08 juli 2013

Gurriyo navê min li te, kumê min li serê te


Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji ber ku Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê darbeya leşkerî ya Misrê rexne nakin, rindikî nabêjin ev ”darbe” ye, xwe gelkî aciz dike û Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê bi durrûtiyê rexne dike, dibêje ”ka hûn parêzvanên demokrasiyê bûn, ma parêzvaniya we ya demokrasiya ev e?”
Erdogan, ne Emerîka û Xerbê tenê, her kesê ku li dijî cûntayê dernakeve bi nedemokratbûnê, bi bêexlaqiyê û durrûtiyê îtham dike, dibêje ev, piştgiriya zulmê ye.
Hela hûn werin vê ecêbê, ne kes, Erdogan xelkê bi ”cotstandardiyê” û bi durrûtiyê rexne dike.
Kurd dibêjin, ”gurriyo navê min li te, kumê min li ser ê te!”
Do bi şev di TRT6-ê da Îbrahîm Guçlu û herdu pêşkêşvanên programê jî wek Erdogan, Emerîka û Xerb bi durrûtiyê rexne dikirin û hersiyan jî pir bi dilekî şewat qala ”cotstandardî” û durrûtiya Emerîka û Xerbê dikirin.
Fena ku Erdogan û hukûmeta wî qet ne durrû ye, ew li hemberî her kesî dirist û adil hereket dikin, ew qet cotstandardiyê bikar naynin, ji heq ra tim dibêjin heq û ji neheq ra jî dibêjin neheq(!)
Şêl û rexnekirina Erdogan meriv fêm dike, camêr li gorî menfeeta dewleta xwe hereket dike û li gorî wê dipeyive.
Erdogan îro menfeeta xwe û hukûmeta xwe di rexnekirina Mursî da dibîne, loma jî li dijî darbeyê ye.
Lê heger menfeeta xwe tê da nedîta bêguman wî yê jî wek Emerîka û Ewrûpayê gelek qal û qîl bidîta û gelek çiv bida xwe û wek nuha li dijî darbeyê dernekta.
Dibê em vê yekê bibînin û bi bîra Erdogan xin, jê ra bibêjin, tu jî li gorî menfeeta xwe hereket dikî, dema were hesabê te, tu jî durrûtiyê dikî, tu jî her tim ne piştgirê heqiyê yî.
Ji dêlî ku Guçlu û kurdên ku li dijî cûntayê derdikevin ji Erdogan ra viya bibêjin, wek wî dipeyivin, çavên wan durrûtiya Emerîka û Xerbê dibîne, lê ya Erdogan û Tirkiyê nabîne.
Rast e, Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê li hemberî cûntayê şêleke demokrat nîşan nedan û darbe bi zimanekî zelal mahkûm nekirin. Ev rast e. Dibê meriv bibêje.
Lê ne Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê tenê wiha dikin, hemû dewlet wiha dikin.
Û ji her kesî bêtir jî Tirkiye di mesela kurdan da tim wiha dike, tim siyaseteke wiha durrû dimeşîne.
Fermo çend numûne:
Tirkiyê û Erdogan pitgriya serxwebûna Bosna Hersekê, Makadonyayê, Kosowayê kirin, ya Çeçenan dikin, ya tirkên Qibrisê dikin, lê eynî Tirkiye û Erdogan ji bo kurdan jî eynî tiştî naxwazin, qebûl nakin ku kurd ji Îraqê veqetin û dewleta xwe îlan bikin.
Li gorî edalet û ûjdanê Erdogan mafê 300 hezar tirkên Qibrisê heye bibin xwedî dewleteke serbixwe, lê mafê 20 milyon kurdên bakur, 5 milyon kurdên başûr, 4 milyon kurdên rojava û 9-10 milyon kurdên rojhilat tuneye bibin xwedî dewlet.
Erdogan, ji bo ku 300 hezar tirkên Qibrisê bibin xwedî dewlet çi ji destan tê dike, lê ji bo ku 40-50 milyon kurd nebin xwedî dewlet nig di bin xwe ve nake…
Erdogan bi dil û can piştgiriya dewleteke serbixwe ya filistîniyan dike, lê nahêle kurd li Sûriyê bibin xwedî federasyon jî.
Erdogan dixwaze li Çînê tirkên Uygur ji Çînê feqetin û bibin xwedî dewleteke serbixwe, lê eynî Erdogan ji bo kurdên xwe otonomiyê jî qebûl nake, qebûl nake ku zarokên kurd bi zimanê xwe jî bixwînin.
Yanî ne tenê Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê, Tirkiye jî li hemberî kurdan eynî durrûtiyê û cotstandardiyê dike.
Ji bo ku Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê serxwebûna tirkên Qibrisê nas nakin Erdogan gilî û gazinan dike, wan rexne dike, lê eynî Erdogan ji bo ku Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê li tu beşekî Kurdistanê jî piştgiriyê nadin serxwebûna kurdan pir memnûn e.
Wê gavê durrûtî ne tenê Emerîka û Xerb dikin, Erdogan bi xwe jî eynî tiştî dike, lê ew yê xelkê dibêje, yê xwe nabêje.
Helbet Erdogan ewê qala siyaseta xwe ya durrû neke, lê dibê siyasetmedarên kurd bibêjin, miletê kurd vê durrûtî û demagojiya Erdogan bibîne û bide ruyê wî.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar