30 september 2013

Tuncel Kurtîz û şîna kurdan


Ev çend roj in hin kurd di şîna Tuncel Kurtîz digrin, di medya sosyal da bi sedan kurd ji ber mirina Kurtîz ya ji nişka ve xemgîniyên xwe tînin zimên.
Ez nabêjim dibê em bi mirina wî kêfxweş bibin, lê dema ne dostê miletê me jî dibê em bi mirina wî xemgîn nebin.
Do bi şev di facebookê da min dît kurdekî rismê wî kiriye rismê profîla xwe. 
Min jê pirsî, bê gelo ji bo çi wî ew risim kiriye rismê profîla xwe, gelo ew Tuncel Kurtîz nas dike ya na?
Di sohbeta me da derket ortê ew Kurtîz nas neke, lê texmîn dike ew ”devrimcîyekî/şoreşgerekî” pir baş bûye.
Ez jî Tuncel Kurtîz nas nakim, lê ji ber ku çepekî tirk bû ez hinekî jê bi şik bûm, loma jî min texmîn dikir ku bi kêmanî ewê ne dostê miletê kurd be.
Di nava çepên tirk da helbet îstîsna hene, ez qala wan nakim. Min xwest ez him vê yekê û him jî koka Tuncel Kurtîz fêr bibim.
Tuncel Kurtîz heta salên 1990-î li Swêd, li Stockholmê dima. Lê me qet hevûdu nas nekir, tesaduf nebû.
Min do ji hevalekî ji zûda ye li vir e, pirsa dîtin û fikrên Tuncel Kurtîz yên derbarê kurdan da kir.
Hevalê min jê pirsî, Tuncel baş nas dikir, got, ”merivekî neyarê kurdan” û li dijî azadiya kurdan bû.
Hevalê min got, wî bi Tuncel Kurtîz re li ser mesela kurd minaqaşeyên pir sert jî kiriye.
Belê, yanî ev Tuncel Kurtîzê ku ev sê çar roj in kurd wer şîna wî dikin, merivekî li dijî kurdan û doza kurdan bûye, lê kurdên me dîsa jî şîna wî dikin.
Filistîneyek heta yekî cihû baş nas neke, nizanibe ew di heqê filistîniyan da çi difikire, tu carî pê ra nabe heval, pesnê wî nade û jê hez nake.
Poloniyek heta yekî rûs baş nas neke, ew çi be jî gotineke baş di heqê wî da nabêje.
Esas di normalê da ferdên her miletî li hemberî ferdên miletên serdest ya jî yên dijmin wiha hereket dikin.
Lê tenê kurd wiha nakin, tenê kurd bêyî ku tirkekî nas bikin, bêyî ku bizanibin di heqê kurdan û mucadeleya wan da ew şexs çi difikire, dibin evîndar û heyranên wî...
Û numûneya herî dawî jî Tuncel Kurtîz e, mêrik wek çepên Perînçek û Partiya Komunîst li dijî kurdan bûye, lê kurdên me dîsa jî xwe dirûçikînin û şîna wî dikin.
A xwenasnekirin û bêşiûrî ev e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar