29 april 2012

Hukûmeta AKP-ê li hemberî kurdên başûr siyaseteke durû dimeşîne



Tiştê ecêb, gava meriv rexneyekê li kurdên başûr, li hukûmeta Kurdistana başûr digre hin kes tavilê îtîraz dikin û PKK-ê, BDP-ê û rewşa kurdên bakur nîşan didin, dibêjin weleh kurdên başûr ji me pir û pir baştir in.
Ev şêleke ne rast e, gava meriv rexneyekê li kurdên başûr digre ev yek nayê wê maneyê meriv siyaset û kirinên PKK-ê û BDP-ê diparêze.
Birayên ezîz, helbet rewşa kurdên başûr ewê ji ya kurdên bakur baştir be, ji ber ku ew dewlet in. Mijar ne ev e.
bi baweriya min, dewleta tirk çiqasî dijminê kurdên bakur e, hewqasî jî diminê kurdên başûr e, heger ji destê wan were ewê îro desthilata kurdan hilweşînin.
Lê îro nikanin.
Û ji ber ku bi riya leşkerî nikanin hukûmeta kurd ji ortê rakin, dixwazin bi riya aborî, bi serdestiya zimên û asîmîlasyona kulturî kurdan bi xwe ve girê bidin.
Dema meriv li Zaxo, Duhokê, Hewlêrê digere meriv vê serdestiya tirkan dibîne, bêyî ku meriv bi kurdî û erebî bizanibe meriv dikane li Kurdistanê bijî.
Heta li gelek dikan, mexaze, aşxane û pastexaneyan karkir weke ku li Tirkiyê bin tenê bi tirkî dizanin. Menuyên wan tenê bi zimanê tirkî ye.
Serdestiya zimên bi xwe ra hezkirina ji tirkan û Tirkiyê jî xurt dike û kiriye jî.
Kurdistana Federe beşekî dewleta Îraqê ye û erebî jî li gorî qanûnan li Kurdistanê zimanekî resmî ye. Lê tiştê min dît di bazarê da tirkî ji erebî serdestir û xurttir e.
Rast e kurd bûne dewlet, asîmîlasyona wan weke kurdên bakur di demeke nêz da gelkî zahmet e, lê ne tiştekî ne mimkûn e.
Ya din, armanca mektebên Gulen ne belavkirina ilim Û îrfanê û ya TRT6-ê jî ne tenê weşangerî ye, armanca wan ya esasî di nava kurdan da belavkirina îdeolojiya panturkîzmê ye, xurtkirina tirkîtiyê ye. Dîn, ilim, tîcaret, mekteb, telewîzyon, weşangerî hemû maskeyên vê armanê ne. Dewlet û hukûmeta ku hîn navê herêma Kurdistanê rast nebêje, bibêje ”Iraqa bakur”, dibê meriv bi şik li hemû teşebusên wan binêre.
Heta nuha yek carê jî ne Erdogan, ne Gul û ne jî wezîrekî  hukûmeta AKPê weke mirovan navê Kurdistana Federe negirtine devê xwe.
Gulen jî negirtiye devê xwe. Gulen, li Kurdistanê mekteb ji bo  perwerdeyeke bi kalîte bide zarokên kurdan venekiriye, armanca wî siyasî ye.
Dibê em kurd vê armanca hukûmeta AKPê û ya Gulen yek saniyê jî ji bîr nekin; çimkî ew hîn jî bi çavên neyar li kurdan dinêrin. Hurdu jî gorra kurdan dikolin, herdu jî ji bo kurdan xwedî  planên veşartî ne.
Loma jî ne rast e meriv mektebên Gulen weke yên îngilîzî û TRT6-ê jî weke BBCyê  bibîne.
Dîtineke wiha pir şaş û safîtiyeke mezin e.
Tirk nahêlin kurd kanalên xwe li Tirkiyê vekin û kanalên li derve weşanê dikin jî xera dikin. Heta nahêlin kurdên başûr jî bi tirkî weşaneke azad û bi dilê xwe bikin. Loma jî dibê meriv li hemberî van gavên tirkan hewqasî ne pozîtîf be, tim bi şik lê binêre…





XXX
Ez dibêjim li gel ku tirk, weke dewlet, weke hukûmet û weke milet neyartiya kurdên başûr dikin, lê kurdên başûr, bi soran û kurmancên xwe ve heyranê Tirkiyê û tirkan e. Bi kêmanî ekseriyeteke mezin wiha ye.

Gava yek ji meriv hez neke, bi meriv ra neyartiyê bike, heta navê welatê meriv jî rast nebêje meriv jî gerek jê hez neke. Lê kurdên başûr ji tirkan û ji Tirkiyê pir hez dikin.

Tirk ji kurdî nefret dikin, lê kurdên başûr ji tirkî hez dikin, ji muzîka kurdî bêtir li muzîka tirkî guhdarî dikin.

Kanalên nêzî PKK-ê bi îmkanên xwe yên bi sînor bi kurmancî, soranî, zazakî, hewramî, tirkî, erebî weşanê dikin.

Îmkanên kurdên başûr di warê madî, siyasî, huqûqî û teknîkî da hezar qatî ji yên PKK-ê zêdetir in, lê dîsa ji bo kurdên bakur qanalekê venakin.

Tirkiye di nava kurdan da bi kurmancî, soranî, zazakî propagendeya xwe dike, lê kurdên başûr li hemberî vê hegomanyaya tirkan gavekê navêjin. Ez vê pasîfiya wan rex dikim, dibêjim gerek ew hî li Tirkiyê propagendeya xwe bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar