Serdar Rojaşan, di nivîsa xwe ya di malpera Rojevakurd da dibêje ”Kesên ku doza dewleta kurdî nekin, ne rewşenbîr in!”
Dev ji rewşenbîran berde, bi dîtina min, gava ferdê miletekî bindest nexwaze bibe xwediyê dewleteke serbixwe di wî ferdî da kêmasiyek, seqetiyek heye.
Ma li ruyê cîhanê erebekî (filistînî jî di nav da), farisekî, tirkekî ku nexwaze bibe xwedî dewlet heye?
Bêguman tuneye, her milet dixwaze bibe xwedî dewlet.
Heta di nava kurdên Îraqê û Îranê da jî meriv nikane kurdekî ku dewletbûnê nexwaze bibîne, li van herdu beşên Kurdistanê jî çi milet û çi jî siyasetmedar û rewşenbîr her kes dixwaze kurd jî wek her miletî bibin xwedî dewlet, xwedî al û nasnameyeke netewî. Kesê viya nexwaze maneye xwe dîn e, kêmaqil e.
Çawa ku mirovê tî avê û mirovê birîçî jî xwarinê nexwaze anormal e, ferdên miletê bindest jî dewletê nexwaze anormal e.
Lê ev anormalî, ev seqetî rewşenbîr û siyasetmedaran li bakurê Kurdistanê di nava gel da belav û berfireh kirine.
Li bakurê Kurdistanê piraniya mirovên kuçê êdî doza welat û dewleteke serbixwe nakin; heta nabêjin weleh em dixwazin lê bi destê me nakeve. Em jî wek miletên din bibûna xwedî dewlet ewê baş bûya. Lê em çi bikin bi destê me nakeve.
Viya jî nabêjin, yanî nabêjin weleh em dixwazin lê em nikanin çêkin, qeweta me lê nayê, nahêlin…
Ji dêlî wê ve qala ”biratiya” tirkan dikin, dibêjin efendim em û tirk ”birayên” hev in…
Ew kesên ku do berpirsiyar û serokên partiyan bûn û doza Kurdistaneke serbixwe dikirin, îro vê daxwazê wek xewn û xeyaleke şairan dibînin û di kanalên telewîzyonan da propagandeya ”demokratîkbûna Tirkiyê” û hin mafên kulturî dikin. Yanî xeyal û daxwaze dewletbûnê ji hafizeya wan hatiye paqijkirin.
Ê gava ku siyasetmedar û rewşenbîrên miletekî dewletê nexwazin, helbet milet jî naxwaze…
Li her dera cîhanê siyasetmedar û rewşenbêrên miletan ji bo avakirina deletên xwe yên netewî gelê xwe şiyar dikin û vê daxwazê bi gelên xwe didin qebûlkrin.
Lê li ba me kurdên bakur eksê wê ye, piraniya siyasetmedar û rewşenbêrên kurd, dewleta netewî li ber çavên gel reş dikin, dibêjin dewlet û serxwebûnî ne baş e, dibê kurd nebin xwedî dewlet.
Lê belê ev nayê wê maneyê ku ev rewş nayê guheritin. Heger îro jî hin siyasetmedar û rewşenbîrên wek Ehmedê Xanî derkevin û kanibin xîtabî dil û mejuyê kurdan bikin, bêguman ewê ev rewş biguhere, gelê kurd jî wek her miletî ewê doza dewleta xwe ya netewî bike.
XXX
Dibê em kurd tu carî ji bîr nekin ku”peyv ji şûr, fikir ji zorbatiyê hîn xurttir e.”
Zêde nemaye, emê zora zorbatiyê bibin.
XXX
-Tiştê însên bedew dike ne bedewiya wî ye, şexsiyeta wî ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar