12 oktober 2013

DDKD û "marqe"!


Di siyasetê da meriv ne li dor nav, li dor fikir û îdeolojiyê û programekê tê ba hev û partiyan ava dike. Lê li gorî hin hevalên me DDKD wek Porsche û Lada yê ”marqeyek” e, bi xêra vî navî meriv dikane bibe hêz, loma jî dibê meriv dev ji vî navî bernede.
Marqe çi ye!
Marqe navek e, navekî ji bo ku meriv malên dişibin hev ji hev bigerîne. Yanî Porsche û Lada du marqe ne.
Em dizanin ku Porsche bi motor, suret û konfora xwe ji Ladayê baştir e, baş e DDKD bi çi yê xwe ji BDKD-ê baştir e?
Yanî dema meriv bi xwaze Porscheyê bikire meriv dizane ku çi xusûsiyetên wê hene û dema meriv Ladaya rûsan bikire, dîsa meriv dizane ku erbeyeke çawa ye. Ev her du erebe jî fizîkî hene, meriv dikane bibîne, ferqên di nabêna wan da fêr bibe.
Lê DDKD ne bi çav tê dîtin û ne jî bi dest tê girtin, navê komeleyeke demekê ye.
Ji bo ku em dîsa bibin endamê DDKD-ya nuh dibê em bizanibin ku ev rêxistin nuha ji bo kurd û Kurdistanê çi diparêze, xwediyê kîjan fikir û îdeolojiyê ye, programa wê ya ji bo çareseriya mesele Kurdistanê çi ye?
Yanî ji bo me îro ne nav, fikir û programa DDKD-a nuha muhîm e, îro çi dibêje, çi dixwaze?
Loma jî mesela ”marqê” ne rast e û ne argumenteke cidî ye, ya muhîm însan û programa wê ye.
Ma ji ber ku navê rêxistinekê DDKD ye qet însan dibe endam? Tiştekî wiha ne mimkûn e.
Porsche û Lada yê li gorî hin xusûsiyetên wan em dikirin ya jî nakirin, partiyan jî li gorî îdeolojî û programên wan em ji hev digerînin û dibin endam ya jî nabin endam. Ne li gorî navê wan…

XXX


Her roj gava ez tiştekî nuh fêr dibim bi vê fêrbûnê ra bi nezaniya xwe jî dihesim.
Ez fêm dikim ku nezanî bêdawî ye, heta roja mirinê jî merivê bi sedhezaran tiştî nizanibe û bimre.
Nuha bi saya propagandeya Emer Farûk Kaya yê zarşîrîn, min li perçeyekî kompîzotorê japonî Kîtaro guhdarî kir.
Li ciyê karê min kursiyeke masajê heye, pişta meriv miz dide, tev dide. Dema pişta min biêşe ez carnan diçim têda rûdinim û li muzîkên bi vî rengî guhdarî dikim. Yanî dema kursî karê xwe dike meriv li muzîkê jî guhdarî dike. Ji bo dilê meriv rehet bike, aram bibe.
Ji perçeyên meriv lê guhdarî dike yek jî ev muxîk e, lê min nizanî bû ku ya Kîtaro ye.
Ji xwe min navê Kîtaro jî qet nebihîstibû. Heger min bihîstibe jî qet nayê bîra min. Ji ber ku ne siyaset e. Yanî ez hewqasî paşda mayî me.
Gava meriv li Kîtaro guhdarî dike, tavilê hestî, masûlk û movikên meriv ji hevda dikevin, ruhê meriv wek zarokekî li pêsîrê di xew ra dihere. Meriv hemû derd û kulên xwe ji bîr dike û wek şalûl û bilbilên di nava Baxê Îrem da ji ser vê gulê, difire ser gula din.
De kerm bikin hûn jî li Kîtaro guhdarî bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar