28 augusti 2012

Ezim hebe serkeftin mimkûn e


Ez çar rojan li Diyarbekrê mam. Herdu rojên eydiyê yên pêşîn ji ber ku eydî bû min zêde kesek nedît, herder girtî bû. Min rojên xwe bi dîtina merivên xwe borand. Lê herdu rojên din ez du caran çûm merkeza DDKD-ê û him li wir û him jî li der, min gelek nas, dost û heval dîtin.
Merkeza DDKD-ê li ciyekî merkezî bû û avahî jî gelkî xweşik bû. Hevalên DDKD-ê ji gava xwe gelkî bi hêvî bûn. Li gorî ku qal kirin hevalên berê hêdî dikevin têkiliyê û diçin û tên.
DDKD, bêguman navekî nas e, ”marqeyeke” meşhûr û bi nav û deng e, îtîbar û îmaja di nava gel da jî awantaj e. Yanî wek nav ji hevalan ra ne bar e, belovacî wî îmkan e. Heger xebateke bi aqil û bi dûzan werekirin tu sebeb tuneye ku piştî demekê xurt nebin.
Bi hêviya ku heval biserkevin û li Kurdistanê bikanibin bibin hêz û qeweteke madî.
Piştî eydiyê ez di ser Qerejdaxê ra bi erebeya xwarziyê xwe çûm Wêranşarê. Ev cara pêşîbû ku ez di ser Qerejdaxê ra diçûm Wêranşarê. Rêwîtiya me li dora saetek û 15 deqîqe girt. Bi xêra vê rêwîtiyê min xweza û coxrafiya Qerajdaxê dît.
Berê em ya di ser Qezê û Mêrdînê ra ya jî di ser Ruha û Swêregê ra diçûn û riya me pir dirêj dibû. Lê nuha rê pir kin bûye. Li gorî dibêjin 90 km e. Heger wisa be dibê Wêranşar ne bi ruhayê, bi Diyarbekrê ve were girêdan. Çimkî nabêna Wêranşrê û Ruhayê 93 km e.
Wêranşar min îcar pir ne xweş dît. Çend eşîr dîsa bi hev ketibûn. Eşîrtî, faîz, fesadî, gelacî û gelek fiîlên din yên xerab bi pêş ketiye. Kultur û normên eşîrtiya berê jî dejenere bûye, her tişt bûye pere. Însan bi peran radikevin û bi peran radibin. Her kes, yê muhtac ne muhtac bi hemû hêza xwe li dû kar û qezenckirina pera ye.
Berê dema yekî qîzek birevanda ya jî yek bikuşta kesî êrîşî malên hev û pîrekan nedikir. Lê nuha êrîşa pîrekan jî bûye adet. Qey ji bo ku buhayê xwînî bilind bikin û dawê zû bidin çêkirin, êdî li pîrekan jî dixin, malên kesên ham û tam, kesên ne li mal jî talan dikin.
Keça xalê min du rojan nikanîbû bihata ba min. Bi kêmanî nikanîbû serbest bigeriya. Min bi henek got, jê ra çarçefeke afganiyan bişînin, bira pê were.
Yanî bi kurtî min dejenarasyoneke pir xerab dît û madê min li hev ket…
Ji ber ku gundî pir ketine bajêr, şiklê jiyana xwe ya civakî û kultura xwe jî bi xwe ra anîne. Wêranşar ji bajarekî bêtir, dişibe gundekî mezin . Heta gunduyên ketine bajêr entegre bibin û bibin bajarî jê ra gelek sal lazim e.
Lê Qezê(Qiziltepe) ne wiha bû, min Qiziltepe him ji alî mîmarî ve, him ji alî paqijiyê ve û him jî ji alî civakî ve moderntir dît; li gorî Wêranşarê, Qeza bêtir dişibiya bajaran.
Li Wêranşarê tiştê herî xerab şerê eşîran û faîz e. Dibê hêzên siyasî, ronakbîr, xortên xwenda û rîsipiyên Wêranşarê li dijî şerê eşîran û faîzê miheqeq tiştna bikin. Dibê meriv li ser van herdu fenomenan civînan, konfensan çêke û tim di rojevê da bigre.
Deyn jî li Wêranşarê problem e, tîcaret bi piranî bi deyn dibe. Dema yek deynê xwe nede deh kes jê muteesîrdibin û ev jî dibe sebebê gelek teşxele û bûyerên nexweş.
Welhasil ez îcar ji Wêranşarê hinekî xemgîn û bi endîşe vegeriyam.




1 kommentar:

  1. DDKD heya iro ci kiriye wê ji iro pêva ji wi bike

    SvaraRadera