21 februari 2013

Roja zimanê dayikê û girîngiya zimên




Ji sala 1999-a û virda ye 21-ê sibatê ji alî UNESCO-yê ve li cîhanê wek roja ”zimanê dayikê” tê pîrozkirin.
Bi vê minasebetê îro kurdan jî gelek nivîs li ser giringiya zimanê dayikê nivîsîn.

Di nabêna hestê(hisê)netewî û zimên da têkilî û girêdaneke pir xurt heye. Bi riya zimên, meriv kultur, muzîk, edebiyat, zargotin û dîroka gelê xwe nas dike. Bi riya zimên hestê meriv yê netewî xurt û geş dibe û bi pêş dikeve.

Loma jî heger em dixwazin di meju û dilê kurdan da hestên netewî xurt û zînde bimîne, dibê em zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin. Zimanê me beşekî qerekterê me ya netewî ye, yê ku me û miletên din ji hev digerîne. Gava em vî beşê qerekterê xwe yê netewî wenda bikin, wek milet em jî dikevin riya tunebûnê.

Kurdê naxwaze bihele û bibe tirk, dibê bi kurdî bizanibe û heger nizanibe dibê fêr bibe.

Kurdê nizane bi kurdî bipeyive, bixwîne û binivîse ne kurdekî temam e, wek merivekî seqet e…

XXX
Bi munasebeta roja zimanê dayikê
Mirina zimanekî mirina miletekî ye. Heger em kurd naxwazin wek milet bimrin, dibê em nehêlin zimanê me bimire.

Ji bo ku zimanê me nemire, dibê em wî fêrî zarokên xwe bikin. Zimanê ku ji cîlekî/nifşekî dewrî çîlekî/nifşekî din nebe mahkûmî mirinê ye. Mirin û zindîmana zimanê me di destê me da ye.

Kurdino, werin bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, kurdî fêr bibin, bi kurdî bixwînin û binivîsin, ji bo ku em wek milet wenda nebin

XXX
Zimanekî mukemel bide min, ez ji te ra miletekî mezin teşkîl bikim
/// Leibniz

XXX
Gotineke Voltaire ya gelkî xweş heye, dibêje, ”tu artêş(ordî) nikane li hemberî fikra wexta wê hetibe raweste.”

Lê tirk hewil didin ku fikir û daxwaza azadiyê di dilê kurdan da vemrîne. Ev, hewildaneke beyhûde ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar