05 april 2012

Di demokrasiya Tirkiyê da bi kurdî nivîsîna navê partiyan qedexe ye

Ji ber ku berpirsiyarên şûbeya Partiya Mezlûman ya Sosyalîst ya Diyarbekrê, navê partiyê bi du zimanan(kurdî û tirkî)nivîsîne û bi ser deriyê partiyê va bidarde kirine di heqê serokê liqê Diyarbekrê Remazan Karakaya û endamên bi navê Hayatî Yildiz, Orsan Eylem Vural da doz hatiye vekirin.

Li gorî madeya 81-ê ya Qanûna Pariyên Siyasî bi kurdî nivîsandina navê partiyan qedexe û sûc e.
Û ev welat û civata paşdamayî bi vê rejîma xwe ya dîktaor û bi van qanûnên xwe yên nîjadperest û faşîst dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê.

Ewrûpî, tirkiyê bi vî halê xwe weke tozçî jî nagrin trêna Yekîtiya Ewrûpayê.
Li gorî serokwezîr Erdogan, Tirkiye li herêmê welatê herî demokratîk e.
Wey demokrasiya we têkeve binê erdê !

Kuro hûn li ku demokrasî li ku, li cîhanê hûn welatê herî sosiret in…
Li cîhanê bêyî Tirkiyê tu welatekî din yê hewqasî paşdamayî, hewaqaî nîjadperest tueneye. Ji bo ku meriv nivîsandina navê partiyekê bi zimanekî din qedexe bike dibê meriv nexweş be. Birêvebirên vê dewletê û vê rejîmê şîzofren in, dibê di zûtirîn wextê da tedawî bibin…


XXX
Ez nuh ji panela Faysal Dagli, Nesrîn Rojkan û Hasan Bildirici têm. Min û Feysel şexsî hev hevûdu nedîtibû, me nuh hevûdu dît û bîstekê sohbet kir. Kêfa min ji dîtinên Feysel ra tê, tesîra asîmîlasyonê û psîkolojiya ”Tirkîyetiyê” şikandiye.

Feysel weke hertim dîsa weke kurdekî xwedî şuûr û perspektîveke netewî dîtinên kurdewarî û gelk tiştên xweş gotin.

Nesrîn Rojkan xanimê qala armanc û karên enstitiyê kir û Hasan Bildirîcî jî dîtinên xwe yên derbarê dewleta tirk û tevgera kurd ya netewî da anî zimên.
Feysel Dagli û Nesrîn xanim bi kurdî û Hasan jî bi tirkî peyivîn.
Civîneke baş û bi feyde bû.


XXX
Do tu nemabû(hindik mabû) ez ji nişkava dewlemend bibim. Ez henekan nakim, rast dibêjim.
Li dikana bayî jineke pîr di pêş min da bû, loto û toto teslîm dikir û du loto jî bi swêdî jê ra dibêjin (trisslott)kirî. Min got weleh ezê jî du heban bikirim, belkî lotoya min lêxe. Heba wan bi 25 kronî bû, min jî 50 kronê xwe da û du heb kirîn û dest bi verotinê kir.

Yek vala, qerewane derket, lê di ya din... da min 10 caran 50 kron yanî 500 kron qezenc kir. Di lotoyê da 1000, 10.000 û 100.000 jî hebû, min dikanîbû deh caran sedhezar yanî milyonek kron jî qezenc bikira. Yanî hindik mabû…

Min ji xwe ra got 500 kron(teqrîben 50 euro) jî ne xerab e, ji tunebûnê çêtir e, qenekê 50 kronê min neşewitî.

Êvarî gava ez çûm mal, min li ser riya xwe ji xanimê ra baqek(qevdek)lale kirî û çîroka dewlemendiya xwe jî bi kêfxweşiyeke mezin jê ra got. Xanim bi lota min zêde kêfxweş nebû, got, heta nuha te sed qatê vî pereyî daye.

Min got xanim, ez nekirin ji xwe qet qezenc nakim, bi vî hawî ez hewil didim lê şansê min tuneye, lê sebir bike, kabê minê jî rojekê mîr were…


XXX
Hemoyê berdûş yê diyarbekirî destê sibê dema diçû mala xwe, di kortekê wer bû, kort kûr bû nikanîbû jê derketa, dest bi qîrîn û hawarê kir:

”Haho, ma kes tuneye, ma kes tuneye were alîkariya min?”
Tam di wê nabênê da meleyê mizgeftê ji bo azana sibê diçû mizgeftê. Dengê Hemo bihîst û çû ser devê kortê sekinî:

”Law Hemo, dibê tu ji min ra sond bixwî ku tu yê careke din neçî meyxaneyê, serxweş nebî, bi teqala serxweşan nekevî û di wextê herî mala xwe!”

Hemoyê ku heta bîstek berê ji bo alîkariyê dikir gazî û hawar, gotina xwe guherand, got:
”Ma li wir kesekî din tuneye…”

Hin kes hene meriv naxwaze ben jî li gewriya meriv sist bikin, mayina di kortê ji mineta wan çêtir e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar