14 januari 2012

Bîranîna şehîdekî Kurdistanê*



Berî nuha bi 35 salan, di 11ê meha çileyê 1977-an da(11/1-77) têkoşer û kurdperwerê hêja û bêtirs Ahmed Soken li Erzeromê ji alî çend faşîstên qatil yên destbixwîn ve bi hawakî bêbext hat şehîdkirin.

Ahmed Soken li Erzeromê xwendevanê Zanîngeha Zîraetê bû. Ez bawer dikim sala wî ya duduyan bû. Di wan salan da him Erzerom wek bajar û him jî hemû zanîgehên wê di destê faşîstan da bûn.

Faşîstan wek îro, wê demê jî li Erzeromê bi alîkarî û piştgiriya hêzên dewletê li hemberî xwendevanên kurd, pêşverû û demokrat terorek mezin dimeşandin.

Roj tunebû ku xwendevanekî kurd û pêşverû birîndar nekirana ya jî nekuştina.
Di wan rojan da xwendina li Erzeromê cesareteke mezin dixwest, herkes newêrîbû biçûya Erzeromê. Ahmed, ev rewşa Erzeromê ya tahlûke baş dizanîbû lê dîsa jî çavên xwe ji terora faşîstan nekuta û qeyda xwe li Zanîngeha Zîraetê çêkir.

Heger çewt di bîra min da nema be, ji Wêranşarê du sê hevalên me yên din jî li wir dixwendin. Yek jê gorbuhiştê Mustafa Goren, Mehemet Ekîncî(birayê Kazim Ekîncî yê şehîd) û Mehmet Yurt jî bi Ahmed ra di eynî zanîngehê da xwendevan bûn. Ev hersê heval jî hevalên me yên DDKD-ê bûn.

Kazim Ekîncî endamê partiyê(KÎP-ê)bû û kadirekî me yê pir hêja bû. Piştî mektebê bû sawcî lê dû ra îstîsa kir, li Wêranşarê abûqatî dikir. Di 7-ê nîsana 1994-an da ew û hevalê xwe Fahrî Înan ji alî qatilên dewletê ve hatin qetilkirin.
Ez van herdu kurdperwer û têkoşerên DDKD-ê yên giranbuha bi hurmet bibîr tînim.

Mustefa Gorenê gorbuhişt jî çend sal berê di şerekî malkambax yê eşîrtî da li Amedê ji alî merivekî xwe yê kêmaqil ve hat şehîdkirin. Ez li vir, bi hurmet û bi dilşewatiyeke mezin vî hevalê xwe yê ezîz û kurdperwerê hêja bi bîr tînim.

Ahmed Soken yek ji şehîdên DDKD-ê yê pêşî ye
Weke min li jor jî got, wê demê Erzerom bajarekî faşîst lê xurt bûn. Di zanîngehan da her roj şer û pevçûn hebû. Rojekê berî şehîdbûna Ahmed, faşîtan dîsa hevalekî wî yê bi hev ra diman birîndar kiribûn.

Xortê birîndar ya ji grûba Dev Yol-ê ya jî ji Dev Sol-ê bû. Ahmed çûbû serdana vî hevalê xwe yê birîndar. Piştî serdanê, sê çar faşîst, di hundur nexweşxaneyê da ji para bi kêran êrîşî Ahmed kiribûn.

Birînên wî giran bûn. Li gel ku cîyê bûyerê hundurê nexweşxanê bû û loma jî tuxtoran tavilê midaxele kiribûn jî lê ji ber ku bêhay û ji par ra lêxistibûn û birînên wî jî pir xedar bûn loma jî Ahmed xelas nebû û şehîd ket.


Bûyerên bi rê da
Bi bihîstina xebera şehîdketina Ahmed ra birayê wî yê mezin Mihemed tavilê çû Erzeromê. Mihemed û gelek xortên din bi otobozekê û gelek wesaitên din cenaze dianîn Wêranşarê.



Bi rê da, li ser pira Dêrsimê ya li ser riya Xarpêtê gelek xwendevanên ji dibistanên Dêrsimê ji bo ku demeke kin konvoya cenaze rawestînin û faşîstan û cînayetên wan protesto bikin derketibûn ser riya konvoya cenaze.

Lê hêzên ewlekariyê, pûlis û leşkeran cenaze nedan û girse gulebaran kirin. Di vê êrîşa leşker û pûlisan da jî gelek kes birîndar bûn û ez bawer dikm xoretek jî hat kuştin.


Rewş û haziriyên berî cenaze
Berî cenaze were Wêranşarê me weke grûba “Şivancîyan” hemû haziriyên xwe kiribûn. 
Wê demê DDKD hîn resmî nehatibû avakirin. Lê li Wêranşarê komeleyek me hebû.

Herçiqas ji grûbên din jî çend xort endamên komeleyên bû jî, lê îdare û piraniya endamên komelê heval û dilsozên me bûn. Ez serokê komeleyê bûm. Ez di komîta partiyê ya wîleyeta Ruhayê û berpirsiyarê Wêranşarê bûm. Ahmet jî yek ji hevalê me yê destpêkê bû. Me yê cenazeyê hevalê xwe bi rengekî ku layiqî wî bû rakira.

Wê demê li Wêranşarê bêyî me Kawa û çend kes jî ji grûba TÎKO hebûn. Apocî hîn ne bûbûn hêz. Yekî Wêranşarê li Dêrsimê dixwend, ew bûbû dilsozê wan. Bi riya wî hin xebatên wan hebûn. Kesên wek Mistefa Gezgor û hinên din dû ra bûn hevalên wan. Wekî din jî tu grûp li Wêranşarê tunebû.

Lê ev grubên hebûn jî hemû biçûk bûn, her yek çend kes bûn, grûba herî bi hêz em bûn. Ji xwe hîn destpêka peydabûna grûban bû.

Herçiqas Ahmed hevalê me bû jî lê hevalên ji grûbên din jî xwestin di rojeke wiha da beşdarî merasima cenaze bibin û vê cînayeta faşîstan protesto bikin. Him ji bo ku di cenaze da teşxele dernekeve û him jî wek daxwaz ne tiştekî çewt bû, loma jî me ev daxwaza grûbên din qebûl kir.

Ez bi berpirsiyarê TÎKO û Kawa-yê ra rûniştim. Li ser navê grûba me ez, li ser navê TÎKO-yê Seydo Aslandag û li ser navê Kawa-yê jî Reşît Delek bû. Me li ser hemû tekstên ku ewê li ser bandrolan werin nivîsîn û slaoganên/şîarên ku ewê werin qîrîn li hev kir. Ji biryarên me yek jî ew bû ku li dijî Sovyet û Çîn-ê ew ê tu bandrol neyên hildan û tu slogan jî neyên qîrîn.

Wê demê sebebê dijminatî û şerê di nabêna hêzên kurdan da hema hema tenê ev mesele bû. Yanî mesela Çîn û Sovyet bû. Û navê vê kêmaqiliyê jî şerê “îdeolojîk” bû (!)


Wêranşar hatibû îşxalkirin
Berî hatina cenaze heger ne bi hezaran bû, bi sedan leşker û pûlis ji Ruhayê hatibûn û Wêranşarê û bajar îşxal kiribûn. Dema me cenaze ji mal rakir û berê xwe da goristana ku ewê lê were veşartin (Goristan Şêx Mihemed) çarhawêlî me ji alî leşker û pûlisan ve hatibû dorpêçkirin.


Ne tenê der û dora me, ser hemû dikan û xaniyên li ser riya me jî tije leşkerên çekdar bûn. Wek ku bajar ji alî hêzeke dijmin ve hatibe dagîrkirin. Leşkeran devên lûleyên tivingên xwe kiribûn sîngên me.

Û sûcê me jî tenê rakirina cenazeyekî bû.Cenazeyê xortekî wek tak rihan ku bi hawakî bêbext û bêûjdan ji alî faşîstan ve hatibû şehîdkirin…

Bûyerên dema rakirina cenazeMe cenaze ji mal rakir. Heta nîvê rê, tu gelş derneket, wek ku me li hev kiribû meş dihat îdarekirin. Lê di nîvê rê da ji grûba Kawa Pişo Ahmedê Swêregî slogana li dijî Sovyetê diqîre, “ dibêje bimre emperyalîma Sovyetê”!

Li ser vê, hevalekî me( Bîlal Çepîk) biryara me ya mişterek bi bîrê dixe û dibêje vê sloganê neqîre. Pişo Ahmet ji vê midaxeleya hevalê me aciz dibe û bi mûştaya di destê xwe da(mûşta berê di destan da bûye. Hesinekî wek lepikan e, meriv dixe tiliyên xwe) li devê Bîlal dixe û sê çar diranên wî yên pêşiyê dişkîne.

Qelebalix seriyek hebû, seriyek tunebû. Em nêzî goristanê bûbûn Bîlal û çend hevalên din hatin ba min, gotin hal mesele wiha ye, emê herin Pişo bibînin û lêxin.

Min got nuha rawestin, piştî belavbûna çenaze herin hesabê vê kirina wî jê bipirsin. Ji ber ku bi teqînekê ra dikanîbû bi dehan însan werin kuştin. Dora goristanê jî ji alî leşkeran ve hatibû rapêçan.

Erê tiştê Pişo Ahmet û hevalekî wî (nuha navê wî nayê bîra min) kiribû bêexlaqî û provakasyonek bû lê dibê em jî nebûna sebebê bûyerên hîn mezintir.

Leşker ji xwe li maneyê digeriyan, bi rehetî dikanîbûn li me bireşandina û bigatana wan berra hev da û hevûdu kuştin.

 Di dema definkirinê da jî dîsa li ser mesela sloganan hin bûyer derketin û çend kes hatin girtin, ji wan yek jî birayê min Fûad bû. Ew jî Kawacî bû.


Hevalên Swêregê jî tevî bûyerê dibin
Helbet ji bajarên din jî gelek kes, him hevalên me û him hevalên grûbên din hatibûn rakirina cenaze. Loma jî qelebalixek mezin çêbûbû. Di vê nabênê da hevalên me yên swêregî jî buyera birîndariya Bîlal bihîstin.


Hin hevalên berpirsiyar gotin hûn dest nedinê, emê vî hesabî ji Pişo bipirsin. Bi qasî ku tê bîra min hevalên me yê swêregî li çarriya ku wasite jê radibûn, berî ku wasita grûba Kawa bi rê keta xwe gîhandin wan. Di nabêna hevalên me û hevalên Kawacî da şer û pevçûnek biçûk derket.

Rahmetiyê Ferît Ûzûn jî wek serokekî Kawa li Pişo Ahmet xwedî derket û ew parast. Paşa Ûzûn di kitêba xwe ya bi navê ”Xalê min Ferît Ûzûn” da qala vê bûyerê dike. Lê bûyer zêde mezin nebû.

Qatil hatin girtin 

Piştî şehîdbûna Ahmed ji qatilan du heb hatin girtin. Navê yekî Ahmet bû ji qeza Edenê, ji Kozanê bû. Paşnavê wî nayê bîra min. Navê yê din jî Çetîn Bozkurt bû. Çetîn Bozkurt ji Dîlokê (Entabê), ji qeza Îslahiyê bû.


Mahkima wan li Erzeromê demekê dom kir. Birayê Ahmed, Mihemed tim diçû mahkimê. Dema mahkime hat sefha biryarê, ji ber tunebûna ewlekariyê mahkime ji Erzeromê rakirin Balikesîrê . Li Balikesîrê ewê biryar bihata dayin, ya ewê qatil berat bibûna, ya jî ceza bixwarana.


Mihemed xwest ku ez û wî bi hev ra herin Balikesîrê û beşdarî mahkimê bibin. Min daxwaza wî qebûl kir û em rabûn çûn Balikesîrê. Tarîx nuha baş nayê bîra min, lê ez bawer dikim payiza 1978-an bû.

Mihemed ji abûqatê xwe yê li Erzeromê navê abûqatekî girtibû, jê ra gotibûn merivekî baş e. Abûqat, yekî CHP-yî û merivekî bi nav û deng bû. Heta ez ne şaş bim abûqatê Erzeromê nameyek jî jê ra şandibû.

Welhasil berî mahkimê bi du rojan em çûn Balikesîrê. Me çû ew abûqata( Turgut Înal ) dît û ew wek wekîl tayin kir.

Turgut Înal, wê demê serokê Baroya Balikesîrê bû. Me hêzan faşîstan jê pirsî. Mêrik got, weleh li vir faşîst xurt in, heger kesekî we tunebe xerab e. Em rabûn çûn komela mamosteyan (TOB-DERê). Me rewş ji berpirsiyarên TOB-DERê ra got û ji wan alîkarî xwest. Me xwest ew jî bi me ra werin mahkimê û piştî mahkimê jî me tenê nehêlin.

Camêran gotin, wele tu hêzeke me ya ku em kanibin we li hemberî faşîtan biparêzin tuneye û tu kes jî newêre bi were were mahkimê. Bi vî hawî hêviya me ji wan jî qut bû. Me kortika hustiyê xwe xurand û em rabûn.

Em ji mahkimê reviyan
Roja din em herdu tenê çûn mahkimê. Hakim piştî fêr bû ku ez û Mihemed kî ne û em çi yê Ahmet Soken in, ji Mihemed pirsî, got, tu ji van kesan çi dixwazî, giliyê te çi ye? 
Mihemed got, vana birayê min kuştune û ez dixwazim hûn wan ceza bikin.

Piştî girtina îfadeyan, pêşkêşkirina delîlan û parastinên abûqatên herdu aliyan, mahkimê ji bo îlankirina biryarê nabên dayê.

Malbatên qatilan jî ji Edenê û Dîlokê hatibûn. Abûqatên wan jî ji Edenê û Dîlokê hatibûn. Dema em derketin der, me bala xwe dayê ku hundur û derî edliyê tije faşîst bûne. Hemû li benda eşkerebûna biryarê ne. Em bi abûqatê xwe ra peyivîn, me got rewş çi ye? Abûqat got, sedî sed ewê ceza bixwin û piştî wê jî îhtîmal heye ku li we xin. Me got çare? Got tiştekî ez bikim tuneye, ya baş herin ba dozger(sawcî)û alîkariyê jê bixwzin. Me got baş e. Rabû da pêşiya me, em birin ber deriyê sawcî û çû. 

Me ji dozger daxwaze hevdîtinê kir. Piştî bîstekê sawcî (dozger) ban me kir û em çûn hundur. Bi dozger ra ez peyivîm. Min mesele jê ra got û daxwaza parastina me jê kir. Min got piştî biryarê îhtîmaleke mezin ewê êrîşî me bikin, loma jî dibê hûn ewlekariya me bigrin.
Sawcî got:
-Min bûyer di rojnameyan da xwendiye û haya min jê heye.

Lê ji ber ku hîn ne êrîşî we kirine û ne jî li we xistine, loma jî ez nikanim tiştekî bikim. 
Min got, hûn dibêjin ku ancax piştî ku li mexistin hûn dikanin midaxele bikin. Lê em dixwazin ku li me nexin. Ma hûn garantiyê didî ku ewê li me nexin Dozger got na. Min got, ”baş e, em çi bikin?” Got bi dîtina min ya baş ew e bêyî ku hûn li bende biryara mahkimê bimînin, hema ji vî deriyê dawî derkevin û zû Balikesîrê biterikînin.

Me dît ku dozger naxwaze alîkariya me bike. Em bi hustuxwarî û bi tirseke mezin ji oda wî derketin. Ji mecbûrî, bêyî ku em li bendî biryara dadgehê(mahkimê) bimînin, em ji deriyê edliyê yê paşiyê derketin û bi texsiyekê me xwe gîhand otêla xwe.

Navê otêlê nayê bîra min, lê wê demê otêla Balikesîrê ya herî mezin û luks bû. Me tavilê bawilên xwe anîn lobiyê û texsiyek da xwestin. Hîn texsiya me nehatibû me hew dît ku wa ye abûqat û dê û bavê Çetin Bozkurt û gelek kesên din jî bi wan ra, ew jî li lobiyê rûniştine.

Abûqatê Çetîn Bozkurt ji Dîlokê hatibû, me di mahkimê da hev û du dîtibû û baş bala xwe dabû hev. Hemûyan nexel nexel û xayin xayin li me nêrîn û awirên tûj dan me.

Me fêm kir ku kesên girtî ceza xwarine. Dû ra em ji abûqatê xwe fêr bûn ku her yekî 16 sal ceza girtiye.

Em ji Balikesîrê zor xelas bûn
Texsiya me hat û em çûn otogara otobozan. Me bi lez û bez bilêtên xwe ji Enqerê ra birî û em raste rast çûn ketin otoboza xwe. 
Piştî çend deqîqeyan me dît ku hinek di paceyên otobozan ra çavên xwe li rêwiyan digerînin. Me fêm kir ku otoboza ku em pê diherin tespît dikin..
Tirsa dilê me zêde bû…

Ez zêde dirêj nekim, otoboza me bi rê ket. Bi rê da li çend ciyan, di dema bînvedanê da otoboza me û ya dê û bavê Çetîn Bazkurt û abûqatê wî li eynî aşxaneyê sekinîn.

Yanî bi rê da jî em çend caran rastî hev hatin. Ew qelebalix bûn. Tirsa min ew bû ku ew eşkalên me bidin faşîstên Enqerê û li otogara Enqerê li me xin. Çimkî wê demê ew herêm bi tevayî di destê faşîstan da bû.

Dema em nêzî Enqerê bûn, min ji Mihemed ra got dibê em kincên xwe biguherin. Wî her çiqas got na jî lê min israr kir. Mihemed terziyekî baş bû, pir ji bejn û bala xwe hez dikir, loma jî çakêtekî qedîfe yekî rengo mengo li xwe kiribû ya sitar, di nava hezar kesî da jî meriv dikanîbû ew nas bikira.

Axir pantor ne tê da, me hemû kincên xwe yên din guhertin. Min, heta bigihîje berçavka xwe jî danî, ji bo ku gava em li Anqerê ji otobozê daketin me nas nekin

Em li Enqerê ji mirinê xelas bûn
Dema otoboza me gihîşt gara Enqerê û em jê daketin, em gelkî bi temkîn û bi tirs bûn. Şev ya jî danê êvarê bû. Gar pir qelebalix bû, wek ku haşer mahşer rabûbe. Ez ditirsiyam ku em bi çewtî herin li texsiyeke yekî faşîst suwar bin. Em bi texmînî çûn li texsiyekê suwar bûn û me got me bibe Yûrda Diyarbekrê (mala xwendevanan )

Şofêr yekî xort bû û porê xwe jî li makînê xistibû. Ez ji şikil û şemala wî pir ne piştrast bûm. Dema em nêzî herêma Bahçeliyê bûn me dît ku texsiyek ji pa ra îşaretê dide me, dibêje rawestin. Bahçelî herêmeke di destê faşîstan da bû, ez bawer dikim komeleyeke wan jî li wan deran hebû.


Min ji şofêr ra got, nesekine, bajo! 

Lê piştî ku erebeya pişt me gelkî israr kir û ji pey me veneqetiya, şofêrê me guh neda îtîraza min û li kêleka rê sekinî. 
Ew jî hatin li pişt me sekinîn. Em herdu jî di dawiya erebê da bûn. Min bala xwe dayê di erebeya wan da jî bêyî şofêr sê kesên din hene. Yek ji erebê daket û hat bi şofêrê me ra peyivî.
Şofêr jê ra got:
-Xêr e, hûn çi dixwazin?
Got, em li hevalekî xwe digerin, me got belkî di texsiya te da be… Di vê nabênê da jî di paceya şofêr ra serê xwe xist hundur û li me nêrî. Fena ku bixwaze eşkalê me tespît bike. Hinekî bala xwe da me û çû ba hevalên xwe.

Dema ew çû, min got bajo. Lê şofêr hinekî xwe giran kir û najot, ew jî şaş mabû. Zilam çû bi hevalên xwe ra hinekî peyivî û bi lez dîsa bi paş da hat. Dîsa hin tişt bi şofêr ra peyivî û careke din baş bala xwe da me.

Lê me xwe tam tebdîlîqiyafet kiribû, ne mimkûn bû ku eşkalên wan girtibûn û kincên me yên wê gavê li me li hev bikirana. Dû ra bêyî ku tiştekî ji me bipirse çû. Bîna me hat ber me. Em sedîsed ji mirinê filitîbûn. 

Şofêrê me bi rê ket. 
Em çûn yûrdê. Bîstek derbas bû xortek, bawila wî di dest da hat. Ji bajarekî din dihat. Got yaho nizanim îşev çi mesele bû, faşîstan li derdora garê erebe disekinandin û li hundurê wan dinêrîn, fena ku li dû hinekan bûn.

Me bi heyecaneke mezin qala serpêhatiya xwe kir û got wele ew kesên ku ew lê digeriyan em bûn, bi tesadufî em ji mirinê xelas bûn.

Dibê em şehîdên xwe ji bîr nekin
Wek min li jor jî got, Ahmet Soken yek ji şehîdên vê tevgerê (DDKD û KÎP-ê) yê pêşîn e. Bîrnekirina Ahmed û hevalên şehîd yên din wefadarî û qedirşînasiyeke baş û di cî da ye. Ew dost û hevalên ku her sal van hevalên şehîd bibîr tînin karekî baş dikin. Mala wan ava.


Heger wan îlana bîranîna heval Ahmed neda, minê jî ev nivîs nenivîsiya. Ew îlan bû sebeb ku ez jî hin bîranînênên xwe yên vê bûyerê careke din bibîr bînim û hin dost û hevalan jî bikim şirîkê wan.
Ez dixwazim çend gotinan jî li ser têkiliya xwe û Ahmed jî bibêjim.

Ahmed Soken yek ji wan xortanên Wêranşarê yên wê demê bû ku min wexta xwe didayê û bi kêf û zewqek mezin pê ra sohbet dikir. Wek gelek xortên din ew jî hîn nuh bi mesela kurd û sosyalîzmê dihesiya û gelkî kêfa wî jê ra dihat.

Bi heyecan tevî minaqeşeyan dibû û pir jî dixwend. Cara dawî dema ji mektebê hatibû îznê ez çend caran li dikana (terzîxaneya) birayê wî Mihemed pê ra rûniştim û me sohbet kir. Min bala xwe dayê ku di demeke kin da mesafeyeke gelkî mezin girtiye. Dixwest mesûliyetê bigre ser milê xwe.Tiştê nuha tê bîra min, li hember wê fêrbûna wî ez hinekî şaş mabûm.

Di demek kin da gelek tişt fêr bûbû, heyecan û şewqeke mezin pê ra hebû. Û li hember hêza faşîstan ya li Erzeromê jî bêtirs bû, rehet bû.

Ez di 35 saliya şehîdbûna heval Ahmed da wî û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê bi hurmet û bi giramiyeke mezin bi bîr tînim.


*Min ev nivîs cara pêşî di sala 2007-a da(14/1-07)nivîsî. Bi hin guherînên biçûk ez carke din diweşînim. Rismekî merasima cenaze jî heye, ez û bavê min ê rahmetî jî tê da xuyan e, ez wî rismî jî di facebookê da diweşînim.

2 kommentarer:

  1. Mistaefayê rahmetî paşnavê wî Gönen bû, demekê hat li izmirê xwend cara dawî min wî li fen fakltesiya Diyarbekirê dit

    SvaraRadera
  2. Xwendina wî ya li Îzmêrê nayê bîra min. Lê Erzeromê qedand û li Diyarbekrê bi destê kêmaqilekî merivê vî bi namerdî hat kuştin. Ew û Ahmet Soken hevalên me bûn.

    SvaraRadera