Hevalo, lawikê licî, mêrê rojên giran, sembola comerdî û fedekariyê, kurdpererê dilşewat, evîndarê kurd û Kurdistanê dawiya dawî mirinê zora te jî bir, bi bêbextiyeke mezin tu jî ji me stend.
Mirina bêbext, mirina qeleş ne hîşt ez di mirina te da li ber serê te bim û ne jî têkevim bin darbesta te.
Xwezî min qezayeka trafîkê derbas kiriba û neçûyama wê rêwîtiya bêtalih. Min nizanîbû mirinê kînga li deriyê te xe…
Hevalo, mixabin meriv wê rojê tu carî nizan e…
Yilmaz, ji ber ku di saniya dawî da ez ne li ber serê te bûm û nikanîbûm têkevim bin darbesta te, ez xwe li hemberî te pir fedîkar û sûcdar his dikim...
Felekê bi min ra jî bêbextiyeke mezin kir, nehîşt di rêwîtiya te ya dawî da ez wacibê xwe yê hevaltiyê bînim cî û têkevim bin darbesta te...
Ji ber vê kêmasiya xwe ez gelkî şermezar im...
Ez baş dizanim te gelkî dixwest ku di saniya dawî da ez li ba te bûma, ez têketima bin darbesta te…
Çimkî ez û tu bi rastî jî HEVALÊ hev bûn, hemû Stockholmê ev yek dizanîbû...
Yilmaz, lawikê licî, nuha bê te ezê çawa bikim?
Ji bo min bê te Stockholm xalî û wêran e?
Ezê rojên îniyan piştî derketina kar herim ba kê fîncanek qahwe û dubleyek vîskî vexwim?
Ezê bi kê ra qala rewşa Kurdistanê û halê kurdan bikim?
Ezê bi kê ra henekan û ”paşgotiniya” hin hevalan bikim?
Min rêwîtiyeke wiha qet texmîn nedikir. Lê jiyan carnan pir zalim û pir bêbext e, guh nade hestên meriv, gunehê wê bi meriv nayê.
Hevalo, ev serê salekê bû ku tu nexweş bû, lê mirinê tam di dema tunebûna min da hat li deriyê te xist. Heger were bîra te, roja çûna min ez hatim ba te, min got ez dikim herim, ma tu yê li bende min bî? Te serê xwe hejand û bi destê xwe îşareta çûnê kir, te got here, ezê li bende te bim…
Lê mirina bêbext, nehîşt ez bigihîjim ser te, nehîşt tu li benda min bimînî, tu ji min revand.
Û ev bêbextî jî ne bes bû, roja vegera min jî te xatir ji Stockholmê xwest û berê xwe da paytexta Kurdistana di dilê te da. Tu li bende min nema. Dema ez vedigeriyam Stockholmê tu jî vedigeriya welatê xwe, mala xwe ya ebedî.
Ez nuha li ber kompîtorê rûniştime û hewil didim ku li ser mirina te qala hestên xwe bikim.
Lê nabe, pir zor e…
Yilmaz, lawikê licî, di jiyanê da hin rastî hene qebûlkirina wan pir zor e, meriv dike nake nikane qebûl bike.
Lawikê licî, ez nikanim mirina te qebûl bikim. Loma jî ez lal bûme, nikanim hestên xwe bînim zimên.
Ez nizanim qala kîjan xusûsiyetên te yên baş bikim?
Bi mirina xwe ya bêwext te bi hezaran nas, dost û hevalên xwe û hemû kurdên Stockholmê jî xemgîn kir.
Bi hezaran nas, dost û hevalên te yên li welêt û li derve îro gelkî xemgîn in, ji ber vê koça te ya dawî hêsiran dibarînin.
Lawikê licî, zarok, malbat û hemû hevalên te bi te gelkî serbilind in. Navê Yilmaz(Selîm Bakc) ewê hertim bi başî û rindî were nitirandin. Mêranî, fedekarî, comerdî, xweşsohbetî û zîrekiya te ewê tu carî neyê jibîrkirin.
Li Stocholmê aşxaneya te mala her kurdî bû, tu ji bo her kurdî hêvî û hawara roja teng bû. Serê kîjan kurdî têketa tengasiyê nevê herî pêşî dihat bîrê navê te bû. Heft xwezî bi te, te ji bo zarokên xwe mîrat û navekî bêqusûr li pey xwe hîşt.
Loma jî hemû hevalên te bi te serbilind in. Tu yê wek hevalekî hêja, fedekar, cesûr û comerd û kurdekî fedekar û dilşewat hertim di dilê hevalên xwe da bijî.
Em tu carî te ji bîr nakin.
Yilmaz, bi vê rêwîtiya xwe ya bêveger te ez li vî bajarî hustuxwar hîştim…
Tu jî viya baş dizanî…
Xwezî mirina te xewn bûya…
Bi rasti te qet basnekir ku tu necuy cenazê Lawikê Lici. Gelek kurê bavan amadebûn li Diyarbekir
SvaraRadera