27 september 2012

Nûrî El Malikî Erdogan şeqizand


Serokwezîrê Îraqê Nûrî el Malikî, vexwendina serokwezîr Erdogan ya Tirkiyê bi zimanekî ”kibar” red kiriye, gotiye li qusûra min nenêra, ez nayêm…
Malikî, di hevpeyvîna xwe ya bi telewîzyona El Îraqiye ra gotiye, ”Min ji birêz Erdogan ra nameya sipasiya xwe şand. Min got, ji ber ku di nêz da seyehata min heye ez nikanim vexwendina te qebûl bikim.”
Bêguman sebebê Malikî nîşan daye ne rast e, mesele ji nikanînê bêtir nexwestine.
Malikî bi vê yekê nîşanî Erdogan daye ku ew ji hukûmeta AKP-ê pir qeherîye û nuha naxwaze bi wî ra li hev were.
Tirk zû li tiştan sor dibin û zû jî poşman dibin. Erdogan bi vê vexwendina xwe di siyaseta xwe ya Îraqê û ya li hemberî Malikî û ya Sûriyê da gavek paşda avêtiye û poşmaniya xwe nîşanî Malikî daye.
Lê Malikî qebûl nekiriye.
Ez hêvî dikim ku demeke dirêj Malikî û Erdogan li hev neyên û nabêna wan xerabtir bibe. Dostiya wan li zirara kurda ye. Ji bo ku kêmtir zirarê bigihînin kurdan, ez hêvî dikim ku nabêna wan tim wiha xerab be…


XXX
Serokê meclîsa Tirkiyê Cemîl Çiçek di axaftina xwe ya kongreya Zimanê Tirkî da gotiye:
”Zimanê tirkî ji bo miletê tirk xezîneyeke muqedes e. Zimanê me di devê me da wek şîrê diya me ye, wek pêxawrin û nanê me ye. Zimanê tirkî, dil û hafizeya miletê meye. Heger em bibin xerîbê zimanê xwe, emê bibin xerîbê kultur û ïrfana xwe jî.
Ji ber vê yekê dibê em zimanê xwe baaş bizanibin û li hemberî xerabûnê biparêzin. Ziman xera bibe ewê nasname, kultur û îrfan jî xera bibe.”
Wek hûn dibînin dema dibe tirkî , Cemîl Cîçekê mahcirê Kafkasan ji bo miletekî zimên çawa girîng dibîne.
Lê eynî tiştî ji bo kurdî nabêje û eynî temiyê li kurdan nake.
Çîçek ji bo tirkan zimên hewqasî girîng dibîne, lê gava dor tê ser kurdan, mafê perwerdeya bi kurdî jî ji bo zarokên kurdan qebûl nake, dibêje piştî ku we 12-13 saliya xwe qedand, emê hefteyê du saetan bi zimanê we dersê bidin we.
Rast e, bi rastî jî ziman dil û hafizeya miletekî ye. Heger miletek zimanê xwewenda bike, ne tenê kultur û îrfana xwe, ew xwe jî wenda dike.
Ji ber vê yekê dibê em kurd zimanê xwe miheqeq bizanibin û wek rohniya çavê xwe biparêzin. Wendabûna zimanê me, wek milet wendabûna me ye jî. Dibê emvê rastiyê bizanin.

XXX
”A ez ji wî nifşî/cîlî me, ew nifşê bêyî ku Mihemed Şêxo nas bike ji bo Neşet Ertaş pir xemgîn dibe… Xwedê we bikekurd! Ez nifireke din jî li wenakim”
Omer Faruk Baran
Yanî qesda Omer Farûk Baran ev e: Bêyî ku em xwe nas bikim bi secera bav û kalên xelkê dizanin.
Ev rast e, bi qasî ku em edîb, şair û hunermendên tirkan nas dikin, em yên xwe nas nakin.

XXX
Em di şîna xwe da jî ne ji bo miriyê xwe, ji bo miriyê xelkê digrîn. Ji ber ku dijmin bi şiûra me lîstiye, em kirine xerîbên qewmê xwe û dîroka xwe. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar