Tê îdîakirin ku di van 10-11 salên îktîdara AKP-ê da li Tirkiyê demokrasî û mafê mirovan pir bi pêş ketiye.
Lê di vê demokarasiya pêşketî da navên kurdî hîn yasax in. Sebebê vê yasaxê jî xwedêgirabvî di elîfbeya tirkî da herfên X,W,Q tune ne. Ji ber vê behaneya dewletê, gelek malbat nikanin navên kurdî yên ku herfên ”W, X, Q” têda ne bidin zarokên xwe.
Malbatên ku di navê kurdî da israr dikin jî, ancax dikanin bi herfên di elîfbeya tirkî da hene navaan li zarokên xwe kin.
Ji van malbatan yek jî lawê Mûsa Anter, Dîcle Anter e. Dîcle Anter, navê keça xwe kiriye Asîwa.
Lê dahîreya nufûsê ji ber ku di navê Asîwayê da herfa ”W” heye, navê Asîwayê ev 3 sal û çar meh in qeyd nake.
Dixwazin navê Asîwayê ne bi herfa ”W”, lê bi herfa ”V” were qeydkirin. Û bavê Asîwayê jî vê yekê qebûl nake û vê qebûlnekirinê jî wek zulmê dibîne.
Loma jî Asîwa ya 3 sal û 4 mehî hîn kitim e, Tirkiyê navê wê qebûl nake.
Û li welatê ku kurd hîn nikanin navê kurdî li zarokên xwe kin, qala demokarasiyê dikin.
Navê Asîwayê qeyd nakin ji br ku dewlet û hukûmet naxwazin hebûn kurdan nas bikin.
Qeydkirina navên kurdî, qebûlkirina elîfbeya kurdî kerhen be jî qebûlkrina hebûn û cihêtiya kurda ye.
Dewlet naxwaze tu tiştekî girêdayî kurdan be, kurdan bîne bîra meriv qebûl bike.
Navên kurdî, elîfbeya kurdî, zimanê kurdî, ala kurd hemû jî kurdan temsîl û sembolîze dikin, kurdan ji tirkan diqetînin, wek miletkî cihê nîşan didin.
Loma jî heta ji destê dewletê tê, rê li ber her tiştê ku kurdan ji tirkan vediqetîne û cihê nîşan dide digre.
Yanî astengkirina hin navên kurdî, hin herfên elîfbeya kurdî û zimanê kurdî şêleke siyasî ye, dewlet bi zanetî nahêle. Nahêle kurd bibin xwediyên dezgeh, nîşan, elîfba û sembolên xwe yên netewî.
Heta ji mamûrên dewletê tê bira bibêjin, ”efendim di elîfbeya tirkî da herfên W,X,Q tune ne.
Lê em hemû baş dizanin ku di cîhana îro da, di înternetê da hemû herfên ku ji bo kurdan yasax in li Tirkiyê tên bikaranîn.
Yanî hinceta ”elîfbayê” ne cidî ye, ne rast e.
Ya din jî kurd ne mecbûr in li gorî elîfbeya tirkî navan li zarokên xwe kin û bi herfên tirkî binivîsin.
Kurd miletekî cihê ye, zimanê kurdî û tirkî ji hev pir cihê ne, fonetîka zimanê kurdî ji tirkî pir cihêtir e.
Loma jî daxwaze ji kurdan dibê hûn bi elîfbeya tirkî binivîsin daxwazeke neheq e, ne ilmî ye.
Yanî heger dewlet bi rastî me kurdan wek miletekî cihê qebûl dike, dibê elîfbeya me jî qebûl bike.
Ma nuha meriv dikane erebên Tirkiyê mecbûrî elîfbeya tirkî bike? Em ferz bikin ku sibe li Tirkiyê ereban mafê perwerdeya bi zimanê xwe girtin. Ma qey ereb ewê bi elîfbeya tirkî binivîsin?
Meriv ji ku lê mêzeke dewlet neheq e û mahneyên beradayî dide pêş.
Di rastiyê hemû mesele girêdayî qebûlkirin ya jî qebûlnekirina mafên kurdan yên netewî ye.
XXX
Kurdino, heger hûn kurd in û naxwazin bihelin û bibin tirk, bi zarokên xwe ra, bi dost û hevalên xwe ra, bi dikandar, berber, qahwecî , firnecî û garsonê aşxaneya hûn lê xwarinê dixwin ra yanî li sûk û bazarê bi kurdî bipeyivin. Bi kesên kurdîzan ra tu carî bi tirkî nepeyivin. Hebûn û tunebûna kurdî girêdayî xîreta hemû kurda ye, û bi taybetî jî girêdayî axaftina bi zarokan ra ye…
XXX
Kurdî, sîgorta kurdan ya wendanebûnê ye.
Kurdî, nasname û pasaporta kurdan ya navnetewî ye.
Dema kurdî wenda bibe kurd jî ewê wenda bibin.
Ji xwe ji bo vê armanê ye tirkan heta nuha zimanê me qedexe kirine û hîn jî naxwazin bikin zimanê perwerdeyê.
Ev siyaseta Tirkiyê dibê me ji xewa mirinê şiyar bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar