05 februari 2012

Do got çi mafê kurdan hebe emê bidin îro dibêje bi kurdî perwerde nabe

Medya tirk pir bêşeref e, dema mesele dibe kurd û Kurdistan tu carî li gorî etîk û exlaqê çapemeniyê tevnagere, xebera ku neyê hesabê wan ji vir û wira wê diçirpînin û dû ra belav dikin.

Li ser axaftina Bulent Arinç ya do, min îro du nivîs nivîsîn, nuha ez dibînim ku xeber dîsa jî kêm dane, gelek gotinên Arinç nedane, qut kirine.

Çapepemeniya kurd jî Xwedê jê razî ew jî xeberê tam nadin, ew jî li bin guhê hev dixin. Qey çavkaniyên wan jî çapemeniya tirk e.

Di herdu nivîsên xwe da min gotinên Arinç yên derbarê qebûlnekirina perwerdeya kurdî da rexne kiribû. Lê min ev gotinên wî ku "kurdî ne zimanekî medeniyetêye û loma jî bi kurdî perwerde ne mimkûn e" nahatibûm.
Bulent Arinç, di hevpeyvîneke telewîzyonê da gotiye:

Li gorî me çend herfên kurdî kêm bin jî elîfbeya vî zimanî heye. Heger şert û îmkan çêbibin kurdî tenê dikane bibe dersa li ser daxwazê. Yan na, ne mimkin e ku kurdî ji xwendina destpêkê heta unîversîteyê bibe zimanê perwerdeyê. Ya yekem, li ber perwedeya bi zimanê kurdî astenga destûrî heye. Ya duyem, heger astenga destûrî tunnebe jî, ma hûn bawer dikin ku perwerdeya bi kurdî bibe perwerdeyeka bi kalîte? Ma kurdî zimanekî medeniyetê ye? Em nuha perwerdeya bi zimanê zikmakî nafikirin. Perwerdeyiya bi zimanê tirkî him yekîtiyê çêdike û him jî tirkî zimanekî medeniyetê ye. Bi tirkî di her warê perwerdeyê da dikane xizmet bê dayin.

Mêrik vekirî dibêje ku weke hukûmet  ew perwerdeya bi kurdî nafikirin. Ev yek û ya din jî ji xwe kurdî ne zimanekî medeniyetê ye û loma jî pê perwerde nabe.
Xwedêgiravî vî Bulent Arinçî çend roj berê di meclîsê  da bi quretiyeke mezin got:

”Emê nasnameya kurd nas bikin, emê hemû mafên kurdan yên qanûnî bidin. Mafê perwerdeyê, mafê kulturî, mafê zimên çi hebe emê hemûyan bidin.”
Lê îro jî dibêje ”kurdî ne zimanekî medeniyetêye, bi kurdî perwerde nabe…”
Wê demê ew gotinên di meclîsê da hatin kirin hemû vir bûn, quretiyeke vala û ji bo xapandinê bû.

Carê ev gotinên Arinç, li hemberî kurdan û zimanê kurdî heqaret, nîjadperestî û irqçîtiyeke pir mezin û qebe ye, dibê hemû ronakbîr û siyasetmedarên kurd van gotinan Arinç pir sert protesto bikin.

Parlamenterekî BDP-ê yê biaqil dibê vê meselê bibe meclîsê û li ser bipeyive û dîtina hukûmetê ya derbarê perwerdeya kurdî da derxe ortê.

Dudu, ne kurdî tenê, her ziman li gorî xwe zimanê medeniyetekê ye û bi her zimanî dikane perwerde were kirin. Li Kurdistana başûr ev çand sal in kurdî zimanê resmî ye û ji destpêkê heta unîwersîteyê bi kurdî perwerde tê dayin. Zimanê ku pê perwerde neyê kirin tuneye.

Helbet ne ku Arinç viya nizane, bêguman dizane, lê ji ber kezebreşî û nîjadperestiya xwe rastiyê nabêje û xîlafî heqîqetê dipeyive.

Yanî ji bo ku perwerdeya bi kurdî qebûl nekin derewan dike.
Û ji bo ku serê milet li hev xe û hin kesên nezan têxe şikê, gotiye li gorî wan çend herfên elîfbeya kurdî kêm in.

Carê ev vir e. Lê heger rast be jî ne problem e, elîfbe ne Quran e, meriv lê kêm û zêde dike.

Mesela nedîtina spîkeran jî demagojî û cahiliya wî nîşan dide. Spîkerî sineteke, jê ra zanîn û tecrûbe lazim e. Kesê perwerdeya spîkertiyê nedîtibe, neçûbe qursa wê û praktîk nekiribe ziman çuqasî baş bizanibe jî helbet nikane spîkeriyê bike.

Ji ber ku sipîkerî ne mesela zanîna zimên tenê ye, gelek tiştên din jî pêwîst e. Meriv nikane yekî ji kuçê bigre û ji ber ku bi kurdî dizane bike spîker.

Ya din gava zimanek nebe zimanê perwerdeyê, helbet ew ziman bi pêş nakeve û xwe nuh nake.
Him nahêlin kurd bi zimanê xwe bixwînin û him jî dibêjin, çima hûn baş bi zimanê xwe nizanin?
Ê zalim û kurê zalima, dema kurd nexwînin ewê çawa fêr bibin?

Bihêlin bira kurd jî weke we çend salan bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin ji bo ku baş fêr bibin.

XXX
Li Stockholmê berfê weke kerasekî spî girtiye ser xwezayê, herder spî boz dike. Rojê daye ser berfa spî û xweşikiyeke pir taybet daye hawirdiorê.

Li gel ku dinya 9 derece di bin sifrê da sar e ez û xanim derketin gerê, em li dora saetekê li ber gola me geriyan.

Gol qerisiye, em hinekî pê da çûn, lê em newêrîbûn zêda pêşda herin, li ser israra xanimê em vegeriyan.

Piştî vê gerê û sermê êdî tam wexta vexwarina çayeke germ e, min ji xanimê rica kir ku çayekê bide ser, hela ka ez binêrim ewê bike ya na….
Heyf, min ji bîr kir kamereyê bi xwe ra bibim û çend risman bikşînim. De bira ew jî sibe be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar