▼
30 december 2013
Em kurd jî ne tu meriv in...
Îbrahîm Xelîl Baran, gotiye li New Yorkê kurd nayên naskirin, aşxaneyên kurdan bi navên tirkî ne, li ser tabeleyên xwe nivîsîne ”Turk Mutfagi, Turk kebabi” û ji nanê goşt ra jî gotina, ” "Turkish Pizza…"
Brahîmê hêja, ev tiştê tu qal dikî ne li Emerîka û Ewrûpayê tenê, li Ruhayê, Diyarbekrê, Meletyê, Meraşê, Xarpêtê û Semsûrê jî wiha ye. Em hemû dizanin sebebê vê yekê îşxala welatê me û asîmîlasyone, ev rast e.
Lê li alî din, para bêşiûrî û bêxîretiya me kurdan jî heye. Yanî kesên haya wan ji vê asîmîlasyonê hene jî kurdayetiyê dernaxin pêş, di kurdbûna xwe da israr nakin. Heta nuha li ser vê meselê min gelek nivîs nivîsîn.
Însanên haya wan ji vê rewşê heye dibê vê kêmasiyê tim bi bîra dikandar, têcir û xwediyê kar xe, jê ra bibêje, tu kurd î çima navê dikana te, aşxaneya te, qahwexaneya te ne bi kurdî ye? Çima menuya te ne bi kurdî ye, çima tu bi kurdî servîsê nakî ?
Ez diherim ku derê viya dibêjim. Li Diyarbekrê min bi israr got. Li Sanat Sokagi(Kolana Sinet) nivîsandibûn ”Turk Kahwesî”, ez xeyidîm, min got, çima turk kahwesî, tirk dibêjin ”turk hahwesî”, tu jî dikanî bibêjî ”qahwa kurdî”. Min bi kurdî nivîsî û da wan. Û dû ra guhertin, navê wê kirin qahwa kurdî.
Wê salê li Almanya li bajarê Gîssenê ez çûm marketa kurdekî nisêbînî. Min bala xwe dayê li ser sebze û fêkî li gel almanî, bi tirkî jî nivîsî ye. Ez gelkî aciz bûm. Li kasê min got:
-Ma em kurd ne însan in, perê me ne pere ye?
Mêrik matmayî ma, got estaxfurelah abê, xêr e, çi bûye?
Min got, law ji bo çi te etîketên xwe li gel almanî bi tirkî jî nivîne? Ma mişteriyên te tenê tirk in? Heger tu dixwazî bi zimanê hemû mişteriyên xwe binivîsînî wek kurd, dibê tu bi kurdî jî binivîsîne.
Welhasil ez dirêj nekim, uzrê xwe xwest, got me qet bîr nebiriye û ezê vê dîtina te ji birayê xwe ra bibêjim. Lê min pirs kir bi kurdî nenivîsî ye.
Rojê bi sedan kurd diherin wan etîketên bi tirkî dibînin lê yek kes jî aciziya xwe nîşan nade. Heger sed kurdên din jî wek min xwe aciz bikira ewê ya tirkî rakira ya jî bi kurdî jî binivîsanda.
Lê ji ber ku kurd dengê xwe nakin, loma jî mêrik qedir û qîmetê nade kurdan.
Heger ji dêlî tirkî, etîket bi kurdî bûna tirkan ewê qiyamet rakira, her mişteriyê tirk ewê sebebê vê yekê ji dikandar bipirsiya û belkî jî careke din neçûya ser wê dikanê.
Yanî wek mişterî, wek însan dibê meriv reaksiyonê nîşan bide, qebûl neke. Lê em nakin. Û loma jî rewş wiha ye.
XXX
”Hesabê Roboskî, roja ku me Kurdistan diyarî dayikên Roboskî kir ewê were pirsîn.”
///Selahadîn Demirtaş
Rastî ev e, heta em kurd nebin xwedî welat û dewlet emê tim wiha werin kuştin; carnan li Ozalpê, carnan li Zîlanê, carnan li Dêrsimê û carnan jî li Roboskiyê. Heger em dixwazin neyên kuştin çare dewletbûne.
Bala xwe bidinê berê erebên Îraqê her roj kurd dikuştin, lê îro êdî nikanin bikujin.
Çima?
Ji ber ku kurd li welatê xwe bûne xwedî desthilat, êdî ew xwe îdare dikin.
Dibê em kurdên Kurdistana bakur(Tirkiyê)jî wek yên başûr li welatê xwe bibin xwedî desthilat, xwedî parlamento, xwedî pêşmerge, pûlis, edalet, zanîngeh û dibistan…
XXX
-Wexta gîha bû kes ne xuya bû, bû firîk Heso û Hemo bûn şirîk..
-Wexta kar rû diguherîne, wexta şîvê kevçiyan tîne.
Ê dinya wiha ye, hin dikin hin dixwin. Dîrok hinekî jî çîroka kê kir û kê xwar e…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar