Min nuha di telewîzyona Swêd di kanala 2-an da li fîlmekî dokumamter(Li wir dilê min lêdixe)temaşe kir.
Haya min ji fîlm tunebû, piştî xeberên swêdî gava min kanal guherand min dît kanala 2-an tiştekî li ser Afganîstanê nîşan dide û keçika dipeyive jî bi kurdî dipeyive. Vê yekê meraqa min bêtir zêde kir û bala min kişand û min û xaninê û lawikê me Rojen dest bi temaşekirinê kir.
Malbateke kurdên(ez bawer dikim ji grûba Fedaiyan)Rojhilat Îranê di dema şer da direvin Afganîstanê û çend salan li wir dimînin. Xezar Fatemî li Kabûlê dest bi dibistanê dike û belkî salekê du salan dixwîne û dû ra jî koçberî Swêd, bajarê Stockholmê dibin.
Di sala 1989-an da Xezar Fatemî û malbata wê, Afganîstanê terk dikin û tên îltîcayî Swêd dikin.
Di fîlm da bavê wê nîşan nedan û qala wî jî nekirin, ez nizanim hatiye kuştin ya jî ji xwe beşdar nebû ya jî di destpêkê da bû min nedît.
Piştî 20 salan Xezar biryara xwe dide ji bo ku here cî û warê zaroktiya xwe bibîne û kela dilê xwe û bîrîkirina xwe aş bike. Dixwaze kesên li pey xwe hîştine û bi taybetî jî hevala xwe ya zaroktiyê û ya lîstikê bibîne, qedera wê fêr bibe, gelo dijî ya najî, li ku ye û çi dike?
Rismekî wê û yê keçika hevala wê di destê wê da û diçe dibistana zaroktiya xwe, rê mamoste û hevalên xwe dide û li wan der û ciyên ku bi hev ra lê lîstibûn digere û li hevala xwe dipirse, lê wê nabîne, kes bi qederfa wê nizane. Kes nizane gelo hatiye kuştin ya ew jî weke Xezarê li welatekî dûr dijî.
Berî çûyinê, diya wê ditirse, naxwaxe Xezar here Afganîstanê, lê ew îtîraz û rica diya xwe qebûl nake û ji riya xwe namîne, wê hesretê di diê xwe da nahêle.
Dû ra dilê diya wê rehet nake, ew jî radibe dide pey wê û diçe Afganîstanê, herdu, dê û dot, li Kabûlê hevûdu dibînin û bi hev ra diherin mala ku Xezar lê mezin bûye û li wan kuçe û kolanên ku ew bi hev ra lê geriyane digerin.
Malbata di xaniyê mala Xezarê da dijîn zêde rû nadin Xezarê û diya wê û wan bera hundur nadin, dibêjin em qebûl naki hûn bi kamereyê werin hundur.
Ev yek tesîreke mezin li Xezar û diya wê dike û herdu bi serhev da digrîn. Çimkî hinek nahêlin ew herin "mala" xwe ya bi salan...
Dokumanterekî vegera min anî bîra min, lom jî min jê pir hez kir. Vegera min ya piştî 30 salan jî eynî heycan da min û di dema ziyareta mala me da min jî eynî hêsir barandibûn.
Cî û warên zaroktiya meriv lê derbas bûbe weke himêza diya meriv e, meriv tim bîriyê dike, hêzeke nediyar tim meriv bi wî alî da dikşîne..
Bi sedan, heta bi hezaran kurd jî piştî 20, 30 salan vegeriyan welatê xwe, lê yek kanala telewîzyoneke kurdî bîra çêkirina fîlmekekî wiha nebir û dokumanterekî wiha çênekir.
Heyf, xwezî kurd jî bîra tiştên wiha bibin…
XXX
Ez 8-ê Adarê di serî da li jinên kurd yên li serê çiyan û yên di hefs û zindanan da û li hemû jinên kurd yên fedakar û têkoşer û li jinên cîhanê yên kedkar pîroz dikim û di riya wekhevî û azadiyê da ji wan ra serkeftinê dixwazim.
Jinên kurd serbilindiya miletê kurd in, bi saya xebat û têkoşîna wan ya di tevgera kurd ya netewî da azadî û serxwebûna miletê kurd nêzîktir bûye.
Ji bo vê tê têkoşîn û liberxwedana wa ya bêhempa ez sipasdar û minetdarê hemû jinên kurd im.
Hezar carî sipas ji bo vê xebat, fedarî û canfîdayiya we...
Di seri de de u bav bi hev re re dan
SvaraRaderale tiste eceb qet behsa kurditiya xwe nekir. Tene yeki/a kurd zane ku ew kurd in.
SvaraRaderaDi film da wek irani ne.
heke Diya we bi kurdi nepeyiviba me ji nizanibu ku ew kurd in.
Sipas ji bo agahdariya te.
SvaraRaderaRast e, diya wê qala rêxistina xwe "fedaiyên Xelk" kir lê baş nayê bîra min got em kurd in ya na...
Kese bikaribin karin li film temase bikin.
SvaraRaderahttp://svtplay.se/v/2732556/dar_mitt_hjarta_slar