06 april 2012

Kurd êdî bi derewên hukûmetê naxapin

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan hefta borî di beyaneke xwe da ji bo çareseriya mesela kurd gotibû, ”ewê bi terorê ra şerê xwe bidomînin û bi hêza siyasî yanî bi BDP-ê ra jî têkevin diyolgê.”

Di stratejiya hukûmetê ya nuh da jî ev dîtin hebû, bi Îmraliyê û Qendîlê ra ewê hew têkevin têkiliyê.
Lê wa ye Erdogan do dîsa dev guhertîye û îcar jî gotiye, ”raya BDP-ê ne di destê BDP-ê da ye, BDP xwe îdare nake, loma jî ji bo çi ezê bi BDP-ê ra rûnim? Ezê bi wan ra qala çi bikim?”

Erdogan rojê tiştekî dibêje, rojê dikeve boyaxekê. Lê rastiyek heye, Erdogan naxwaze tu mafî bide kurdan, loma jî naxwaze bi kesî ra rûne.

Tiştên dibêje demagojî û taktîkên rojane ne. Armanca Erdogan ya esasî hîn jî qelandina koka kurdan yanî îmha ye. Ji ber ku armanca wî ev e, loma jî ji her riyê û her alternatîfê ra behaneyekê dibîne.
Lê Erdogan hesabekî şaş dike, cin carê ji şûşê derketiye, tu hêz û tu dek û dolap nikane vî cinî dîsa paşda têxe şûşê.


XXX
Dema rizgarkirina Kurdistanê roj bi roj nêz dibe. Di rojên pêş da li Rojhilata Navîn kurd jî ewê bibin xwedî dewletek ya jî 3-4 dewletên serbixwe. Ev bawerî di nava siyasetmedar û ronakbîrên kurd da hêdî hêdî xurt dibe. Ev yek gelkî girîng e.

Tu hêz û manîplasyon nikane rê li ber azadî û serxwebûna kurdan bigre. Di salên pêş da heqê ciyê xwe bibîne yanî kurdê welatê xwe rizgar bikin.

Li Îraqê veqetandina kurdan nêz e, ereb ne mimkûn e ku li hev bikin û li gorî destûra Îraqê tevbigerin. Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Emerîkayê ev yek dubare kir, got, em vê reşa nuha qet qebûl nakin.

Li Îraqê şîe ne dixwazin madeya 140-î cîbicî bikin û ne jî dixwazin îktîdarê bi sûniyan ra par bikin. Û ev yek jî ewê bibe sebebê berdewamiya tevlihevî, kaosê û heta şer.

Dawiya dawî kurdê serxwebûna xwe îlan bikin.
Piştî Îraqê nuha li herêmê xeleka zincîrê ya herî qels Sûriye ye, di demeke nêz da rejîma Beşar Esed jî ewê bikeve.

Piştî têkçûna rejîma Esed erebê hevûdu bixwin û careke din ne mimkûn e ku kes bikanibe Sûriyê weke berê bi hev ve bizeliqîne û weke berê îdare bike.

Piştî têkçûna rejîma Beşer Esed li Sûriyê dûzaneke çawa were û hukûmeteke çawa ava bibe jî kurd ewê bibin xwedî statuyeke siyasî, belkî jî ev yek berbî veqetandinê ve here.

Loma jî dibê hemû kurd bi hev ra, lê bi taybetî jî kurdên başûr zorê bidin şikandina vê xeleka zeîf. Azadiya kurdan li Sûriyê ewê azadiya kurdên bakur jî zûtir bike.



XXX
Di îdîanameya doza KCK-ê ya Stenbolê da hînbûna kurdî û helbestên kurdî ji alî dozger ve weke delîlên suc tên nirxandin.

Dozgeriyê pirtûkên rêzimanê kurdî û helbestên kurdî yên ku di mala Gonul Erdema ku ji doza KCK-ê di hundur da ye weke delîlên sûc nîşan daye.

Dozger, derbarê kitêbên rêziman û helbestên kurdî yên ku di mala Erdemê da hatine girtin da dibêje:
“Ji helbestên kurdî û ji bikaranîna ...cînavên sîngular û plûral diyar dibe ku xwestiye xwe hînî kurdî bike. Gumanbarê ( Gonul Erdem) di nava rêxistinê da cih girtiye, beşdarî civînên neqanûnî bûye, ji xwe ji gotinên wê jî diyar dibe ku bê çiqasî dilsoza doza rêxistina terorê ye. Ji bo ku bikare zêdetir feydeyê bigihîne rêxistinê xwestiye xwe fêrî zimanê kurdî bike. Ji delîlên li jor hatine rêzkirin jî diyar dibe ku mereqa gumanbarê ne tenê fêrbûna ziman e…!”

Hûn dibînin bê di heqê girtiyên doza KCK-ê da çi delîl û belgeyên girîng û cidî hene (!)
Dadgeheke cidî û dozgerekî huqûqnas ne mimkûn e ku li ser navê huqûq qeşmeriyeke wiha bike…
Ev belge bi tenê nîşan dide ku ev doz çiqasî vala, bêbingeh û qomediyeke pir bêqalîte ya ji dereceya sisiyan e.

Loma jî li ortê tu sûc mûc tuneye, ya rast ew e ku dewleta tirk li ser daxwaza serokwezîr Erdogan 7-8 hezar siyasetmerarên kurd rehîn girtine...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar