne kurdî, êrmenî ye…

Edebiyata devikî jî wiha ye. Meriv bi kîjan zimanî bibêje, dibe malê folklor û edebiyata wî miletî.

Ji ber ku çîrokbêj ne kurd e ew tişt ji zargotin û edebiyata kurdî dernakeve û nabe malê edebiyata miletekî din.

Edebiyata nivîskî jî wiha ye. Tiştê berhemeke edebî dike malê vî miletî ya jî miletekî din, ne aîdiyeta nîjadî, ne eslê dê û bavê nivîskar, zimanê wî ye; zimanê berhem pê hatiye nivîsîn. Ya esas ev e. Berhem bi kîjan zimanî hatibe nivîsîn ew aidî wî zimanî ye.

Li Swêd gelek nivîskarên bi eslê xwe xerîb, ereb, faris, tirk û kurd hene. Lê bi swêdî dinivîsin, loma jî ne nivîskarên ereb, faris, tirk û kurd in. Ew nivîskarên swêdî û berhemên wan jî edebiyata swêdî ye.

Yanî ji ber ku ew bi eslê xwe ne swêdî ne berhemên wan jî ji ziman û edebiyata swêdî dûr nakeve. Çimkî edebiyat li gorî zimên ji hev digere, ne li gorî nîjad û pasaporta nivîskar.

Heta ji Yaşar Kemal tê bira bibêje ez kurd im, lê ev yek berhemên wî nake malê edebiyata kurdî.

Mustafa Can kurd e, lê bi swêdî dinivîse, loma jî berhemên wî ne malê edebiyata kurdî, ya edebiyata swêdî ye.

Di edebiyata erebî, farisî û tirkî da jî gelek kurdên bi nav û deng hene, lê herçiqas ew bi eslê xwe kurd bin jî berhemên wan ne malê edebiyata kurdî ye.

Li cîhanê jî nimûneyên wiha ne kêm in. Hin nivîskar hene bi eslê xwe ji miletekî ne lê bi zimanekî din nivîsîne. Û berhemên wan jî malê wî zimanî hatiye qebûl kirin.

Ma nuha yekî tirk bi kurdî romanan, şiîrîn binivîsîne qey emê bibêjin ew edebiyata tirkî ye?

Belkî li Tikriyê û Kurdistanê hin kesên bi eslê xwe tirk, azerî, tirkmen ya jî ereb in, lê bi kurdî dinivîsin hene jî. Ev kes derkevin û bibêjin ew tirk û ereb in jî berhemên wan nabe malê edebiyata tirkî û erebî, ewê tim û tim wek malê edebiyata kurdî bimîne…


Zinarê Xamo Dîrok, drama û edebiyat ne wek hev in. Tirkek dikane bi zimanê tirkî dîroka kurdan binivîse, lê tirkek nikane bi tirkî romaneke kurdî binivîe. Lêkolînerkî biyanî dikane lêkolînekê li ser kurdan bike, lê nikane bi zimanekî biyanî piyeseke kurdî binivîse.
Her milet piyesên Shakespeare werdigerîne û dilîze, lê Shakespeare nivîskarekî îngilîz e û berhemên wî jî malê edebiyata îngilîzî ye. Ev yek ne ji ber eslê wî ye, ji ber zimanê wî ye. Lê werger jî dibe beşekî edebiyata miletekî.

Bi dîtina min ziman esas e, heger ziman ne esas be wê demê ev şerê me yê bi tirkan ra ne hewce ye. Em dikanin zimanê tirkî qebûl bikin û bibêjin em kurd in. Tirkê pir kêfxweş bibin.
Tirk qebûl dikin em bibêjin em kurd in, lê qebûl nakin em bi zimnê xwe perwerde bibin.

Sedat Eroğlu Niviskarek kurd bi kurdî binivîse dibe niviskarê Kurd, lê bi zimanê tirkî binivîse nabe niviskarê kurd. baş e li vir esas ziman e. Gelo sîyasetmedarên me hemû bi tirkî helwesta xwe tîne ziman û ger nivîsê xwe bi tirkî dinivîsîne û em dibêjin sîyasetmedarên kurd.. li vir çewtîyek tûne ye?



Zinarê Xamo Birayê Sedat, li Tirkiyê û Kurdistanê yekî xerîb bêyî ku bi kurdî bizane dikane di partiyek kurd da siyasetê bike, ev, di praktîkê da mimkûn e. Lê nikane bibe dengbêjekî kurd, ji bo ku bibe dengbêjekî kurd dibê bi kurdî bizanibe, edebiyat jî wiha ye. Edebiyat ziman e…
Ez naxwazim navan bidim, lê şairê bi kurdî nenivîse, romanciyê bi kurdî nenivîse ne nivîskarê kurd e. Nivîskarê bi eslê xwe kurd e lê bi zimanekî din dinivîse.
Em bikanibin berhemên wan bikin kurdî pir baş e.

2 kommentarer: