▼
23 september 2013
Hilbijartinên Almanya û rebeniya kurdan
Bi qasî tê gotin tirkan li Almanyayê tam 11 tirk şandine parlamentoyê û kurdan jî 0, erê erê, tam SIFIR!
Yanî ne yek jî…
Yanî milyonek kurd û belkî jî hîn zêde, nikanîbûne parlamenterekî jî derxin.
Çi rûreşî sosireteke mezin e, wek kurd ez li ber xwe ketim…
Çimma tirk dikanin 11 kesan bişînin parlamentoyê, lê kurd nikanin yekî jî bişînin?
Esbabî mucîbeya vê yekê çi ye?
Ez ji we ra bibêjim: Ji ber ku tirk wek milet û kurd jî wek eşîran difikirin û hereket dikin.
Li ba tirkan şiûrê netewî xurt e, li ba kurdan zeîf e.
Ferq ev e.
Tirk ji kîjan fikir, dîtin û baweriyê dibe bira bibe, di demên wiha da wek ferdên miletekî hereket dikin, dijayetiyên xwe yên şexsî, siyasî, îdeolojîk û mezhebî didin aliyekî û berjewendiyên xwe yên milî didin pêş. Ne li kar û menfeeta şexsê xwe, partiya xwe, li ya miletê tirk, li ya dewleta xwe difikire, vê yekê muhîntir dibîne.
Li ba piraniya kurdan ev hest, ev şiûr tuneye, dikane bi rehetî li hemberî kurdekî piştgiriya tirkekî bike.
Li gorî texmînan li Almanyayê li dora 2, 5 milyon hemwelatiyên Tirkiyê hene.
Ji vê nufûsê heger ne milyonek be, bi kêmanî 700-800 hezarê wan kurd in. Bavo bira 500 hezar be.
Tu nufûsa kurdên Sûriyê, Îranê û Îraqê jî têxî ser vê hejmjarê, nufûsa kurdan jî li dora digihîje milyonekî. Belkî jî hîn zêdtir be.
Yanî nufûsa kurdan jî bi kêmanî bi qasî nîvê ya tirkan heye û belkî jî hîn zêdetir e.
Lê li gel vê jî tirkan 11 parlamentreran derxistine û kurdên me jî 0...
Yanî di maça tirk û kurdan da, tirkan 11-0 zora me birin.
Kurd bi paranî ne wek ferdên miletekî, wek ferdên eşîrekê hereket dikin.
Loma jî kurd qet xêra hev naxwazin, naxwazin kurdekî ne ji fikrê wî, ne ji partiya wî, ne ji bajarê wî, ne ji dînê wî, ne ji mezhebê wî bi ser keve.
Kurdekî li dijî PKK-ê dinya jî xera bibe, raqibê yê PKK-ê tirk be jî raya xwe nade kurdekî PKK-yî ya jî nêzî PKK-ê.
Yekî PKK-yî jî raya xwe nade kurdekî ”serok qebûl neke”, kurdekî ji fikir û hêzeke din.
Elewî raya xwe nade yê sunnî, sunnî jî raya xwe nade yê elewî…
Êzdî raya xwe nade yê dîndar, dîndar jî raya xwe nade yê êzîdî.
Yê ruhayî raya xwe nade yê mêrdînî, yê mêrdînî raya xwe nade yê ruhayî.
Kurmanc raya xwe nade yê soran, soran raya xwe nade yê fêlî û yê zaza jî raya xwe nade yê soran û nizanim kê…
Ez dikanim vê çîrokê gelkî dirêjtir bikim, lê ne hewce ye, hûn jî dizanin em kurd çi mal in, çi xwelîser û çi edîqomên hev in.
Heger em ne xwelîser, edîqom û bêkêr bûna me yê jî wek tirkan li Almanya yê heger ne 11 parlamenter ba jî, 5-6 parlamenter derxista.
Lê me dernexist, ji ber ku em ne layiq in. Heger em miletekî layiq bûna me yê li Almanyayê parlamenterekî kurd derxista.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar