27 april 2013

Merheleya veqetandinê destpêkiriye



Mine Kirikkanat xanimê di telewzyona CNN-ê da gotiye, ”Ez ne tirkçî me, ne kurdçî me û ne jî milîyetçî. Heger Diyarbekrê bigrin û herin ez nabêjim na jî. Lê belê girtina wan ya Diyarbekrê pir vekirî ye. Ji ber ku Diyarbekir ji xwe êdî ne ya me ye. Em ji hev vediqetin. Ev tenê ne merheleyeke aştiyê ye. Ev merheleyeke veqetandinê ye.”
Hîn tam nehatiye wê nuxteyê lê ewê were. Bi xebateke kurdewarî, kurd ewê werin nuxteya veqetandinê. Dibê bi xebata îdeolojîk meriv di nava gel da vî hestê veqetandinê vejîne, xurt bike.
Mine Kirikkanat, dixwaze bi dana Diyarbekrê xelas bibe, lê Kurdistan ne Diyarbekir tenê ye, pir mezin e, 23 bajarên Kurdistanê hene. Heta ku kurd hemû welatê xwe rizgar nekin xatir ji tirkan naxwazin.
Lê hukûmet dixwaze bi alîkariya siyaseta Abdulah Ocalan dema vê girtinê dirêj bike.
Ji ber ku Ocalan, nexwestina dewleteke serbixwe bi PKK-ê jî da qebûlkirin. Nuha PKK-ê jî dibêje ew li dijî Kurdistaneke serbixwe ne. Nabêjin ev heqê me ye lê em îro naxwazin, dibêjin ji bo kurdan dewleta netewî xerab e. Û li dijî dewleta tirk dernakvin, yanî ji wan ra baş û ji me ra jî xerab e.
Lê jiyan miletan dirêj e, ev dem jî ewê derbas be, gelê kurd piştî demekê ewê vê îdeolojiya Ocalan jî red bike û wek her miletê bindet, ewê jî doza dewleteke serbixwe bike.
Bi viya baweriya min temam e. Tu milet heta û heta bindestiyê qebûl nake, ne mimûkûn e ku qebûl bike.
Û ji xwe heta ku kurd nebin xwedî dewlet li Rojhilata Navîn ji xwe îstîkrar û aştiyeke mayinde jî ne mimkûn e; dibê kurd bibin xwedî dewlet, xwedî al û nasname. Çareseriya herî rast ev e…

XXX
Berpirsiayrên tirk ne ji dîroka xwe û ne jî ji dîroka cîranên xwe ders girtine. Heger ders girtibûna ewê di şer da hewqasî sirar nekirana û li hemberî kurdan ewê neketana nava van lîstik, dek û dolabên bêfeyde. Hîn jî hesab û planên asîmîlekirina kurdan û serketinê dikin.
Israra di zulmê, neheqiyê û şaşiyê da wek pêşiyên wan, ewê wan jî poşman bike.
Kurd miletekî vê erdnïgariyê yê qedîm e û Kurdistan welatê wan e, dibê ev rastî were qebûlkirin.
Lê dewlet û hukûmeta AKPê hîn jî naxwaze vê rastiyê qebûl bike.
Heta ku ev rastî neyê qebûlkirin û miletê kurd negihîje azadiya xwe ne rehetî tê Tirkiyê û ne jî demokrasî. Û şer jî îro raweste sibe ewê dîsa dest pê bike.
Dîroka kurdan ya 150-î salên dawî îspata vê yekê ye; heta ku kurd nebin xwedî al, xwedî nasname û xwedî dewleteke serbixwe dev ji şerê xwe yê netewî bernadin…
Dixwaze bi ev şer 150 salên dinî bajo…
XXX
Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, di merasima pêşwazîkirina Îsmaîl Beşekçî xoce da gotiye:
”Rast e dikanin kurdan bikujin û zilmê lê bikin, lê nikanin îradeya kurdan bikujin.”
Ê ji xwe ya ku heta nuha kurd li ser nigan hîştiye jî ev îradeya ji polayê ye. Kurdan di dîroka xwe ya dûr û nêz da nîşanî hemû dost û dijminên xwe dan ku ev îradeya ji polayê jî serttir tu carî natewe, naşikê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar