14 mars 2013

Hin kurd wek kewê dijminê qewmê xwe ne


Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bekîr Bozdag, îro li ser daxwaza kurdan ya azadiya Ocalan û statuyeke siyasî daxuyaniyek daye.
Bozdag gotiye
"Ne ji Ocalan re azadî dibe û ne jî ji bo kurdan statuyeke siyasî. Ji xwe kurd û tirk xwediyên eynî mafî ne. Ne mimkûn e ku ji Ocalan re efû derkeve û bikaribe siyasetê bike. Me ev yek gelek caran aniye zimên. Û tu rastiyeke daxwaza statuyeke siyasî jî tuneye. Livî welatî her kes wekhev e û her kes hemwelatiyê Komara Tirkiyê ye.”
Dibe ku her kes nizanibe, lê bi qasî ez dizanim Bekir Bozdag kurdekî ji Anadoloya Navîn e; ya ji Konyayê, Yozgatê, Kirşehîrê, yanî ji wan deran ji derekê ye. Lê kurd e, bes kurdekî ji cinsê kewê ye, yanî neyarê serê qewmê xwe ye.
Nuha tirkekî ya jî erebekî ev gotinên Bozdag bikira, li dijî qebûlkirina nasnameya kurd derketa, dîsa rê tê hebû. Me yê bigota, de dijmin e, normal e, naxwaze kurd ji bindestiyê xelas bibin.
Lê gava yekî kurd, wek neyarekî kurdan li dijî azadiya gelê xwe derdikeve û dibêje, ez qebûl nakim ku kurd jî wek tirkan bibin xwedî statu, xwedî meclîs û xwedî eynî mafan, a wê çaxê meriv dibehece û dibêje wey tufî li wê bejn û bala te were!
Di dîrokê da ji kurdan gelek merivên mezin, gelek merivên hêja û qehreman derketine. Lê li alî din gelek merivên pîs, rezîl, bêxîret û xayinên mezin jî derketine.
Ez bawer nakim bêyî kurdan ji nava miletekî din merivekî wek Bozdag(helbet kurdên wek Bozdag pir in)derkeve.
Ferdê ji tu miletekî din ne mimkûn e ku hewqasî eşkere û vekirî biwêribe hevalbendiya neyar bike û ji gelê ra xwe ra bibêje, ”ez qebûl nakim t azad bibî, wek miletê serdest bibî xwediyê heman mafan.”
Bêguman ji nava her miletî ajan derketine û derdikevin dibin hevalên dijmin. Lê ne hewqasî vekirî û eşkere; bi dizî dike.
Lê xayinên kurdan tenê ji xiyaneta xwe, ji hevalbendiya bi neyar ra şerm nakin û venaşêrin.
Bêyî kurdan, mirovên tu miletekî din ne mimkûn e ku hewqasî vekirî neyartiya qewmê xwe bikin. Û di ser da jî bikanibin derkevin nava civatê û xwedî îtîbar bin…
Baweriya min ew e ku ev mirovên bêexlaq tenê ji nava kurdan derdikevin. Ji ber ku kurdan kesên wiha di dîrokê da tu carî nericimandine…

XXX
Îro li Meclîsa Swêd ji bo bîranîna Helepçeyê civîneke bîranînê hat lidarxistin. Ev sê sal in kurd û dostên kurdan yên di meclîsa Swêd da Jenosîda Helepçeyê li Meclîsê bibîr tînin.
Gelek kurd û hin swêdiyên dostên kurdan beşdarî civîna îro bûn û li ser Jenosîda Helepçeyê axaftinên kurt hatin kirin.
Civîneke mişt xemgînî û heznîtî bû.
Di 16-ê mehê, roja qetlîamê da li Stockholmê dêra bi navê Adolf Fredrikskyrkan ewê merasimeke hîn mezintir were lidaxistin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar