01 april 2013

Kurd ji dijminên xwe naqeherin



Parlamenterê MHP-ê yê bajarê Kocaeliyê Lutfu Turkkan, di civîna MHP-ê ya qeza Başîskelyê da ji kurdan ra gotiye:
”Ji kesên ku dibêjin vira axa me ye, gotineke me heye. Belê, wira axa we ye, lê belê binê wê axa we ye, ser wê aîdî me ye…”
Wek tê dîtin, mêrik ji kurdan ra pir vekirî dibêje, Kurdistan ancax ji we kurdan ra dikane bibe gorr, wekî din tu mafekî we li ser vê axê tuneye.
Heger parlamenterekî BDP-ê di civîneke BDP-ê da ji bo tirkan eynî tişt gotibûya nuha berpirsiyarên hukûmetê û çapemeniya tirk qiyamet rakiribûn û gazî li dozgeran dikirin.
Lê gava yê dibêje tirk be û hedef kurd bin, dikane her tiştî bibêje, her kes kerr û lal e.
Ya meriv diêşîne, kurdan hîn jî ev milet û civata hov û dirinde baş nasnekirine, hîn jî bi çavê ”biratiyê” li wan dinêrin û dixwazin bi wan ra bijîn…

XXX
Wezîrê Karênvxweyî yê Tirkiyê Muammer Gulerê mêrdînî, bersiv daye pirsnameya parlementera BDP-ê ya Êlihê Ayla Akat Ata ya derbarê gorra Şêx Seîd û 46 hevalên wî da. Şêx Seîd û 46hevalên wî di 26-ê hezîrana 1925-a da ji aliyê dewleta Tirk ve li Diyarbekrê hatibûn îdamkirin.
Muammer Guler di bersîva xwe ya nivîskî da gotiye, “Di Wezareta me da tu agahî û belgeyên derbarê vê mijarê da nehatine dîtin.”
Rêberê serhîldana kurdan Şêx Seîd, di sala 1925-a da bi 46 hevalên xwe ve li Diyarbekrê ji aliyê rejîma kemalîst ve hatin îdamkirin. Li gel hemû daxwaz û israra kurdan, dewlet nabêje Şêx Seîd û 46 hevalên wî li ku hatine veşartin.
Hukûmeta ku gorra mezin û rêberên kurdan nîşanî kurdan nede, ne mimkûn e ku mesela kurd jî çareser bike.
Ev bersîva Guler, siyaseta Erdogan nîşanî me dide, Erdogan naxwaze hin şexsiyet û sembolên ku şiûra kurdan ya netewî xurt dike derkevin ortê û bigihîjin kurdan.

XXX
Makedonya welatekî li Balkanan e. Ji sala 1993-a virve serbixwe ye. Nufûsa Makedonyayê li dora 2 milyonî ye. Tê gotin ku li Makedonyayê li dora 80 hezar tirk jî hene.
Tirkye, ji Makedonyayê dixwaze ku li gel zimanê makedonî, zimanê tirkî jî bibe zimanê dewletê yê resmî.
Lê eynî Tirkiye û eynî Erdogan, ji 20 milyon kurdên xwe re resmîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl nake. Erdogan dibêje, nabe dewleteke du zimanê wê hebe.
Erdoganê ku ji Makedonyayê ji bo 80 hezar tirk resmîbûna zimanê tirkê dixwaze, ji kurdan ra dibêje na, hûn dikanin bi riya dersên hilbijare, heftê du saetan zimanê xwe fêr bibin. Û ew jî heger îmkan û mamoste hebe.
Û piraniya kurdan dîsa jî ji Erdogan û hukûmeta wî razî ne, dibêjin Xwedê ji Erdogan razî be…
Dema bi mileteke ra zanîn û şiûrê netewî zeîf be, neyarê wî çi zulmê lê bike jî xwe jê aciz nake, dîsa jî dide ser serê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar