02 september 2013

Kurdan dîsa ji yekîtiyê ra gotin NA !



Li gorî xebera Rûdawê Kongreya Netewî ya Kurd dîsa îptal bûye. Endamê Komîteya Amadekar Kemal Kerkûkî gotiye ew û PKK-ê li ser dabeşkirina delegeyan li hev nakin.
Sebeb ev be ya ne ev be cara duyem îptalkirina kirina kongireyê tiştekî pir xerab e, moralê kurdan xera dike û manewiyata wan dişkîne.
Bi vê vê netîceyê careke din derket ortê ku kurd ya naxwazin ya jî nikanin yekîtiya xwe çêkin.
Heger kurd bixwazin yekîtiya çêkin, li hemberî dijmin hêzên xwe bikin yek mesele delegeyan çareser dibe. Deh nûner kêm ya zêde ferq nake. Lê dema meriv nexwaze tiştên wiha dike mahne.
Heyf û gelkî heyf, heger di rojeke wiha da jî kurd nikanibin di kongreyekê da werin ba hev û gelşên xwe minaqaşe bikin pir şerm e…
Lê dibê em ji bîr nekin, heta ku em bêtifaq bin, emê tim wiha bindest û bêwelat bin.

XXX

Ji roja îniyê da ye komputera(datora, bilgisayara)min xera bûye, ev çar roj in ez xwe li serê çiyê wek pêşmerge û gerîlayekî bê çek his dikim. Ji roja îniyê da ye min xîçek jî navêtiye ji dijmin da.
Ez van rêzan nuha ji ciyê karê xwe dinivîsim.
Ez ji xwe ra dibêjim, di xerabûna koputura min da miheqeq ”tiliya” çeteyên tirk heye, li ciyê rehetiyê ez nikanim vekim, dibêje ez vê profîlê nas nakim. Yanî makîna min, min nas nake! De were vî kerî di vî buherî ra derbas ke…)
Lê ew bêminet in, çi ji destê wan tê bira bikin, heta Metîn Xoce(Husametîn)hebe ew nikanin tiştekî bikin. Metîn xoce tunebe, Nîhat heye. Yanî ew bêminet in…
Pêr bi şev li daweta keça Mistefa Aydogan min komputer teslîmê Metîn xoce kir. Do telefonî min kir, gotm temam e, çêkiriye û ewê Wîndowsê ji nuh ve lê siwar bike. Problemeke cidî bû ye.
Ez gelkî tirsiyam ku keda min ya 33 salan bi avê da here. Xebat û keda min ya ji salên 1980-î da hemû di vê bêxwediya makînê da ye û di ser da kopya wê jî tuneye. Lê Metîn hemû nivîsên min xistiye dîsketeke/mejuyekî ekstra. Bi rastî ji wendabûnê ez pir tirsiyam. Li dora 1600-700 meqale û sê kitêbên min tê da ne. Axirê mala Metîn ava, keda min ya salan xelas kir. Êvarî ezê herim jê bigrim û dîsa wek berê bi kêfxwesiyeke mezin pê binivîsim.
Li jor min got dawet, dibê ez bi çend gotinan qala vê daweta xwes jî bikim. Daweteke pir xweş bû, pir bi rêk û pêk bû. Menuyeke wan ya bêqusûr hebû. Xêra dawetê, me dîsa gelek dost û heval dîtin û sohbet kir.
Ez ji bûk û zavê ra temenekî dirêj, dilşadî û bextewariyeke li gorî dilê wan dixwazim.
Bi hêviya ku em û hemû dê û bavên kurd jî vê roja dilşadiya zarokên xwe bibînin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar