07 maj 2013

Bi vî aqilê sivik emê tim li dû xelkê bin


Îro bi minasebeta 41 saliya îdama Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan ji alî kurdan ve di facebookê da belkî bi hezaran parvekirin, mesaj û nivîsên bîranînê hatin belavkirin. Gelek kurdên me mesajên heznîtiyê belav dikin.
PKK-ê û BDP-ê jîn ji bo bîranîna Denizan mesajên pir dilşewat belav kirin û gotin ew di şopa wan da ne...
Li pêş navên gelek çepên tirk yên ku bi kurdan ra mesajan parve dikin û nivîsan şirove dikin, herfên TC, yanî Komara Tirkiyê” heye. Ev demeke çep û komîstên tirk li hemberî kurdan dest bi vê kampanyayê kirine, li pêş navên xwe ”TC” dinivîsin yanî ew parêvanên Komara Tirkiyê ne. Lê dijî Kurdistanê ne.
Û kurdên me jî bi van kesên nîjadperest û faşîst ra Denîz Gezmîş û hevalên wî bibîr tînin. Bi nîjadperest û faşîstên tirk ra ji bo van her sê xortên ku ji alî cûnta faşîst ve hatin îdamkirin hêsiran dibarînin.
Bêguman dibê meriv wek însan li dijî van îdaman be û bi îdama Deniz û havalên wî û hemû kesên din jî xemgîn bibe.
Lê belê dibê meriv bizanibe ku Denîz û hevalên wî ne şehîdên kurd û Kurdistanê ne, ji bo kurdan û Kurdistanê nehatine îdamkirin, ew ne ”lehengên” dîroka me ne.
Ew tirk in û ji di rêya şoreşa Tirkiyê da hatine îdamkirin.Û Deniz Gezmîş û hevalên wî jî kemalîst bûn. Û ji xwe çepên tirk û hevalên Deniz naxwazin ”kurd navê Deniz û hevalên wî bigrin devê xwe yê pîs.” Mêrikan viya li her derê dibêjin û dinivîsînin, dibêjin hûn bi kîjan aqilî li Denîz Gezmîş xwedî derdikevin?
Ne karê me kurda ye ku wek çepên tirk, em her sal rabin serok û lehengên çepên tirki bibîr bînin û li wan xwedî derkevin.
Berî Deniz Geezmîş û havalên wî, dibê em leheng û şehîdên xwe, yên ji bo kurd û Kurdistanê şehîd ketine bibîr bînin, li wan xwedî derkevin.
Kejê Bêmal, li ser bîranîna Denîz Gezmîş û hevalên wî, di malpera xwe da ji kurdên bêşiûr pirseke pir xweş kiriye, gotiye:
”Ma we qet grûbeke çepê tirk ya jî kesekî ji çepên tirk dîtiye ku rismên Mazlûm Dogan, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn û Eşref Anyig kiribin rismê profîla xwe? Çi agir ketiye we?”
Pirseke pir di cîda ye û rast e. Lê ew aqil bi piraniya kurdan ra tuneye ku vê pirsê ji xwe bikin. Kurd carê fêr bûne di şîna xwe da jî ji bo miriyên xelkê bigrîn.
Lê ne ku kesên çep tenê wiha dikin, ma we cara dîtiye ku dîndar û bawermendên tirk sûretê Şêx Seîd û hevalên wî, ya jî yê Qazî Mihemed û hevalên wî ya jî sûretê şehîdekî kurdan kiribin rismê profîla xwe ya jî îdamên wan bibîr anîbin?
Ne çep, ne rast û ne jî dîndarên tirk tu carî li qehreman û şehîdekî kurd xwedî dernakevin û bibîr naynin, ji ber ku mêrikan xwediyê zanîneke dîrokî û şiûrekî netewî ne; dost û dijminên xwe baş ji hev digerînin. Yên ne di vê zanînê da ne û ji vê şiûra netewî bêpar in tenê kurd in, ew ji şehîdên xwe bêtir, li yên tirkan xwedî derdikevin, ji bo yên tirkan porê xwe dirûçikînin.
Ê dema meriv xwe nas neke meriv pir rehet dibe zilamê xelkê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar