20 juli 2013

Çima siyasetmedarên kurd naxwazin li Kurdistanê bijîn?


Kejê Bêmal, di malpera Agendakurd da li ser ”homoseksuelên kurd” nivîseke pir balkêş nivîsî ye; dosya ”Homoseksuelên kurd”.
Bi yekî bi navê Atalay ra hevpeyvîneke dirêj kiriye. Atalay dibêje ew bi eslê xwe ji Rihayê ye û nuha li Amedê dijî û di nava komeleya Keskesor da dixebite.
Li ser pirsa Kejê xanim, li Amedê tu rûbirûyî çi bû, hêviyên te bi cî hatin ya na?, Atalay dibêje:
-Li vê derê tiştê herî bêtir tesîr li min kir hestê aîdîyetê ye. Pir ecêb e, bi salan li Uskudarê mam, li Îzmîtê hatim dinyayê, li wir mezin bûm. Li tu derê ez van hestên aîdîyetê nejiyam û min li tu derê hewqasî reht nekir. Hîn jî ez nizanim ev yek ji ber çi ye…
Ez li ser van gotinên Atalay gelkî fikirîm. Çawa dibe homoseksulek ne li Uskudarê, ne li Îzmîtê, lê li Amedê dikane vê azadiyê, vê rehetiyê tenefus bike?
Di normalê da dibê Uskudar û Îzmît ji bo kesekî homoseksul rehettir bûya.
Lê wisa xuya ye ji bo homoseksuelekî kurd jî li gel hemû zor û zahmetiyan jiyana li welatê xwe û di nava miletê xwe da azadtir û rehettir e. Homoseksuelekî kurd jî êdî xwe di nava tirkan da rehet û azad his nake.
Bi dîtina min ev hestê aîdîyetê gelkî muhîm e û ez jî vî hestî di kûrahiya dilê xweda his dikim. Loma jî ez kusêxekî Wêranşarê bi qesir û qonaxên Stenbol, Anqara û Bursaya Tirkiyê nadim.
Bala xwe bidinê, homoseksuelekî kurd jî xwe li Tirkiyê, di nava tirkan da azad û rehet his nake, loma jî dihere li welatê xwe bi cî dibe.
Lê piraniya serok û siyasetmedarên kurd li Stebnbol, Anqere, Îzmîr, Çeşme, Dîdîm û Bodrûman dijîn, li Tirkiyê xanî û havîngehan dikirin û diçin li wan deran bi cî dibin, tahtîlên xwe li wan bajaran derbas dikin.
Yanî ew aîdîyeta ku homoseksulekî kurd jî êdî his dike, hîn gelek serok û siyasetmedarên kurd his nakin.
Bi dîtina min ev yek ciyê xemgîniyê ye. Wek siyasetmedar, ronakbîr heger meriv ne mecbûr be dibê meriv welatê xwe û bajarê xwe tercîh bike.
Lê serok û siyasetmedarên kurd hîn jî xwe li Stenbolê, Anqrê, Îzmîrê, Dîdîmê, Bodrum û Çeşmeyê ji Amedê, Wanê û Rihayê rehettir û azdttir his dikin.
Ev jî tarajediyeke me ya kurda ye…

XXX
Ez û xanim îro em çûn li dora gola me gelkî geriyan. Esas milekî deryayê ye lê jê ra dibêjin gol.
Havînan di nava avê da qehweyekê vedikin(qahwa sor), ciyekî gelkî xweş e. Em çûn bîstekê li wir rûniştin û me bîstekê li ordegan temaşe kir.
Di vegerê da me dît ku xelk li seranserê kêleka golê goşt dibrêjin, bi zikê birçî bîna goşt av bi devê min xist û ez gêj kirim.
Piştî em hatin mal, me dît ku wa ye cîranê me jî teqereqa wî ye, dike goşt bibrêje.
Me got dibê em jî vê êvarê tiştekî bikin. Xanimê çû goşt kirî û hat. Me manqela xwe danî, agirê xwe vêxist û goştê xwe da ser. Em nuh ji ser sifrê rabûn.
Lê çi be jî ne wek ya Kurdistanê, xwarina bi dost û hevaln ra ye. Nuha Heyder Diljen û Sebîha li kêleka çemê Ferêt her roj goşt di ser serê xwe davêjin.
Lê dixwaze bira ne goşt, nan û penêr û zebeş be jî axirê li Kurdistanê xwarin jî û sohbet jî xweştir û weselam…




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar