24 februari 2013

Dibê kurd li dijî vê uslûba serokwezîr derkevin



Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, li ser hevdîtinên bi Îmraliyê ra daxuyaniyek daye medyayê û gotiye, ”divê sîleh bêdeng bibin û bi bêdengkirina sîlehan ra jî divê terorîst welatê ”me” biterikînin.”
Nuha bi xwediyê vê uslûba qure, qebedayî, kîndar û mişt heqaret ra merivê çawa bikanibe bipeyive û aştiyê çê bike?
Tu dibêjî qey mahcirê ji Gurcîstanê kurdan ji mala bavê xwe diqewitîne.
Mêrik bi xwe mahcirekî tevliheve, lê Kurdistanê wek welatê xwe dibîne û ji kurdan ra dibêje ji ”welatê min” derkevin!
Carê kesê ku bixwaze bi muxalifê xwe ra li hev bike, aştiyê pêk bîne, uslûbeke wiha tu carî bikar nayne.
Dibê PKK, BDP û Ocalan û hemû kurdên din vê uslûbê û van gotinên heqaretwarî û bêedeb qebûl nekin.
Dibê tu kes nikanibe bi vî zimanî kurdan ji welatê wan biqewitîne. Ev welat yê kurda ye, ne yê mahcirên ji Kafkasan û Blakanan e. Heger hinekên ji Kurdistanê biteqizin û herin hebin, ne kurd in, mahcirên ku welatê me îşxal kirine, dibê ew ji welatê me derkevin…

XXX
Îro li Stockholmê dîsa rojeke pir xweş heye. Ez û Hêvî xanim piştî xurîniyê me we baş jidand û em derketin gerra xwe ya der û dora gola me.
Li kêlek golê, di nava berfê da me xwe bera ser kursiyekê da û xwe da ber rojê.
Meriv bi salan li welatekî bimîne, pir hindik meriv di hin waran da ya wek wan dibe ya jî hin tiştan wek wa dike.
Swêdî gava xwe didin ber rojê, wek mirîşkan çavên xwe digrin. Min bala xwe dayê xanimê jî li kêlek min wek mirêşkan çavê xwe girtiye…
Me bîstekê wek mirîşkan, çavên xwe girt û xwe da hinîşkan…
Ê dinya wiha ye, li cîhanê tiştek wek xwe namîne, ne tişt mişt tenê, însan jî diguherin, êdî kurd jî gava xwe didin ber rojê wek mirêşkan çavên xwe digrin…

XXX
Li gorî xwezayê hemû însan yek in, însan însan e. Lê belê di praktîkê da ji hev gelkî cuda dibin. Hin însan bi rastî însan in, lê hin jî dişibin maran, hin dişibin guran, hin dişibin rûviyan û hin jî dişibin kûçikan; kî hestiyekî zêde bavêje ji ber wan da, diçin li ber deriyê wan dikevin...


XXX
Mêrik ji hevalê xwe ra got, wa ye îro dinya ewr e, hevalê wî lê rabû, got,” te ji min ra got qaz !”
Mêrik her çiqas got heyran, weleh min ji te ra negot tu ”qaz î”, min got îro dinya ewr e, lê pere nekir, hevalê wî tim di ya xwe da israr kir. Got îro dinya ewr e tê maneya tu ji min ra dibêjî ”qaz”! Gava dinya ewr be baran dibare, baran bibare dibe gol û di golê da jî qaz ajnê dikin. Yanî te ji min ragot ”qaz”!
Xortên rexnegirên min jî ji min radibêjin, te ji me ra gotiye ”qaz”!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar