08 januari 2013

Sax çûm kût hatim

Rêwîtiya Kurdistanê ya îcar ez birîndar û kût û kulek rêkirim Stokckolma xopan.
Di 25-ê meha çileya pêşîn(25/12-12)da min wek xoretekî 24 salî ku kanîbû hesin bi sarî ba bida berê xwe da Diyarbekrê, ez do êvarî birîndar û kût vegeriyam Stockholmê.
Ez ji we ra bi kinî qala çîroka birîndariya xwe bikim.
Xelk û alem li Îzmîrê û Stenbolan ji xwe ra ra qesir û qonaxan, li Dîdim û Çeşmeyan havîngehan dikirin, min jî xwest ku li Wêranşarê ji xwe ra kusêxekî ku kanibim têda bistirim bikirim û ji mîvantiya merivên xwe xelas bibim.
Ji bo ku herim li xaniyekî binêrim, wê rojê min û xwediyê xênî Xelîl(Halîl)Koroglu li hev kir. Lê ji ber ku min ciyê avahiyê nizanîbû, Xelîl di telefonê da got here dikana Rafet Arasê terzî. Ewê bihata ez ji wir bigirtama.
Pêncê mehê(5/1-13)saet di dehan da min berê xwe da dikana Rafetê terzî. Ez ketim kuça dikana Rafet têda. Destê minê rastê di bêrîka min da, min li milê rastê çavên xwe li dikana wî digerand. Min hew dît ku nigê minê çep di tiştekî aliqî û ez wek laşekî mirî bi dev û ruyan ve çûm erdê.
Ji bo ku wasite nekevin wê kuçê, mîxên pir tûj(bi tirkî jê ra dibêjin kapan yanî feq)di destpêka ketina kuçê da di erdê da bicîkirine. Û îşaret jî tuneye. Ji xwe ji toz û gemarê meriv wan mîxan jî nabîne û dîtina wan jî zahmet e. Ezê dû ra rismê wê biweşînim.
Neyse, ez werim ser ketina xwe.
Ji ber ku destê min jî di bêrîka min da bû, loma jî min destê xwe nikanîbû bida ber xwe. Ez serê we neêşînim ez li erdê bûm term. Dikandarên der û dorê reviyan ser min û ez ji erdê rakim. Eniya min aliyê rastê şikiya, çonga min ya çepê neşikiya lê pir êşiya.
Xelkê ez wek termekî ji erdê rakirim, min bi halekî berîşan xwe dawşand û çûm ketim dikakana Rafet.
Ji ber ku ez rêwî bûm, dibê wê roja biçûyama Diyarbekrê, loma neçûm ser tuxtor jî. Û roj adin jî lawikê min ê mezin Azad dihat Swêd, min ew rêwî kir, wê rojê jî fersend nebû ku herim ser tuxtor.
welhasil heta 7-ê mehê, roja vegerê wer kût û kulek geriyam.
Do bi şev dema gihîştim Stockholmê, min birîna xwe vekir. Min dît ku xwîn nasekine, hêta min bi carê da bûye kerikonekî reş û gelkî jî werimîye. Vê sibehê zû ez çûm nexweşxanê akûtê/acîlê ser ortoped. Çonga min şuştin, girêdan û tuxtor hefteyek jî îsrehet da min. Ez nuha kût û kulek li mal im.
Ji ber ku rewşa min ev bû, min ji do da ye hîn tiştek nenivîsî, ez wer bi halê xwe da ketime.
Wek her rêwîtiyên xwe, vê carê jî bêguman min gelek tişt û gelek dost û heval dîtin, gelek tiştan bala min kişand, min gelek risim kişandin. Di rojên pêş da ezê qala wan bikim û risman jî biweşînim.
Îşev hewqas têr dike, heta sibe bimînin di xweşiyê da.

5 kommentarer:

  1. Derba´sibe xali, Xwede shifa xere bide te.

    SvaraRadera
  2. Dem baş birêz Xamo, hêvîdar im ku tu zû sax û rihet bibî.

    SvaraRadera
  3. Gelek sipas ji bo xwarziyê minê "nenas" û Zinar Alayê hêja. Mala we herduyan jî ava be. Gul bê strî û gerra Kurdistanê jî bê rîzîko(tahlûke)nabe.

    SvaraRadera
  4. Xalo, ez merq dikim ma te xani kirri yan na?

    SvaraRadera
  5. Erê, li Wêranşarê. Min got vegerim welat û bajarê xwe, li ku hatime dinê li wir jî bimrim. Bira warê min ne li Stenbolê, Çeşmeyê û Dîdîmê be, bira di nava toz û dûmana Wêranşara xopan da be.

    SvaraRadera