10 maj 2013

Di siyasetê da dibê meriv cesûr be


Li ser banga 11 kesên ku ji tradîsyona DDKD-ê tên di 27-28ê nîsana 2013-a da li Diyarbekirê civînek hat lidarxistin.
Li gorî medyaya kurd dinivîsîne li dora 320 kesî beşdarî civînê bûn û bi sedan kesî jî mesajên piştgiriyê şandin.
Piştî munaqeşeyên du rojan, di civînê da ji 49 kesan komîsyoneke bi navê ”komîsyona Dîyalogê” hat damezirandin. Ev komîsîyon ewê ji xwe ra programeke xebatê amade bike û li gorî vê programê dest bi xebatên xwe bike. Di munaqeşeyên du rojên civînê da pêwîstiya projeke siyas î ya nû ji alî hemû beşdaran ve hat qebûlkirin.
Piştî civînê bi çend rojan derbarê biryarên civînê da beyanek hat belavkirin. Di beyanê da çarçeweya projeya vê platformê tê danîn û tê gotin ku dibê ev proje ya jî ev tevgera siyasî bi her awayê xwe netewî, Kurdistanî be û xwe nesipêre grûbekê û çînekê bi tenê; dibê bi hedef û siyaseta xwe hemû hêz, tebeqe û fikran bigre nava xwe.
Meriv him ji hejmara beşdarên civînê û him jî ji beyan û mejasên piştgiriyê dibîne ku ji bo partiyeke siyasî ya nû di nava kurdan da eleqe û piştgiriyeke mezin heye. Ji bo hêzeke siyasî ev eleqe û piştgirî bêguman awantaj û bingeheke baş e.
Yanî di warê pêwîstiya bi tevger û partiyeke nû, di warê zemîn û piştgiriyê da tu problem tuneye, li Kurdistanê hewcedarî bi tevger û partiyeke nû, partiyeke ji yên mewcûd cihêtir, xwedî dîtin û siyaseteke netewî heye.
Yanî bazar jî heye û mişterî jî. Promlem tenê emê çi daxin bazrê.
Wek tê zanîn, hin hevalên me yên ji tevgera DDKD-ê tên ev çend sal in di nava xebat û hewildana danîna partiyekê da ne, dixwazin ji gel û welatê xwe ra xizmetê bikin.
Ez bi xwe vê hewaldana havalan pir teqdîr dikim û qîmeteke pir mezin didimê. Ji ber ku hin însan naxwazin tiral tiral li mala xwe rûnin, pera qezenc bikin û li kêf û rehetiya xwe binêrin. Dixwazin xwe biwestînin, fedekariyê bikin.
Bi gaveke wiha, bi danîna partiyekê dixwazin ji bo azadiya gelê xwe têkoşînê bidin, dakevin qada xebatê, ji malê xwe, ji wexta xwe fedekariyê bikin, xwe biwestînin û belkî jî têkevin zindanan.
Ev ne tiştekî hindik e. Dibê meriv teqdîr bike, heger bikanibe tevê bibe û heger nekine jî li gorî hukim û îmkanên xwe di warê madî û manewî da piştgiriyê bidê. Lê helbet ev yek jî girêdayî program û hedefa partiyê. Însan li gorîprogram û îdeolojiya partiyê ewê tevê bibin ya jî nebin.
Berî civînê bi çend rojan li ser civînê û projeya havalan min nivîsek nivîsî. Di wê nivîsa xwe da jî min got ku ji bo avakirina partiyeke siyasî şert û merc musaîd in û kîtleya piştgiriya vê tevgerê bike jî mezin e.
Loma jî ne hewceye ku meriv rojan bi rojan bide, di gavavêtinê da dudil hereket bike, tim li dû tesdîqa hinekan be û li der û hundur li dû soz û ahdên piştgiriyê bigere.
Bi dîtina min problem ne hejmar e, baweriya bi xwe ye, qalîte ye. Yanî ji me ra ji piştgiriya girseyî bêtir, lîderek, kesekî ku kanibe serokatiyê bike lazim e. Heger serokekî netewî, bi xwe bawer û xwedî îdeal û wîzyon hebe her tişt hel dibe, însan pir in, kadir pir in. Bi xebatê ra meriv xurt dibe. Meriv xwedî bawerî û fikir be û di xebatê da îstîkrarê nîşan bide xelk dide dû meriv.
Ji bo avakirina partiyekê ne hewceyî şêwra bi sedan însanî ye, ne hewceyî civînên bi salan û gelek komîsyon in. Çend kesên bi xwe bawer û xwedî îdîal û wizyoneke kurd û Kurdistanî tên ba hev û partiya xwe ava dikin. Û dû ra jî dest bi xebatê dikin. Bi demê ra meriv xurt dibe û dibe hêz.
Lê hevalên me heta nuha ev gava siyasî navêtin, tim li bende hatina hinekan man, tim dudilî kirin , ji hevalên derveyî welêt hêviyên mezin kirin. Loma jî gav navêtin, projeya xwe tim taloq kirin.
Lê ez hêvî dikim ku îcar jî taloq nekin û gavekê bavêjin. Ev şansê wan yê dawî ye. Ya na, ewê baweriya kesî bi wan û hewildanên wan nemîne.
Helbet gelek sebebên taloqkirinan hebûn û belkî jî ji sebeban yek jî hêviya ji hevalên Ewrûpayê bû.
Bi dîtina min ev hêviya ji hevalên derve him ne hewce ye û him jî ne rast e. Di xebata siyasî da hemû însan heta dawiya rê dom nakin, hinek di nîvê rê da ji meriv vediqetin. Dibê meriv vê rastiyê qebûl bike û ûda xebatê nede ser kesî, tajiyê bêdil û bi zorê here nêçîrê tu nêçîrê nake.
Bi baweriya min ji hevalên derve tiştek dernakeve, kes venagere Kurdistanê û bi rengekî akîtîv beşdarî xebata siyasî nabe.
Hinkên wan fêrî konformîzmê bûne naxwazin rehetiya xwe xera bikin, hinekên wan dev ji siyasetê berdane, hinek îmkanên wan yê vegrê tuneye, hinek vegerin jî zêde tiştekî naguhere. Û hinekan jî ji xwe dibê meriv negre nava xwe û neke berpirsiyar.
Yanî herçî hevalên derve ne her yekî li gorî xwe sebeb û astengekî xwe heye, bi heq ya jî neheq ferq nake, netîce dibê meriv li ser hevalên dîasporayê hesabekî mezin neke, tenê bi çavên dilxwaz û dostan li wan binêre.
Yanî hêviya ji hevalên dîasporayê hêviyeke ne rast e. Lê hevallên dîasporayê bi piranî dilxwaz û piştgirê vê hewildana hevalên welêt in. Û heger di pêşerojê da li welêt xebat bi pêş keve û partiyek were danîn, dibe ku hin heval li Ewrûpayê hin berpirsiyariyan bigrin ser milên xwe. Lê ev jî bi xebat û rewşa hundur ve girêdayî ye.
Netîce, dibê meriv netirse, meselê zêde dirêj neke, gavekê bavêje û dest bi xebatê bike. Di nava xebatê da meriv bi pêş dikeve û dibe xwedî tecrûbe û karîzma. Biryara herî xerab ji dudilî û bêbiryariyê çêtir e. Heta meriv dest bi xebatê neke meriv xurt nabe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar