17 februari 2013

Berhemên kurdî ji wendabûnê xelas dibin



Îro li Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî civîna li ser xebata dîgîtalîzekirina arşîva kurdî hebû. Wek her tim, helbet di vê berf û tozanê da ez çûm civînê.
Êdî wiha bûye ku her rojên dawiya hefteyan miheqeq çend civîn û carnan jî şînek hene. Yanî êdî meriv hesrete rojeke dawiya hefteyê li mal be û îsrehet bike.
Ev demeke dirêj e mamoste Rifat Sefalî bi alikariya hin xebatkarên "Platforma Neteweyî" (www.netewe.com) li ser amadekirina arşîveke kurdî dixebite.
Li gorî agahiya hatiye belavkirin, vê gavê ev xebat bi giranî li ser arşîvkirina kitêb, belge, kovar û rojnameyên kurdên bakur û yên dîasporayê ye.
Ji ber ku erebeya min tuneye û riya min jî ji Kitêbxaneyê hinekî dûr e, loma jî ez îro 6 deqîqeyan dereng gihîştim Kitêbxaneyê.
Min di dilê xwe da digot, ez kurdan nas dikim, nuha hîn kes nehatiye. Lê îcar kurdan ez matmayî hîştim; him civînê dest pê kiribû û him jî di salona Kitêbxaneyê da ciyê rûniştinê tunebû.
Ez bawer dikim ev cara pêşî bû ku civîneke kurdan tam di wexta xwe da dest pê kiribû.
Axirê bi zor û hinekî jî bi xêra temen û riya xwe ya spî, min ji xwe ra ciyekî rûniştinê bi dest xist.
Diyar bû ku kurdên Stockholmê îcar gelkî qîmet dabûn vê civînê û loma jî milet him di wextê da hatibû û him jî salon tije bûbû.
Rifat Sefalî û hevalên pê ra ji gelê xwe ra dest bi karekî pir hêja û pir pêwîst kirine. Meriv çuqasî spasî wan bike hindik e. Hêviya meriv ew e ku ev kar berdewam be û hemû nebe jî piraniya belge û berhemên kurdan yên herî girîng werin dîgîtalîzkirin.
Heger ev xebat hinekî din jî berfirehtir bibe, êdî piraniya kovar, rojname, kitêb, program û destûrên rêxistin û partiyan û gelek tiştên din, ewê di înternetê da li ber destê her kesî bin. Êdî ewê ne hewce be ku meriv li ba şexs û kitêbxaneyan bi pey belge û berheman keve.
Di civînê da jî hat gotin, ji bo ku ev kar nîvçe nemîne, berdewam û berfirehtir bibe dibê ev xebat ji fedekariyên şexsî derkeve û bi rengekî profesyonel were kirin û ji bo vî karî dezgehek were avakirin.
Lê wek destpêk tiştê hatiye kirin pir hêjaye û ez li vir careke din hemû kesên bi vî karî rabûne pîroz dikim û dibêjim hezar carî mala wean ava.
Min li wir jî ji wan ra got, bi xêra vê xebata wan, ezê bikanibim bi sedan nivîsên xwe yên di gelek kovar û rojnameyan da hene ji mirin û wendabûnê xelas bikim û belkî rojekê ji rojan kanibim biweşînim.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar