23 juli 2013

Kurd bi van derewan naxapin


Wezîrê Tirkiyê yê kar û barên derve Ahmet Davutoglu û berdevkê serokwezîr Bulent Arınç, ji bo ku dijminatî û êrîşên xwe yên li hemberî kurdên rojava veşêrin demagojiykeke mezin dikin, dibêjin ku xwedêgiravî ew ne li dijî tu grûbeke dînî û etnîkî ne. Ew dixwazin li Sûriyê bi îradeya gel hukûmeteke meşrû û demokratîk were ser hukim û her kesî himêz bike. Lê heta ku ev nebe, ewê hukûmeteke defakto ya grûbeke etnîkî qebûl nekin.
Davutoglu û Arınç, wek du siyasetmearên Sûriyê dipeyivin, fena ku Sûriye welatê wan e û loma jî li ser şiklê rejîmê û hukûmetê dîtinên xwe dibêjin. Tu dibêjî qey bi wan ketiye kî li Sûriye kîjan hukûmetê ava dike?
Lê em dizanin kun ev şêla Davutoglu û Arınç ya mudaxelekar ji ber kurda ye, ji ber ku kurd li Sûriyê hene û doza mafên xwe yên netewî û azadiya welatê xwe dikin, loma jî ew xwe wek xwediyên Sûriyê dibînin û vê demagojiyê dikin.
Îcar ji bo ku Davutoglu û Arınç demagojiyê dikin, loma jî wek camêran xweşik û rast napeyivin, nabêjin ewê hukûmeteke kurd qebûl nekin, ” ji dêlî wê ve, dibêjin ”hukûmeteke grûbeke etnîkî û dînî..” û nizanim çi û çi….
Lê ji serî heta dawî demagojî ye, hemû mesele kurd in û qebûlnekirina hukûmeteke kurd e. Hukûmeta AKP-ê dibêje heger kurd li Kurdistana rojava hukûmeta xwe îlan bikin em qebûl nakin û emê destûrê nedin gaveke wiha. Hemû mesele ev e.
Li Sûriyê bêyî kurdan tu grûbeke ”etnîkî” ya ku doza avakirina hukûmeta xwe dike tunyeye, tenê kurd viya îma dikin.
Ev yek.
Ya din, gelo Davutoglu û Arınç, çima meselê, yanî statuya kurdan taloqî pêşerojeke ne diyar yanî taloqî avabûna ”hukûmeteke meşrû û demokratîk dikin?”
Wiha dikin, ji ber ku hêviya wan ew e ku di pêşereojê da dema şer raweste û ereb li heb bikin, ya jî Esed here û muxalefet were ser hukum ewê tu mafî nedin kurdan.
Loma jî Davutoglu û Arınç û hemû berdevkên hukûmetê şîreta payinê li kurdan dikin, dibêjin nuha hukûmeta xwe ava nekin, bipên, kînga şer qediya û hukûmeteke nuh ava bû, wê demê hûnê mesela xwe hel bikin.
Helbet em baş dizanin ku ev derew û demagojî ye, sibe bi riya hukûmeteke ”meşrû û demokratîk” jî mafê kurdan were dayin, Tirkiye ewê dîsa li dij derkeve.
Ma kurdan li başûr mafên xwe bi riya meşrû û qanûnî nestendibûn?
Lê Tirkiyê dîsa ev yek jî qebûl nedikir û dev ji xetên xwe yên sor bernedida.
Yanî ya Tirkiyê zor e, dibêje ez ne li Tirkiyê mafê kurdan didim û nej î dihêlim li welatekî kurd bibin xwedî maf û statuyeke siyasî bin.
Ya din kurd ne mecbûr in li bende lihevkirin û aştiya ereban bimînin û bi wan ra bijîn. Tiştê sibe mafê kurda ye îro jî mafê wan e. Mafê jiyana bi miletekî ra ne miletê serdest, miletê bindest dide. Yanî heger kurd ewê bi ereban, bi tirkan û farisan ra bijîn y ana, dibê ne ereb, tirk û faris bidin, dibê kurd bi xwe bidin. Û li her dera dinyayê jî ev yek wiha ye.
Davutoglu û Arınç eynî tiştî ji tirkên Qibrisê ra nabêjin, nabêjin heta ku hûn bi rûman ra li hev nekin hukûmeta xwe îlan nekin. Belovacî, ji rûman ra dibêjin, dibê hûn serxwebûn û dewleta tirkên Qibris qebûl bikin.
Heger Davutoglu û Arınç samîmî ne, bira eynî tiştî ji muxalefeta Esed ra jî bibêjin, bibêjin dibê hûn serxwebûna kurdan qebûl bikn.
Yanî kum ketiye û serê gurrî êdî li ber çava ye, kes bi van demagojiyên Davutoglu û Arınç naxape, kurd dizanin Davutoglu û Arınç ç dibêjin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar