Olana bûyerên roja îniyê li Zaxo qewimîn berdewam e û wisa xuyaye ku ewê hîn jî dom bike.
Her ku wext derbas dibe tê dîtin ku bûyer ne ji ber tahrîk û teşwîqa melayekî xwenezan û provakator tenê ye, hin sebebên bûyerê yên civakî, kulturî û bi taybetî jî yên siyasî hene.
Erê melayekî ya jî hinekan bawerî û cahiliya hin kesan îstîsmar kirine, ev rast e, lê li pişt vê îstîsmarê hin sebeb û hedefên siyasî hene. Meriv nuha vê yekê hîn baştir dibîne.
Bi qasî ku xuyaye hin şexs, malbat û eşîrên Zaxo ji hukûmetê û Partî Demokrat a Kurdistan ne razî ne û dixwazin ji partiyêyê ra gelşan peyda bikin.
Meclîsê îro di civîneke awarte da ji bo lêkolîna bûyeran komîsyonek avakir. Ev gaveke baş e.
Lê ji roja pîşî da ye PDK Yegirtoya Îslamî û Yekgirtoya Îslamî jî PDK-ê weke musebîbî bûyerên Zaxoyê nîşan dide.
Îdîayeke din jî ku tiliya hin welatên cîran di van bûyeran da hene. Ev îdîa jî bêtir ji alî PDK-ê, kes û çapemeniya nêzî wê va tê kirin.
Helbet ev îdîa dikane rast be. Çimkî em hemû kurd dizanin ku statuya kurdên başûr ne bi dilê tu dewleteke cîran e, heta ne bi dilê hukûmeta merkezî ya Îraqê ye jî.
Ji destê kîjan dewletê were ewê bixwaze belayekê ji kurdên başûr ra peyda bike û îstîkrar û aramiya li Kurdistanê heyî têk bibe.
Li Kurdistana Federe pêşketinên aborî, dîplomatîk û siyasî hemû dewletên cîran nerehet dike. Ev vekirî ye.
Di bûyera Goran da jî eynî teoriyên komployê hatibûn dubarekirin. Wê demê jî dîsa hatibû gotin ku hin welat li pişta Goran in û ew Tevgera Goran pîj dikin.
Nuha jî bala min lê ye eynî tişt tê kirin.
Bi baweriya min ev îdîa hemû rast bin jî têr nake, esas mesele, gelş li hundur e û loma jî hîn cidîtir e.
Heger li hundur hin kes û hêzên werin bikaranîn tunebin kes nikane prowaksyoneke hewqas mezin organîze bike.
Diyar e civata me, însanên me ne temam in, kî bixwaze dikane bi rehetî wan ji bo xwe bikar bîne.
Heger cimata wê mizgeftê, bi sedan xortên Zaxo ji bo prowaksyoneke wiha ne amadebûna ev bûyer nediqewimî.
Dema meleyê mizgeftê milet tahrîk kir, kesî guh neda gotinên wî, pêda bixeyidiyana, bigotana mafê te tuneye tu nerindiyeke wiha bikî, em qebûl nakin, meleyê devê xwe bigirta.
Lê "mele" ne yek e, bi hezaran e.
Îcar heta ku civata me, mirovên me guh bidin meleyên wiha û bi hêsanî bibin lîstokên xelkê, helbet xelkê wan bikar bîne.
Ya girîng dibê însanên xwe nedin bikaranîn, nebin destikên dijmin.
Loma jî ji xelkê bêtir, dibê em însanên xwe biguherînin, kultur, terbiye, zanîn û perwerdeyeke wisa bidin wan ku xwedî tolerans bin û tu carî neyên lîstikên neyaran.
Gava li bajarekî biçûk bi sedan, belkî jî bi hezaran xort li hemberî ol, bawerî, kultur û şiklê jiyaneke cuda hewqasî bêhurmet û bêtolerans bin, ev yek perwerdeyeke pir xerab û kêmasiyeke bepirsiyar û birêvebiran nîşan dide.
Çawa dibe hewqas însaanên xort li hemberî alkol û jiyaneke cuda dikanin hewqasî bêtolerans bin û herin qesta mal û canê xelkê bikin?
Tahlûke û kêmasiya herî mezin ev e, dibê em vê rewşê biguherînin.
Ji dijminan bêtir di civata xwe da dibê em vê kultura paşdamayî, vê dîtin û baweriya zorba biguherînin, însanên xwe bikin kesên medenî û xwedî tolerans, xwedî kultureke demokrat.
Neyar bixwaze jî dibê nikanibe kesî ji bo armancên xwe yên qirêt bixapîne û bikar bîne….
XXX
Fetullah Gulen di axaftineke xwe ya vîdeoyê da têkoşîna kurdan ya ji bo mafên xwe yên însanî û azadiyê weke tahrîk û pîjkirina "suryaniyan, ermeniyan" û "ataîstan" dibîne û dibêje ku di mektebên xwe da ew ”pêlan” û ”sertiyan” dişkîne, yanî mêrik rê li ber şiyarbûna kurdan digre, nahêle kurd bibin kurd, miletperwer û "terorîst".
Gulen, di vê axaftina xwe da ji bo kurdên Dêrsmî jî pir tiştên giran û... ne xweş dibêje, wan bi bêdînî û "ermenîtiyê" îtham dike.
Fena ku ermenîbûn sûc û qebheteke be...
Hemû axaftina Gulen ji serî heta dawî axaftineke nîjadperest û li dijî kurdan, asûriyan û ermeniyan e.
Gulen hebûna mesela kurd jî bi tahrîka asûrî, suryanî û ”ataîstan” yanî kesên xwedênenas ve girê dide.
Lê gelek kurd hîn jî ji dû qûna Gulen venaqetin û bi çavê ”Seydatiyê” li vî nîjadpersetê neyarê miletê kurdan dinêrin…
Qismekî vê axaftinê berê jî hatibû nealvkirin.
tiliya heli xirab yê hûndure yên wek Murad ku bazdidin TRT6 e ne islamine
SvaraRadera