10 januari 2013

Bi rîsipiyekî kurd ra minaqeşeyeke girîng

Çendakî berê(22/12-12) di nabêna min û Dengîr Mîr Mehmet Firat da ev minaqeşeya jêr çêbû.

Merheba!
Birêz Dengîr Mîr Mehmet Firat, bi weşandina van rismên xwe yên bi Erdogan û malbata wî ra hûn dixwazin çi îspat bikin? Ma qey hûn dixwazin îspat bikin hûn demakê hevalê Erdogan bûn?
Kurd bi viya dizanin, ne hewceyî belgeyan e.

Bi baweriya min, meriv bi hevaltiya kesê welatê meriv îşxal kiribe û nehêle zarokên gelê meriv jî bi zimanê xwe bixwîne serbilinda nabe; dixwaze bira ew kes serokwezîr û serokkomar be.
Hûn çuqasî ji Erdogan û partiya wî dûr bikevin û bibin rêberê gelê xwe, serokê miletê xwe, kurd ewê hewqasî ji we hez bikin…
Meriv bi hevaltiya dijminê xwe serbilind nabe…
Silavên dostaniyê

Ez nivîsên bi tirkî naweşînim, lê ji ber ku bersîva wî bi tirkî ye, gotiye ew nikane bi kurdî binivse, lema jî ez vê prensîba xwe xera dikim û bersîva wî diweşînim.

"Keke Zinar
Kurtceyı cok sonra(unıversıte)ogrendigimden uzulerek Turkce cevaplandıracagım.
Bu resimlerle birseyleri ispatı cabası icerisinde degilim. Sadece yakın gecmişdeki hayatımdan enstantaneler. Ancak anladıgım kadarıyla bu sizi rahatsız etmiş. Bu rahatsızlıgını nasıl giderebilirim bilmiyorum. Ama bir care bulmamız lazım.
Bu resimler birkac yıl oncesine ait ve kişisel resimler degil zira cogu medyada yer elmış olan resimler.
Anladıgım kadarıyla sadece kendinize dusman olarak algıladıgınız bır kişi veya ailesine odaklanmışsınız. Biraz dikkatli baksaydınız cok yakın tarihe sahadet eden fotograflar oldugunu ve birseyler ifade ettiğini anlardınız. Mesela 367 meselesinde Turkiyedeki burokratik ologarsinin yenilişini, o seruveni'öanayasa mahkemesindekı kapatma davası seruvenini gorurdunuz. Ama nefret maalesef insanları cogu kez gorur kor ve duyar sagır yapar.
İkinci olarak bu resimlerle basbakanla ve cevresi ile ne kadar dost oldugumu gosterme cabası olarak algılamanızı hayretle karsıladım. Herhalde unutugunuz bir sey var. O da 2003-2008 yılları arasında Ak parinin siyasi ve huku işlerinden sorumlu genel baskanı ve parti sözcüsü idim. Kasım 2008 yılında kendi istegimle MYK ve MKYK uyeliğinden kendi istegimle ve Turkiyede bir ilk olarak istifa ettim. Eger senin dusundugun gibi biri olsaydım o makamlardan istfaen ayrılmazdım ve devam ederdim
Tabi bazı Kurtlerin dustugu buyuk hataya duserek kendinizi kurt halkı adına konusmaya yetkili goruyorsunuz. Bu buyuk af edilemez bir hata. Verilmiyen bir hakkın kullanılmasını adlandırmak istemem.
Siyasi konularda inanınki tavsiyeye ihtiyacım yok. 1972 yılında aktif siyasete girdim ve 2011 yılında ayrıldım. Yani 40 sene. 1945 te dogdum. İsmim DENGIR. Ailem Turkiyede uc kez mecburı ıskana tabi tutulmuş tek aile
Hicbir zaman boyun egmedim egmemde. Ben sopaya karsıyım sopanın kimin elinde olduguyla ilgilenmem.
Sizede dostane tavsiyem kin ve nefretle bir yere varılmaz zira bunlar akıl tutulmasına sebebiyet verir. Ayrıca sunu hic unutmamak lazım sana saygı duyulmadını beklıyorsan karsındakine saygılı olmalısın.
Allah insanı yaratırken o insana yetecek aklı verir onun için baskasına akıl vermek akıl noksanlıgı sonucunu dogurur.
Dostane selam ve sevgiler"

Dengir Mir Mehmet Fırat

XXX
Kekê Dengîr
Ji bo bersîva te gelek sipas. Bi qasî ku min fêm kir tu nikanî bi kurdî binivîsînî lê tu dikanî bixwînî. Ev pir baş e û karê min rehet dike.
Tu çawa nikanî bi kurdî binivîsînî, ez jî nikanim bi tirkî baş binivîsînim. Loma jî ezê bersîva te dîsa bi kurdî bidim. Ez hêvî dikim ku tu ji kurdiya min fêm dikî.
Çiqas nebe em hemşeriyên hev in, tu berferatî û ez jî ruhayî me.

Nuha em werin ser mijara(mewzûa)xwe. Ez ji serî dest pê bikim.
Birêz Dengîr beg, belavkirina te ya risman ez qet nerehet nekirime, min tenê fikrê xwe li ser gotiye. Û dibê fikirbeyankirin jî ne sûc û ne yasax be.
Helbet tu dikanî hemû rismên xwe yên bi Erdogan û malbata wî ra belav bikî, ev mafê cenabê te ye.
Lê dema tu di facebookê da belav dikî, mafê însanan jî çê dibe ku ”baş xerab” fikrê xwe li ser bibêjin. Û dibê meriv xwe ji vê yekê aciz neke. Heger tu naxwazî kes fikirê xwe bibêje, dibê tu belav nekî.

Hûn bi xwe derbarê risman da çi difikirin, we ew ji bo çi belavkirine ez nizanim, lê belê qenaeta min û gelek kesan ew e ku tu dixwazî rismên cenabê te bi Erdogan ra were dîtin û tu ji vê yekê kêfekê digrî. Heger we jê kêf negirta we belav nedikir.
Lê ez bi xwe hevalatiya we ya bi Erdogan ra wek şaşiyekê dibînim, ji ber ku ew ne hevalekî ”rast” û bi îsabet e.
Birêz Dengîr beg, tu dijminatiyeke min ya şexsî bi Erdogan û malbata wî ra tuneye, ez ji bo meselyeke şexsî wî ”dijmin nabînim û jê nefret” nakim, ”dijminatî û nefreta” min ya li hember Erdogan ne şexsî ye, netewî/milî ye.
Welatê min û miletê min û we di bin îşaxala Tirkiyê da ye û Erdogan jî serokwezîrê Tirkiyê ye.
Siyaseta Tirkiyê ew tayîn dike, ew li kurdan zulmê dike, mafê wan yê netewî nade, nahêle zarokên kurdan bi zimanê xwe bixwînin, qetlîaman li Roboskê dike, bi dehhezaran kurdan davêje zinadan.

Ma wek kurdekî ez çawa dikanim ji Erdogan, ji serokwezîrê dewleta ku welatê min di bin destê wî da ye hez bikim ya jî bi çavê ”dijmin” lê nenêrim?
Ma dema kurdên Îranê ji Ahmedî Nejad, kurdên Îraqê ji Malikî û kurdên Sûrî jî ji Esad hez bikin, ji wan nefret nekin û bi çavê dijmin li wan nenêrin rast e?
Wek kurdekî helbet ez ji Erdogan(mesele ne Erdogan e, kîjan serokwezîr dibe bila bibe ferq nake) hez nakim û bi çavê dijmin lê dirêm.
Ji ber ku pirsiyarê vê dewletê yê herî mezin ew e. Welatê min û we, gelê min û we di bin destê wî da ye.

Ez ji pûlisekî tirk jî hez nakim, bi çavê ”dijmin” lê dinêrim, ji ber ku ji derda hatiye zulmê li min û li gelê min û we dike.
Birêz Dengîr beg, ez cenabê we ji dûr va baş nas dikim, dizanim hûn kî ne û we heta nuha di nava AKP-ê da çi meqam û kursî girtiye û we di nava AKP-ê û hukûmetê da çi kar û xizmet ji dewleta tirk ra kiriye. Yanî dîroka cenabê wa hinekî dizanim.
Lê ji bo min tiştê nuh, min digot belkî piştî îstîfaya ji berpirsiayriyê hûn di warê siyasî û hestan(duygu da) da jî ji AKP-ê û Erdogan dûr ketine û ”sar” bûne.
Min nizanîbû ku hûn hîn jî hesreta wan rojên bi Erdoga ra dikşînîn û wek bîranînên xweş li wan rojan dinêrin.
Min digot belkî piştî îstîfayê cenabê we ferq kir hevaltiya we ya bi Erdogan û AKP-ê ra şaşiyeke dîrokî û siyasî bû. Û hûn dixwazin êdî dev ji hevaltiya siyasî ya bi tirkan ra berdin û berê xwe bidin nav gelê xwe û ji gelê xwe ra bibin serok û rêber.
Ez bawer dikim ku cenabê we jî di praktîkê da dît ku Erdogan ne ”dîwarekî saxlem e” ku kurd pişta xwe bidinê.
Dema îşê Erdogan dikeve kurdan, ji bo ku karê xwe bimeşîne, dike pişo pişo, dibe merxik, lê dema karê wî diqede, dibe ”mar” û tavilê pê vedide.
Erdogan tu carî bi çavekî wekhev, muadil li hevalên xwe yên kurd nanêre û nenêriye, ji wê bêtir, bi çavê propagandîstan û depoyên rayan li wan dinêre. Çimkî yên li Kurdistanê rayên kurdan digrin ew in, ne Erdogan e.
Erdogan, tu carî tehamula wî ji hevaltiya kurdekî ku doza mafê kurdan bike ra tun eye, roja ku kurdek ji Erdogan ra bibêje, ”bes li kurdan neheqiyê bike, mafê kurdan bide”, Erdogan, tavilê hevaltiya xwe pê ra qut dike û ”derî nîşanî” wî dide.
Û ji xwe heta nuha gelek caran kiriye jî û dibê hûn ji min bêtir bi vê rastiyê bizanibin.
Yanî min digot, belkî cenabê we êdî ev siyaseta tirkan û Erdogan ya ”bikaranînê” êdî fêm kiriye û loma jî ewê bi hesret û bi dilşadî wan rojên borî bibîr neyene, li wan negere.
Birêz Dengîr, min tu ”tawsiyeyên siyasî” li we nekiriye, min tenê li ser tiştekî fikrê xwe gotiye. Dibê cenabê we tehamulî rexnekirinê û fikrên cuda bike, ev pîvaneke demokrasiyê û mafê însanî ye. Dema tiştek eşkere hat belavkirin, mafê însanan heye fikrê xwe li ser bibêje û min jî ew kiriye.
Birêz Dengîr, ez jî ji salên 1970-î virda di nava siyasetê da me. Ez we û malbata we, rahmetiyê kalikê te Hecî Bedir Axa kêm zêde nas dikim û çîroka wî û têkiliyên wî yên bi Mustefa Kemal ra û medelya girtiye û surgûniyên ferdên malbata we pir hindik dizanim. Yanî haya min hinekî ji dîroka malbata we heye.
Bi dîtina min, ji kirinên bav û kalên xwe bêtir, em mesûl û berpirsiyarên kirinên xwe ne. Bav û kalên me hemûyan tiştê baş û tiştên xerab jî kirine, helbet em ne mesûlên wan kirinên wan in, ya girîng em îro çi dikin?
Birêz Dengîr, we gotiye, ”hûn li dijî ço/sopa” ne. Xwezî wiha bûya, lê ne wiha ye. Hûn demekê di nava AKP-ê û hukûmetê da di nuxteyên pir bilind û girîng da bûn, hûn berdevkê AKP-ê bûn. Yanî we bi Erdogan û hukûmeta wî ra Tirkiye bi rêve diber û kurd û Kurdistan jî di bin nîrê dewleta we da bû. Ma we li hemberî kurdan ne ”ço”, çi bikar dianî?
Ma we di dema xwe da azadî da kurdan, kurd rizgar bûn? Di dema we da jî bi sedan kurdên ku doza demokrasiyê û azadiyê dikirin hatin girtin û hatin kuştin.
Heger cenabê we li dijî ”ço” bûya, dibê nebûya berdevkê hukûmeta ku li hemberî kurdan ”ço” bikar tîne; ku kurd di bin destê vê dewletê da ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar in.
Yanî nabe meriv him li ser hukum be, dewletê îdare bike û him jî bibêje ”ez li dijî ço” me!
Birêz Dengîr beg, ez dizanim hûn ji ”aqilê” xwe pir razî ne û hûn qebûl nakin ku kes ”aqil” bide we. Û ji xwe tiştê min got û dibêjim jî ne aqildayin e, fikirgotine; yanî ez fikrê xwe dibêjim.
Birêz Dengîr beg, yê tirkan dewleta wan, ordiya wan, pûlisên wan, meclîsa wan, ala wan, bi hezaran zanîngeh û meketeb, radyo û telewîzyonên wan hene. Yanî ji bo miletekî çi hewce be yê wan heye. Tu bi qedrê Xwedê dikî, wek kurd çi yê min û we heye?
Ez û hûn hîn nikanim li her derê navê welatê xwe hildin, em nikanin rozeta ala welatê xwe bi sînga xwe ve kin, em nikanin zarokên xwe bi kurdî bidin xwendin.
Yanî wek milet em di bin sifirê da ne, tu tiştekî me tuneye. Her tiştê me yasax kirine. Heta navên gund û bajarên me jî diguherin, nahêlin em her navî bidin zarokên xwe.
Pûlisekî tirk kînga dilê wî bixwaze dikane di berbanga sibê da bigre ser mala min, bi kortika hustuyê in bigre û min ji nava nivînên min rake.
De îcar li hemberî serok û berpirsiyarên dewleta ku vê zulmê li me dikin, ezê çawa ”hurmetkar” bim û ji wan hez bikim?
Yanî dibê em kurd xwe bi tirkan ra miqayese bikin, ka wek kurd çi yê me heye? Û yên nadin me kî ne?
Heywan bi heywantiya xwe, dema tu lêxî, zulmê lê bikî ji te hez nake, ewê êrîşê bîne ser te.
Ma qey em kurd ji heywanan jî xerabtir in?
Birêz Dengîr beg, bi baweriya min şertan û dîrokê îro fersend û berpirsiyariyeke dîrokî daye ser milê we kurdên di nava AKP-ê û hukûmetê da.
Şertên hûn bi tirkan ra bimînin êdî nemaye, dibê hûn wek siyasetmedarên kurd xwe bidin ser hev û partiyên xwe, partiyên kurd ava bikin. Gaveke wiha ewê miletê kurd zû ji bin vê zulmê derxe û azad bike.
PKK û BDP bi serê xwe çi bikin jî nikanin zora dewletê û hukûmetê bibin, ev şer ewê hîn pir bajo. Lê hûn parlamenter û kesên di nava AKP-ê da dikanin hukûmetê û dewletê bînin rê û mesela kurd di demeke pir kin da çareser bikin.
Heger îro 30-40 parlamenterên kurd û bi hezaran kurd ji AKP-ê û ji Erdogan ra bibêjin, ”em vê zulmê hew qebûl dikin ya hûnê mafê miletê me bidin ya jî emê veqetin”, a wê demê Tirkiye ewê biheje, a wê demê dinya ewê rabe ser niga û piştgiriyê bide we.
Û mesela kurd jî ewê bi vê riyê zû çareser bibe. Heger bi rastî hûn li dijî ”ço” ne, dibê hûn pêşengiya tevgereke wiha bikin. Bi kar û xizmeteke wiha hûnê him ji bo tirkan û him jî ji bo gelê xwe xizmeteke baş bikin û derbasî dîrokê bibin.
Ji bo vê bersîva dirêj li qusura min nenêre, gelek silavên dostaniyê û bimîne di nava kêf û xweşiyê da…
Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar