12 juli 2013

Bîranînek li ser marîjok û gumgumokê

Malpera”Zimanê Kurdî”, carcarnan navê hin nebat û lawiran(heywan û reptîlan)yên bi kurdî dipirse. Dema ez lê rast werim û tiştekî bizanibim bersîvê didim.
Bîstek berê rismê marîjokê(reptîlekê) parvekiribûn û navê wê yê bi kurdî pirsî bûn, min got li ba me jê ra dibêjin ”marîjok” û bi kurtayî qala çîrokek ku li ba me li ser tê gotin jî kir. Ez dixwazim li vir jî qala wê çîrokê bikim.
Li herêma me(Wêranşarê)li gorî rîwayetekê milet dibêje, dema Hz. Îbrahîm avêtine nav êgir, marîjokê çûye bi devê xwe av aniye li êgir kiriye û xwestiye êgir vemrîne, lê gumgumokê(gimgumokê) jî pifî êgir kiriyê, xwestiye êgir gurrtir bike.
Loma jî me zarokan tu carî marîjok nedikuşt, lê gumgumok li dera bidîta dikuşt.
Û her cara me gumgumok didît jî me digot, ”gurr guup, hesinê zupp” û devê xwe digirt. Dema me bera wê dida me tu carî devê xwe venedikir û em nedipeyivîn. Li gorî rîwayetê heger meriv bipeyiviya ewê diranê meriv biweşiya û xurî , pizik li laşê meriv derketa…
Lihevhatina “gurr gupp, hesinê zupp” dikane bi hawakî din jî be, lê tiştê di bîramin dam aye wiha ye.

XXX
Her ku kurd xwe nas dikin, tirk li çonga xwe dixin, porê xwe dirûçikînin.
Ev nasîn çi ye û çawa çêdibe?
Gava kurd ne bitirkî, bi zimanê xwe bi hev ra didin û distînin, dest bi xwendina edebiyat û dîroka xwe dikin, têkiliyên xwe bi kurdên beşên din ra xurt dikin, bi hev ra tîcaretê û siyasetê dikin, diçin gazî û dema hewce be hawara hevûdu.
Ev yek li ba kurdan şiûra milî û hestên kurdayetiyê xurt dike, kurdan dike milet.
Tirk ji vê pêşketinê gelkî aciz in lê nikanin pêrgiyê lê bigrin, ji ber dinya êdî ne dinya berê ye, cin carê ji şûşê derketiye…

XXX
Kesên ji dîroka bav û kalên xwe bêpar, wek kaxetên spî ne, kî çi bixwaze wiya li ser dinivîse.

XXX


Dibê nifşên nuh ji dîroka pêşiyên we bêpar nemînin.
Nezanîna dîrokê wek ku meriv esl û feslê xwe nizanibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar