17 oktober 2013

Dil hebe fêrbûn rehet e



Gava meriv tirkînivîsîna kurdekî rexne dike, di cî da dibêje, ma dibistan û zanîngehên kurdî hebûn ku em neçûnê, em çûne dibistanên tirkî û tirkî fêr bûne, loma jî kurdînezaniya me ne sûcê me.
Kêla mahneyan tu carî tije nabe, gava meriv nexwaze, meriv hezarûyek sebeban dibîne.
Tu dibêjî qey yên bi kurdî dinivîsin çûne dibistan, aqademî û zanîngehên kurdî. Her kes, her nivîskarê kurd bi xeyreta xwe ya şexsî fêrî nivîsîna kurdî bûye. Yanî di warê fêrbûna kurdî da tu kes ji tu kesê din bêtir ne xwedî derfet û îmkan e, em hemû kurd di halê hev da ne.
Rewşa kurdên Kurdistana bakur îro ev e, dibistan, aqademî û zanîngehên me tunene û demeke dirêj jî ewê tunebin. Li gorî vê rastiyê dibê em xwe amade bikin û tev bigerin.
Ji bo fêrbûna kurdî ya herî muhîm daxwaz û biryar e, dibê meriv bi rastî bixwaze fêr bibe û biryara fêrbûnê bide. Dû ra hêdî hêdî, bi xwendin û nivîsandinê ra meriv fêr dibe, xwe bi pêş dixe.
Ez bawer dikim her kurdê xwendin û nivîsandina wî heye dema bixwaze dikane di nava çend rojan da fêrî nivîsandina kurdî bibe.

XXX
Muhamed Salih Hêvîdar, di komentera xwe ya nivîsa min da gotiye, ” kurd dixwazin li kurdistaneke azad bi zimanê tirkî biaxivin..”
Baweriya min jî ew e, heger îro ji kurdên Kurdistana Tirkiyê bipirsin, bi îhtîmaleke mezin piranî ewê bibêjin bira Kurdistan hebe, lê belê zimanê me jî tirkî be…
Lê dema zimanê kurdan tirkî be bi serê min û we, ne kurd dimînin û ne jî Kurdistan çê dibe.
Çimkî miletek bi zimanê xwe heye. Gava ziman bibe tirkî milet jî dibe tirk. Ma li Tirkiyê û Kurdistanê bi milyonan kurd û miletên din ji ber ku zimanê wan bûye tirkî nebûne tirk…
Yanî bira em kurd bin lê zimanê me tirkî bimîne xeyaleke xeter e, nîşan û fikra redkirina kurdbûnê û Kurdistanê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar