25 september 2012

Li Tirkiyê kultura demokrasiyê tuneye


Serokê meclîsê Cemîl Çîçek, di axaftina xwe ya Zanîngeha Fatîhê da îtîraf kiriye ku di demokrasiyê da her tişt bi qanûnan nabe, hin tişt girêdayî kultur û perwerdeyê ne.
Çîçek, qala problemên demokrasiya Tirkiyê kiriye û tigotiye:
”Li welatê me bingehê demokrasiyê yê qanûnî heye, lê belê bingehê kulturî û exlaqî têra xwe tuneye. Ji ber ku ne wiha ye, em hewil didin ku vê valahiyê bi derxistina qanûnan dagrin. Yanî bi qanûnan meriv nabêje bi tolerans(tehamul)bin. Bi derxistina qanûnan meriv nabêje ”vanan bikin”. Ev fêrbûneke, kultureke, perwerdeye. Ew jî xisletên(xuyên) ku ji destpêkê ve tên qezenckirin in. Di serê derên ku van xisletan lê tên qezenckirin yek jî zanîngeh tên.”
Rast e, li Tirkyê ji qanûnan bêtir kultur û exlaqê demokrasiyê, xweşbînî, tehamulê tuneye.
Erê gelek qanûn jî ne demokratîk in, nîjadperest in, li ser înkara miletê kurd û gelên din ava bûne, lê problem ne ev tenê ye, problem civat e, dîtin û toleransa civatê ye jî.
Nîhayet qanûn ji alî însanan ve tên çêkirin, dema însan bi xwe ne demokrat, tehamulkar û xweşbîn bin, qanûn baş bin jî têrê nake. Dibê qanû netîceyeke pêşketina civakê ya aborî, siyasî û kulturî be.
Û rast e, kultura demokrasiyê jî di meketeban da, di zanîngehan da, bi perwerdeyê tê qezenckirin.
Lê li Tirkiyê hemû dezgehên perwerdeyê, ji destpêkê heta dawiyê, hîn jî wek hêlînên nîjadperestiyê ne. Heta ku mufredat, îdeolojî û sîstema perwerdeyê neyê guhertin, zarokên kurdan jî wek yên tirkan bi zimanên xwe perwerdeyê nebînin, perwerdeyeke modern û demokratîk ne mimkûn e, pêşketina kultura demikrasiyê ne mimkûn e.
Mejuyekî azad ancax di derdoreke azad û bi perwerdeyeke bi rastî demokratîk mimkûn e.

XXX
Pûlisên tirk li Hekariyê bi çavsoriyeke mezin çewal xistine serê sê kurdan. Wisa xuyaye ku mêrikan heyfa Emerîkiyan ji kurdan digrin.
Di sala 2003-a da emerîkiyan li Silêmaniyê girt ser şargeha leşkerî ya Tirkiyê û çewal xistin serê birek zabitên tirk. Ev yek bi tirkî bi navê ”çûvl geçîrme” derbasî dîroka tirkan bû.
Tirkan, li hemberî emerîkiyan li gel ku ew jî çekdar bûn dest nebirin xwe, lê li hemberî kurdên siwîl û bêçek nuha ”mêraniyê” dikin.
Çewal xistina serê kurdên siwîl ne mêranî ye, çavsorî û zulmeke neyaraneye. Kurd ewê vê kirina we tu carî ji bîr nekin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar