09 februari 2013

Kurd bûn xwediyên du berhemên hêja


Îro li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê civîneke gelkî hêja hebû. Civîn li ser nasnandina du kitêbên rastnivîsîna kurmancî bû. Amadekar û nivîskarên her du kitêban Malmîsanij û Mistefa Aydogan li ser her du kitêban agaharî dan kesên guhdar.
Ji kitêban yek, Rêbera Rastnivîsînê, ji alî Mistefa Aydogan ve hatiye amadekirin. Û kitêba din jî, Ji bo rastnivîsînê Ferhenga Kurdî, di bin redaktoriya Malmîsanij da ji alî Mistefa Aydogan, Mahmûd Lewendî, Zana Farqînî, Newzad Hirorî, Husên Kartal, Remzî Kerîm, M. Emîn Narozî û Reşo Zîlan ve hatiye amadekirin.
Her du kitêb jî ji bo kurdan û nivîskarên kurd wek dermanê çavên kul in.
Di civînê da jî min got, di dawiya salên 1980-î de dema me li Stockholmê rojnameya Armanc derdixist, min di yek du nivîsên xwe da qala pêwîstiya gramer, ferheng û rêbereke rastnivîsînê kiribû û gotibû, dibê miheqeq zimanzanên kurd vî karî rojekê berî rojekê bikin.
Piştî 20-25 salan be jî va ye di vî warî da ji alî Mistefa Aydaogan û hevelên din ve gaveke wiha hatiye avêtin. Yanî ew xeyala min piştî salan be jî birast geriya.
Ji bo ku ev her du berhemên hêja li ziman, edebiyat û kitêbxaneya kurdî zêde kirin, ez sipasî hemû hevalên beşdarî vê xebatê bûne dikim û dibêjim mala wan hezar carî avabe.
Bêyî agahdariyên li ser kitêban Malmîsanij, li ser beşên kurdî yên li zanêngehên Kurdistanê û bi taybetî jî li zanîngeha Mêrdînê ya Artûkluyê hin agahdariyên hêja da.
Civîneke pir bi sûd bû.

XXX
Hasan Bîldîrîcî li ser Ocalan nivîseke balkêş nivîsandiye. Di dereke nivîsa xwe da dibêje:
”Serokên berê yên ku ji Ocalan bi herarettir serxwebûna Kurdistanê diparastin nuha bûne bilbilên medya tirk. Tu beyaneke wan ya ne di eleyhê PKK-ê û Ocalan da di çapemeniya Tirk da cîh nagre.
Bîldîrîcî pir rast gotiye. Esas dibê meriv li ser wan serokên berê yên kun Kurdistana serbixwe, yekbûyî û sosyalîst ji devê wan nediket gelek tiştên din jî bibêje. Dibê kurd û cîlên nuh bizanibin ew do çi bûn û çi digotin û îro çi ne, çi dibêjin û li bak ê ne?

XXX
Ji saet 21.00 virda ye ez li ber vê bêxwediya kompîtorê didim û naxebite. Ez nizanim derdê wê çi ye. Ev çend şev in tim vê serhişkiyê dike. Dibêje girêdana Internetê tuneye. Lê dawiya dawî wek kuçê koran here li beytikê keve, min pê li derekê kir û ji min ra got here modemê bigre û nizanim çi û çi bike belkî bixebite. Min jî wer kir û ji nişkave xebitî. Lê ez behicandim.
Min bi xwe ji dewleta tirk şik dikir, min digot miheqeq tilya wan tê heye. Ji ber ku ji xerabî were serê kurdan li gorî min miheqeq tiliya tirkan jî tê heye.
Lê tiliya wan tê hebe jî wa ye min zora wan bir, xerabiya wan ma ji wan ra, wan dîsa wenda kir û ez jî biser ketim.
Malmîsanij nuh ji welêt hatiye. Êvarî ez û wî çûn aşxana Enwer Qerexan, me xwarineke bi lezet û şerabeke xweş vexwar. Û bîstekê jî qala derdê kurdan û tirkan kir. Li gorî dîtina me herduyan jî hukûmeta AKP-ê hîn li pey xapandinê û xerabiyê ye, nêta wan ne paqij e. Xwedê bike kurdên me bi şiyar bin û neyên lîstika Erdoganê gurcî.
Min dixwest îşev hinekî qala vê şevbêrka xwe bikim, lê wa ye dereng e, hema hewqas têr dike û şev baş ji we nemûyan ra…

XXX
-Kesê zanîna wî hindik e û pir dipeyive, dişibe kesê perê wî tuneye û pir xerc dike

XXX
Sebebê perçebûn û bibdestiya me coxrafya me ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar