Par dema ez çûm Kurdistanê, li Diyarbekrê min kitêbeke Qedrî Can kirî. Li aliyê Dîcle Kentê, avahiyeke pir xweşik bala min kişand. Nayê bîra min navê bînayê çi bû. Ji bo ku bînayê bibînim ez çûm ketim hundur. Bînayeke belediyê ya kulturî bû, di hundur saloneke mezin da çend xort li pişt maseyekê rûniştibûn hin kitêb difrotin.
Min du kitêb ji wan kirî, yek ya Qedrî Can, ”Hemû berhemên wî, ” û ya din jî ya Feqiyê Teyran bû.
Min çend caran hin helbest ji wan xwendin lê min temam nekir. Carnan, dema ez diwestim û tiştekî ez binivîsim nayê bîra min, ez ji refa kitêban ya li milê min ê çepê kitêbeke helbestan digrim û dixwînim û bîstekê ji siyasetê û ji derdê tirkan û ji qehra Erdogan dûr dikevim.
Min îşev jî wisa kir.
Îşev dîwana Qedrî Can bala min kişand û min girt û çend helbest jê xwendin.
Qedrî Can him di şiirê da û him jî hostatiya çîrokê da pir xurt e, lê mixabin di nava kurdan da pi kêm tê nasîn.
Ez îşev du şiirên wî pêşkêşî we dikim. Ez bawer dikim hûnê gelkî jê hez bikin.
Niştiman birîndar e
Niştiman birîndar e, wextî efsane niye
Li ber çavan sêdar e, wextî bêgane niye
Ey cenabê Pîremerd, saldîdeyî germ û serd
Bo çi tu pir ekî derd , wextî meyxane niye
Ey kiça li Çemçemal, kiça Kurd, kiça delal
Li hed ziyade tu menal, wextî giryane niye
Ey Nalî dîwanî, bo maçêk şeydanî
Tu xud ekî herzanî, wextî qurbane niye
Niþtiman birîndar e, li ber çavan sêdar e
Wextê eşqane niye, wextê mestane niye.
Qedrî Can. Kovara Gelawêj, 1947
Gula Sor
Gula sor,
Hilbû jor,
Bîn da dor
Gula sor
Gula sor
Li paş Çiyayê Qaf şên bû,
Alem jê re evîn bû
* * *
Gula geş
Bi me xweş
Da me heş
Em bi bîna wê sermest
Em pê şabin serbest
* * *
Nazenîn
Xemrevîn
Xemilîn
Pê zemîn
Guleke bê kelem e
Di nav baxê ÎREM e
* * *
Gula sor
Em li dor
Bicivin
Bîn bikin dor bi dor
Qedrî Can, Şam 1943
Vê sibehê li Stenbolê, li Ruhayê û li çend bajarên din pûlisên rejîma dîktator ya AKP-ê dîsa bi berbanga sibê ra weke gurên har avêtine ser gelek malên kurdan û gelek însan girtine bin çavan.
Di înternetê da min rismên pûlisan dît, hemû bi maskê û bi çek di bînayekê da bi zor dikevin mala kurdekî ku her kes hîn di xew da ye.
Yekî nizanibe wê bibêje yên du hundur da qey bi çek, bi tank û top in.
Gava ez dibînim dewşîrme û mahcirekî Kafkasan vê zulmê, vê çavsoriyê li kurdan dike, pûlisên bi maske, di destên wan da çekekên giran zarokên kurdan ji xew radikin ez ji hêrsan dibehecim…
Li ciyê rehetiyê, kêfî û ji bo ku kanin bi kurdan vê zulmê li vî miletê bêsûc û bêguneh dikin.
Li tu welatekî din yê cîhanê li hemberî miletekî teroreke hewqas mezin nayê meşandin.
Lê hin siyasetmedarên kurd hîn jî xwe dikin qurbana Erdogan û pesnê demokrasiya rejîma wî didin.
Li Tirkiyê êdî sûcê herî mezin kurdbûn e, kî bibêje ez kurd im û doza mafên kurdan bike malikê lê dişewitînin. Rexnekirina Erdogan ji rexnekirina Pêxember û Xwedê jî tahlûketir bûye, kî bi du gotina Erdogan rexne bike, roja din di heqwê wî da doz vedibe.
Welhasil tiştê meriv dibîne, Erdogan jiyan li kurdan kiriye zîndan, nêta wî heye 50-60 hezar kurd têxe zindanan.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar