▼
11 mars 2013
"Zarokên ji zimanê xwe xeyidîne!"
Bi xêra nivîsa Serdar Roşan, ez ji hevpeyvîna Kejê Bêmal ya di malpera AgendaKurd da haydar bûm.
Min hevpeyvîna Kejê Bêmal ya bi keçeka kurd ya 13 salî ya ji Qereyziya Erzeromê xwend. Bi xwendina hevpeyvînê ra him hêsir ji çavên min barîn û him jî kîn û nefreta min ya li hemberî dewleta tirk hinekî din jî zêde bû.
Hevpeyvîn bi tirkî ye, lê Serdar beşek jê kiriye kurmancî. Ez wî beşî û kurtiyeke nivîsa Serdar li jêr diweşînim.
Nuha wexta min tuneye, lê çaxa wexta min çê bû, ezê hemû hevpeyvînê wergerînim kurdî.
Dibê ev hevpeyvîn wek belegeyeke rûreşiya dewleta tirk bi kurdî jî hebe.
Lê ez lînka hevpeyvînê jî li jêr diweşînim, bira kurd hevpeyvînê bi tirkî û bi temamî jî bixwînin û bibînin ku zarokên wan di mektebên tirkî da dikevin çi halî û çi psîkolojiyê...
Fermo beşek ji nivîsa Serdar Roaşan û hevpeyvîna Kejê Bêmalê:
”Kurdî zimanekî pîs e!
Kejê Bêmal, li sîteya AgendaKurd hevpeyvînek weşand. Wê berê jî bi gelek kesan re hevpeyvîn çêkirine, vê carê beşek ji heypeyvînê li mektebekê (Navendeke Rehabîlîtasyonê) bi keçeke kurd re ye. Keça kurd sêzdeh salî û ji Erzeromê ye, malbata wê ji Karayaziyê koçî bajarê tirkan kiriye. Hevpeyvîn bi tirkî ye, dirêj e, min qismek jê wergerand.
Fermo, vê hevpeyvînî bixwînin û bibînin ka dagirkerî û sîstema hukumraniya tirkan çi anîye û tîne serê zarokên kurdan, birînên çawa di ruhê wan de vedike.
Mirov ji pirs û bersîva sê deqîqeyan bi awayekî eşkere dibîne ka bi vê metod û siyaseta dewleta tirkan zarok çawa ji insaniyeta xwe derdikevin, dibin tiştekî din, dibin xerîbê dilê xwe, xerîbê ruh û mejiyê xwe, dibin mexlûqekî birîndar, dilşikestî û xemgîn, bi kurtî mirov dibin ”tirk” erê dubare dikim, mirov dibin ”tirk”, aha tirkîtî welê ye û ev e. Ev sîstema tirkan ya hov, ev sîstema perwerdeyî ya tirkan ne tenê ji zarokên kurdan mirovine kokbir, qermiçandî, ruhşikestî û xemgîn diafirîne, herwisa zarokên tirkan jî bi jehrî dike...
Kejê Bêmal bi vê hevpeyvînê rewşa heyî radixe ber çavan û birînên demeke windayî, birînên mexdûrên vê sîstema tirkan diherişîne. Hûn ê di kesayetiya Sîbela keça kurd de, zaroktiya xwe, serboriya xwe, dilşikestina xwe, dagirkeriya zimanê tirkan û nemirovayetiya sîstema wan bibînin... Jenosîda ziman û çanda kurdî bibînin. Ez dirêj nekim, fermo hevpeyvînê bixwînin:
”Canê navê te çi ye?
Sibel.
Çend salî yî?
13.
Tu kurdî zanî?
Na. Kurdî zimanekî pîs e.
Sîbel kurdî çima zimanekî pîs e?
Ewk Mamoste, ji ber ku zimanekî pîs e. Loma ez ê neaxifim!
Canê çima ew pîs e?
Ji ber ku gelek ewk dibe. Mamoste…
Çi?
Yanî, weke nimûne gava mirov li mektebê diaxife, hevalên mirov êdî bi mirov re qise nakin. Ji mamoste re dibêjin. Herkes bi mirov re qerfên xwe dike. Dibêjin hûn çima tirkî hîn nebûne. Ji ber ku hevalên min qerfên xwe bi min kirin, min ew navê, ez jî êdî kurdî naxwazim. Zimanekî pîs e!
Baş e, dê û bavê te li malê kurdî qise dikin?
Belê.
Gava tu diçî malê tu bi dêya xwe re kurdî qise dikî?
Mamoste ewk, ez êdî qet naxwazim kurdî qise bikim! Kurdî pîs û tiştekî xirab e. Ji ber ku min kurdî qise kir, ji min re gotin ”dîn” e û ez şandim vê derê.
Baş e, dêya te kurdî qise dike, gelo ji ber hindê ew jî dîn e? Jineke pîs e?
Na mamoste lê ewk… Ew li malê qise dike. Li mektebê mirov kurdî biaxife, pîs e! Loma ez naxwazim kurdî qise bikim.
Sîbel tu ji ku yî?
Erzerom.
Ji kûderê Erzeromê yî?
Karayazî.
Ma tu qet ji kurdî hez nakî?
Qet!
Ji ber ku li mektebê welê anîn serê te, loma tu jê hez nakî?
Na! Ez êdî li malê jî jê hez nakim.
Te kengî dest pê kir ku tu ji kurdî hez nekî?
Ewk gava ez ewil hatim ez diaxifîm. Ez pirr diaxifîm. Lê êdî min dev ji wî zimanê berda!
Ango tu xeyîdî?
Erê mamoste.
Sîbel tu kengî ji zimanê xwe xeyîdî? Ji destpêka mektebê?
Belê, mamoste. Hemiyan qerfên xwe bi min kirin. Navê min Sîbel Can bû. Bavê min ev nav li min kiriye. Min ewil got ez ê nave xwe biguherim, paşê ji ber ku min bi kurdî qise kir qerfên xwe bi min kirin, ez jî careke din xeyîdîm û min got ez ê nema bi kurdî qise bikim.
Ji ber ku li mektebê te bi kurdî qise kir çi anîn serê te?
Ewk mamoste hemiyan ez sûcdar dikirim. Qerfên xwe bi min dikirin. Min ji kesî tiştek fam nedikir. Wan jî ji min fam nedikir. Ez pirr xemgîn dibûm.
Sîbel tu bi birayên xwe re bi kurdî qise dikî?
Ez qet ji birayên xwe fam nakim (dikene). Ne mamosteyê wan ji wan fam dike, ne jî ez.
Ew bi kurdî qise dikin, loma hûn fam nakin?
Êrê. Ew bi zimanê pîs diaxifin. Li vir kes dê ji wan fam neke.
Ew çend salî ne?
Ew 10 û 8 salî ne…”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar